Agahî ji endama RJAK'ê nayê girtin: Li ser jinan şerek taybet tê meşandin

  • jin
  • 09:01 29 Îlon 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK ji Tebaxê û vir ve aqûbeta endama xwe Ciwana Ebdulbaqî ku ji aliyê Asayîşa PDK'ê hatibû binçavkirin, nizan e. Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Necbîr Efrîn derbarê mijarê de destnîşan kir ku heta ji destê PDK'ê tê naxwazin jin têbikoşin û ji bo vê şerek taybet dide meşandin. 

Li Herêma Kurdistanê li gel nakokiyên navxweyî aloziyên siyasî, aborî û civakî jî her ku diçe mezin dibin. Li gel vê li herêmê ji aliyê hikûmeta herêmê ve polîtîkayên tepisandin û bêdengkirina muxalîfan jî berdewam dike. Tevî van geşedanan şandeya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeya RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen pêk dihat, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina bajarê Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelekê ve hatin binçavkirin. Piştî 33 rojan ji 3 endam û rêveberên jin ên RJAK’ê, 2 jê bi biryara dadgehê û bi kefaletê hatibûn berdan. Lê bi mehan e derbarê aqûbeta endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî de agahî nayên bidestxistin. 
 
Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Necbîr Efrîn derbarê mijarê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
'BI MEHAN E EM JI ENDAMA XWE AGAHÎ NAGIRIN' 
 
Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Necbîr Efrîn, anî ziman ku endama wan Ciwana Ebdulbaqî ji roja hatiye girtin heta niha bi tu awayî agahî jê negirtine û wiha axivî: "Ev 2 meh in em bi tu awayî agahî ji endama xwe Ciwana Ebdulbaqî nagirin. Tenê carekî li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî. Heta ku niha kesek neçûye gel û di kîjan rewşê de ye kes nizane. Ew parêzerên ku me ji bo parastina Ciwana şandin jî  nehatine qebûl kirin. Di hêla qanûnê de gelek hincetan derdixinîn. Dixwazin ku dem dirêj bikin. Hewledanên me gelek çêbûn ku em xwe bigihîjînin Ciwanê, lê em mixabin her carê bi şêwazeke cuda têne asteng kirin. Ew hevalên me yên ku hatine berdan jî bi kefaletî hatine berdan. Ev jî şêwazê  siyaseta dewletên desthilatdare. Mirovî mecbûrî her tiştekî dikin. Ew hevalên me yên ku hatine berdan jî ji bo ku kar û xebatên xwe yên berê nekin tundiya derûnî li ser wan daye meşandin. Daxwaza wan a sereke jî ew e ku xebatên jin bi vî rengî bidin sekinandin û bi vî awayî jî xebatên wan hene. Di binçavkirinên jinan de jî pîranî vê esas digirin û di nava jinan de tirsekî didin ava kirin. Bi gefên 'Heger hûn careke din xebatên jin bidin meşandin, yan jî çalakiyên ku tên kirin de  hûn tevlî bibin wê li beramberî we helwesta me cuda bibe' Bi vî şêwazî li herêmê dixwazin xebatên me bi temamî bidin sekinandin. Bi taybetî ji bo ku jinan bixin di  bin kontrola xwe de  serî li van rêbazan didin. Ew dengên ku derdikevin dixwazin bêdeng bikin." 
 
'LI SER JINÊN GIRTÎ  ŞEREKE TAYBET DIDIN MEŞANDIN' 
 
Efrîn, diyar kir ku li herêmê hejmara jinên girtî gihiştiye asteke herî bilind û wiha got: "Li ser jinên girtî şereke taybet tê meşandin. Li herêmê hejmara jinên girtî pir zêde ye. Li ser jinên girtî jî şereke psîkolojîk tê meşandin. Bi giranî di vî aliyî de li ser jinên girtî de diçin. Ji bo ku hevalên jin gaveke paşve biavêje siyasete bi vî şêwazî didin meşandin. Heta ku ji wan bê  ji bo ku jinên girtî ji  têkoşînê dûr bikin û di têkoşînê de cihê xwe negire şereke taybet dide meşandin. Di pîranî di vî milî de li ser jinên girtî şereke pir taybet û stratejîk didin meşandin. Li herêmê gelek jinên rojnameger, siyasetmender di girtîgehê de ne. Li herêmê kî beramberî hikûmetê rabe û rexne bike dibe hedefa hikûmetê. Mirov nikare ferq û cudahiya bixe navbera  hikûmeta herêmî û hikûmeta Tirkiyeyê. Ji ber ku bi heman hişmendiyê û pergalê didin meşandin. Helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî jinên girtî çi be, ya  ya hikûmeta herêmê jî hemane. Bi hincetên vala  jinan ceza dikin. Rêbazê dadgehkirina Tirkiyeyê û Hikûmeta Herêmê bi heman şêwaziye. Girtinên herêmê sedî 50'î ji ber ku ji xeynî partiya hikûmetê endamtiya partiyeke din e. Ji xeynî xwe tu kesî naxwazin."
 
'QANÛN TÊN BINPÊKIRIN' 
 
Necbîr Efrîn, bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û anî ziman ku di girtîgehan de pêkanînên li dijmirovane pêk tên û got: "Li herêmê qanûnên heyî bi tu awayî nayên pêkanîn. Hikûmeta herêmî bi taybetî jî ji bo girtiyên siyasî tu qanûnan nas nake û pêk nayine. Bi mehan kesan esîr digire.  Beyî ku ev kes bê dadgeh kirin tê girtin. Bi mehanan ev kes bi tena serê xwe di binçavan de dimîne, lê bi tu awayî bi rêbazeke qanûnî nayê darizandin. Bê ku bêje sûce we çiye û me ji bo çi hûn binçav kirin? bê sedem kesan digire. Ev li vir êdî bûye pêkanîneke qanûnê. Weke rêxistina jin a RJAK'ê em dixwazin ku bi jinên girtî re hevdîtineke fermî pêk bînin lê ev daxwaziya me nayê qebûlkirin.  Çimkî hikûmeta herêmê RJAK'ê weke rêxistineke siyasî dibîne û ji ber wê jî di aliyê me de tiştên ku bên kirin zû bi zû nayên qebûl kirin. Ji ber ku dizanin li herêmê  xebatên ku tên meşandin serkêşiya wê RJAK dike. Ji ber wê milê RJAK'ê yê siyasî pîçek pêşe. Ji ber wê jî qasî ku ji destê wan tê me asteng dikin û nahêlin ku em jinên girtî re hevdîtinan bikin.Tu heq,hiqûq û qanûnan nas nake. Lê li beramberî van pêkanînan jî em bi jinan re têkiliyê de ne û têkoşîna xwe mezintir dikin." 
 
MA / Zeynep Durgut