Jinan dest bi amadekariyên mîtînga Stenbolê kirin

  • jin
  • 09:01 12 Hezîran 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Dê di 19'ê Hezîranê de li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê li Stenbolê mîtîngeke mezin a jinan bê lidarxistin. Jinên îzmîrî ku dest bi amadekariyên mîtîngê kirine gotin: "Em ji hev re dibin jiyan, li dijî nefreta we dijîn." 

Dê jin di 19'ê Hezîranê de li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê li Stenbolê mîtîngeke mezin a jinên li dar bixin. Dê ji çar hawirdorên Tirkiyeyê ve jin tevli mîtîngêb ibin. Li Îzmîrê jî rêxistinên jinan dest bi amadekariyên mîtînga Stenbolê kirine. Her wiha dê jin di 1'ê Tîrmehê de jî li bajêr li hev kom bibin û dê bi dirûşmeya "Em ê dev ji mafên xwe, jiyana xwe û Peymana Stenbolê bernedin" heya 1'ê Tîrmehê çalakiyên cuda li dar bixin. 
 
Endama Koma Kampanyaya Em Dev Ji Peymana Stenbolê Bernadin a Îzmîrê Gîzem Coşkûn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa xebat û palnên çalakiyê kirin. 
 
AMADEKARΠ
 
Coşkûn, destnîşan kir ku li çar hawirdorê welêt jin li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê bûne yek û serhildana xwe ji navendekê bilind dikin. Coşkûn, diyar kir ku dê serhildana jinên herêmê veguhêzînin mîtînga 19'ê Hezîranê ya Stenbolê û dê di çend bi rêj şûn de li navendên qelebalix ên bajêr banagwaziya ji bo mîtîngê li bîlbordan daliqînin. 
 
DÊ LI 81 BAJARÎ JIYANA RAWESTE 
 
Coşkûn, anî ziman ku zilamek nikare peymana ku jiyan û mafên jinan diparêzer fesix bike û dê vê helwesta wxe di mîtînga Stenbolê de nîşan bidin û got: "Em ê roja mîtîngê li 81 bajarî jiyanê arwestînin. Em ê careke din nîşan bidin ku binpêkirin û xespkirina jiyana me û mafên me wisa ne rihet e. Dê têkoşîna me tenê ne heya 1'ê Tîrmehê be. Li vî welatî her roj jin û zarok tên kuştin, bi tecawizê re rû bi rû dimînin. Lewma dê têkoşîna sereke piştî 1'ê Tîrmehê dest pê bike." 
 
DÊ DEWLETA BAVIKSALARÎ BÊ TEŞHÎRKIRIN 
 
Coşkûn, bibîr xist ku Peymana Stenbolê di encama têkoşîna jinan de hatiye îmzekirin û fesixkirina wê bûye cihê hêrseke mezin. Coşkûn, anî ziman ku tu tiştekî ku jin winda bikin êdî nemaye û got: "Peymana Stenbolê, peymaneke li ser esasê wekheviya civakî ye. Lê li vî welatî îqtidarek heye ku li dijî peymanê nefretê birêxistin dike. Hin kiryar hene îqtidar bi wan re li hev kiriye. Îqtidar dixwaze ser vana binixumîne. Lewma hêrsa me li hemberî îqtidarê ye. Di 1'ê Tîrmehê de herî zêde dê ev bê nîşandan. Em ê tahdeya dewleta baviksalarî teşhîr bikin." 
 
'EM HÊVIYÊ BIRÊXISTIN DIKIN' 
 
Coşkûn, destnîşan kir ku dixwazin xalên peymanê hemû bê şert û şirût pêk bên û got: "A herî girîng birêxistinkirina piştevaniya jinê ye û em jinên ku tê xwestin bên kuştin ji bo hev dibin jiyan. Em li dijî nefreta we, bi inyad dijîn. Em vê vê peyamê bidin. Em ji bo 1'ê Tîrmehê serhildanê, hêrsê, berxwedanê û hêviyê birêxistin dikin. Em di vê mîtîngê de bên cem hev du."