‘Tê xwestin ku rola pêşeng a jinan were asteng kirin’

  • jin
  • 16:27 12 Hezîran 2021
  • |
img
SÊRT - Cîgira Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku yek ji armancên doza girtinê ya li dijî partiya wan hat vekirin, pêşîgirtina rola pêşeng a jinan e. 
 
Di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê de, civîn hat lidarxistin. Civîn li avahiya HDP’ê ya Stêrtê pêk hat. Cîgira Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn. Civîn bi pêşandana sînevîzyona derbarê têkoşîna dayikên aştiyê de hatibû amadekirin dest pê kir. Piştî sînevîzyonê Cîgira Koma HDP’ê Meral Daniş Beşteş axivî. Beştaş, diyar kir ku yek ji armancên doza girtinê ya li dijî partiya wan hat vekirin, pêşîgirtina rola pêşeng a jinan e. 
 
Beştaş da zanîn ku ewê hebûna xwe li hemû qadan dewam bikin.