Jin: Em kujerê Denîz nas dikin

  • jin
  • 10:37 19 Hezîran 2021
  • |
img

WAN - Jinên li Wanê, bertek nîşanî qetilkirina Denîz Poyraz dan û ev pirs kirin: “Gelo dewleta ku jinan dike hedef, wê karibe ewlekariya jiyana jinan misoger bike?”

 
Bertekên li dijî qetilkirina Denîz Poyraz a di êrişa li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat kuştin dewam dikin. Yek bertek jî ji jinên Wanê hat. Jinên li Wanê dijîn, hirsa xwe ya li dijî qetilkirina Poyraz anîn ziman û banga xwedî derketinê kirin. 
 
Endama Komeleya Jinan a Starê Serpa Guvenç, diyar kir ku ne tenê di van rojên dawî de, di tevahiya dîrokê de polîtîkayek sîstematîk a komkujiyê li dijî Kurd û jinan hatiye meşandin û wiha axivî: “Em dikarin vê yekê weke mînak nîşan bidin, nemaze komkujiyên li Rojava û Kobanê hîna jî di bîra me de ye. Armanca gotinên nefret, dijminantî û şikandinê yên rêveberên desthilatdariyê her tim Kurd in. Mîna vê ya herî dawî jî me di qetilkirina Denîz Poyraz de dît. Em baş dizanîn ku ev komkujî ji aliyê kî/kê ve hatiye kirin. Em ê tekoşîna xwe ya li dijî vê dewam bikin.” 
 
'EM KIRYARAN NAS DIKIN’
 
Jina bi navê Zekiye Kaya jî, anî ziman ku polîtîkayên zordest ên li dijî jinan ev demek dirêj e di meriyetê de ye û wiha got: “Li Tirkiyeyê her roj, herî kêm jinek tê qetilkirin. Ji ber ku jin li ber xwe didin, wan dikin hedef. Ligel van komkujiyan jî, em ê dîsa destê xwe yê aştiyê dirêj bikin. Em dizanîn kê Denîz kuştiye. Ji bo ku em hesabê vê yekê bipirsin em ê her tim li kolanan bin. Ez bang li hemû dayikan dikim, bila êdî rabin ser piyan û îsyanan xwe mezin bikin. Ji bo ku bes zarokên me bên kuştin.” 
 
'MA DÊ DEVLET BIPARÊZE ? '
 
Hediye Sayinormen jî, bal kişand ser dorpêça polîsan a pêş avahiya HDP’ê ya Wanê û wiha bertek nîşan da: “Li welat her roj jin tên qetilkirin. Mixabin, Denîz Poyraz jî bû yek ji van jinan. Îro roja yekbûn û hevgirtina jinan e. Ev êriş, ne tenê li dijî HDP’ê ye, li dijî me hemû jinane.  Jin çi li mal bin û çi jî li dervede bin, ewlehiya jiyana wan tuneye. Gelo dewleta ku jinan dike hedef, wê karibe ewlekariya jiyana jinan misoger bike?
 
‘EM LI SER RÊYA DENÎZ IN’
 
Evîn Oglu jî, komkujiyên li dijî jinên Kurd bibîr xist û wiha got: “Denîzek çû, wê hezar Denîz bên. Em vê hovitiyê şermezar dikin û li ser rêya Denîz in.”