Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar

  • jin
  • 15:29 20 Îlon 2021
  • |
img

RIHA - Jinên parêzer ên Emîne Şenyaşar ziyaret kirin, soza piştgiriya hiqûqî dan. 

Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du lawên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de, ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû, ji 9’ê Adarê ve li ber Edliya Rihayê dewam dike. Di heman demê de serdanên çalakiya nobeta Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyşar jî didomin.
 
Bi dehan parêzerên jin ên di Navend Mafên Jinan ên Baroyên Amed, Êlih, Çewlik, Mûş û Rihayê de cih digirin, malbata Şenyaşar a 196 rojin di nobetê deye ziyaret kirin. Malbatê, şandeya jinan bi dawîza “Em tenê edaletê dixwazin” pêşwazî kir. 
 
DAXWAZA DAYIKÊ
 
Dayika Emîne Şenyaşar, tiştên ku ji 3 salî zêdetire ku dijî, bi parêzeran re parve kir. Dayika Şenyaşar, dema ku behsa êrîşa li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê rû bi rû man kir, nekarî rondikên çavên xwe bigire û wiha got: “Bila ev zilm bi dawî bibe û kurê min berdin. Ji bo ku em jî êdî biçin mala xwe.” 
 
Ferît Şenyaşar jî, di axaftina xwe de, ev bang kir: “Ji bo vê bêhiqûqiyê daxuyaniyek qanûnî tune ye. Li nexweşxanê komkujî pêk anîn. Em tenê edaletê dixwazin. Dixwazin me ji vê derê rakin. Lê encex edalet dikare me ji vê derê rabike. Vaye zivistan hat, dayika min nikare şert û mercên zivistanê rabike. Divê qada parastinê li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne. Em bi piştgiriyê li ser piyane. Em dixwazin demildest ev zilm bi dawî bibe.”
 
TUNDIYEK BI RÊK Û PÊK HEYE
 
Alîkara Serokê Baroya Çewligê Nûran Aydin, diyar kir ku Emîne Şenyaşar, jineke, dayikeke û di heman demê de hevjîneke û bi tena serê xwe têkoşîna edaletê dide. Aydin, da zanîn ku ew sembola bêhiqûqiya ku bi zimanê siyaset û darazê li Tirkiyeyê hatî afirandine. Aydin, dest nîşan kir ku malbatê ligel hemû astengiyan jî çalakiya xwe dewam kir û wiha axivî: “Emîne Şenyaşar di vê pêvajoyê de rastî tundiyek bi rêk û pêk hat.” 
 
SOZA PIŞTGIRIYA HIQÛQÎ
 
Aydin, diyar kir ku berpirsyariya her kesî ye ku dengê Emîne Şenyaşar bide bihîstin û wiha got: “Em dixwazin bêjin ku em ligel têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşarin. Emê şopdarê vê doza bêhiqûq û bêmaf bin. Em soz dikin ku emê bi her awayeî piştgiriya hiqûqî ya ji bo malbatê bikin.” 
 
Parêzerên jin piştî axaftinê, heya demekê bi malbata Şenyaşar re nobet girtin. Dayika Emîne Şenyaşar, di vê navberê de bertek nîşanî polîsên ku xwestin dîmenan bigirin da û got: “Herin wan kesên ku komkujî kirine, bikêşin.”