Jinên HDP’î ji bo hevdîtinên ‘Ji Xizaniya Jinan Re Na’ li Dîlokê ne

  • jin
  • 13:51 15 Îlon 2021
  • |
img
DÎLOK - Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinan re Na” de li Dîlokê, bi jinên li malê, bi serê perçeyî dixebitin re hatin gel hev.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinan Re Na” de li Dîlokê, bi jinan re hat gel hev. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlementerên HDP’ê Ayşe Surucu, Nûran Îmîr, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dîlokê Kadriye Elmas, Hevseroka HDP’ê ya Dîlokê Songul Koçdag, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê yên Dîlokê û gelek endam û rêveberên partiyê beşdarî hevdîtinê bûn. 
 
Şande, ewil li navçeya Şehîtkamîl a navendê, serdana jinên ku li malê karê paketkirin, vebijartin û bi serê perçe dixebitin kirin. 
 
KÎLO BI 60 QURÎŞAN VEDIBIJÊRIN
 
Şandeya ku bi jinên mewîjan li malê vedibijêrin re hat gel hev, derbarê kampanyayê de ew agahdar kirin. Jinan diyar kir ku bi vebijartin mewîjan debara xwe dikin û bi lêv kirin ku serê kîloya mewîjan 60 qurîşî qezenç dikin. Jinan, gazin ji bihabûna her tiştî kirin û anîn ziman ku tiştên qezenç dikin mesrafa wan dernaxe. 
 
MECBÛRIN BIXEBITIN
 
Jineke ku diyar kir rojê 20-25 lîreyan qezenç dike, bi lêv kir ku kirêya mala wê 750 lîre ye û li 6 zarokan dinêre. Jina karker da zanîn ku tu dahatek wê ya din nîne û bi destmizekî kêm jî be mecbûre bixebite. Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr diyar kir ku ev rewşa ku jin tê de ne şerma desthilatê ye û wiha got: “Heta ku jin heqê keda xwe bigirin wê li her qadê têkoşîna me bidome.”
 
MÊTINA KEDÊ
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî got, “Xizantiya jinê ne qedera me ye.” Parlementer Ayşe Surucu jî diyar kir ku wê pirsgirêkên jinan bibe Meclîsê û wiha got: “Keda me dixwin. Ked ya me ye lê yên ku qezenç dikin ne emin. Em di ferqê de ne ka çi dibe, ji ber nebûnê em vî karî dikin.” 
 
WÊ HEVDÎTIN BIDOMIN
 
Şandeya ku mal bi mal geriya pirsgirêkên jinan guhdarkirin wê li avahiyên partiyê yên navçeyên Şahînbey û Şehîtkamîl bi jinan re were gel hev. Şande wê pişt re serdana rêxistinên sivîl ên civakî, platforma jinan û jinên bi Biryarnameya di Hiqmê Qanûnê de (KHK) ji karê xwe hatine derxistin bikin.