ENQERE - Nivîskara femînîst Berrin Sonmez diyar kir ku ew medyaya ku xwe wek demokrat û wekhevparêz pênase dike û ji bo bêtir bêtir werin temaşekirin û tikandin zimanek nêr, pornografî bikar tînin û ev gişt tundiyê teşwîq dikin.
Çapemeniya ku di têkoşîna li dijî şîdeta li ser jin û zarokan de berpirsyariya xwe bi cih nayne, bi zimanê mêranî yê ku bikar tîne şîdetê rewa dike. Organên medyayê yên ku zimanek bikar tînin ku ji bo şîdetê rewa dike û jinan tawanbar dike di sûcên zayendî yên li dijî zarokan de pornografiya şîdetê jî dike. Ev carinan dikare ji nivîskarên ku xwe wekî demokrat, azadîxwaz û wekhevparêz pênase dikin bigire heya rojname û kanalên nûçeyan rê li ber tundiyê û kuştinê vedikin.
Nivîskara femînîst û mafê femînîst diparêze Berrin Sonmez a ji Ji Bo Wekhevhiyê Pltforma Jinan (EŞÎK) bal kişand ser zimanê zayendperest ê medyayê.
DIVÊ ÇAPEMENÎ YASAYA JIMARA 6284’AN JIBER BIKE
Sonmez destnîşan kir ku zimanê medyayê di tekoşîna li dijî tundiyê de pir girîng e û got: “Lê ew ew qas fêr dibin ku em neçar in wan di her nûçeyekê de dubare binivîsînin, an jî ew di hînbûnê de serhişk in. Lê belê ji bo têkoşînê, pêwîst e ku ew ji nivîsandina pornografiya şîdetê dûr bisekinin. Divê ku medya yasaya jimara 6284’an jiber bike.”
BI NÛÇEYAN ŞIDETÊ TEŞWÎQ DIKIN
Sonmez anî ziman ku jin di şîdeta ku li wan tê kirin de jî qisûrdar tê nîşandan û ev rewş ne tenê şîdetê meşrû dike lê têkoşîna li dijî şîdetê jî dijwar dike. Sonmez destnîşan kir ku di nûçeyê de zimanekî ku rewatiya rewa ya şîdetê bi kar tîne heye û wiha got: "Em vê ji nivîskar û rojnameyên ku dibêjin 'Ez demokrat im, wekhevîxwaz im' dixwînin û em ji kanalên nûçeyan dibihîzin. Lewra kesên ku xwe wekî demokrat û wekhevparêz pênase dikin divê hewlek taybetî bidin ku di vê mijarê de zimanê xwe rast bikin, lê berevajî, ew hewl didin ku ji bo nûçeyên ku têne xwendin û ji bo nirxandinê zimanê pornografî bikar bînin. Dibe ku ew ji bo hemûyan ne derbasdar be, lê ev rewşek ku em pir caran dibînin û şîdetê teşwîq dike ye. Beyanên faîlên şidetê dikin manşet û sernavên nûçeyan. Rexneya mezin liv ê ye. Nûçeyê jî li ser heman hişmendiyan dihûnînin. Ev ne bes e jî rojnamevan mîkrofonê dirêjî kujer an jî kesê tundiyê kiriye dikin û dikin sernûçeya xwe. Ji patron bigire heta nûçegihan heke ne piştevanê zimanê tundiya zilam bin, bila zimanê tundiya zilam bikar neynin.”
DIVÊ ZIMANEK TEKÛZ WERE BIKARANÎN
Sonmez destnîşan kir ku zimanê di çapameniyê de tê bikaranîn têgihîştina ku şîdetê di civakê de rewa dibîne dubare dike û wiha got: “Halbukî divê di nûçeyê de şîdet û faîlê şîdetê were ku werin sûcdarkirin zimanek din neyê bikaranîn. Di nûçeyan de teşhîsa derûnî jî ji bo sûcdar tê kirin. Li ser çi bingehê viya dibêjin? Dema ku ev diqewime, sûcdar di nava civakê de bi navên wekî “xerifî, nexweş û dîn” tê binav kirin. Yên ku tundiyê dikin yek ji me ye. Piraniya girseyî vê yekê dikin ji ber ku ew maf dibînin ku mafên newekhev ên civakê di berjewendiya mêran de bikar bînin. Divê meriv zimanê medyayê û faîlê şîdetê teşhîr bike.”
DIVÊ TÊKOŞÎN
Sonmez diyar kir ku têkoşînek wekhev girîng e û divê saziyên medyayê polîtîkayên xwe ji nûve saz bikin. Sonmez got divê li dijî vî zimanî û nêzîkatiyê têkoşînek mezin were kirin.
MA / Zemo Aggoz