AMED - Jinên farqînî ku amadekariya zivistanê dikin, bi zebze û fêkiyên ku li baxçeyên xwe çandine ava firingî, îsotan, rîçal, berên hişk û tirşiyê çêdikin.
Bi hatina payizê re çêkirina berên hişk, ava firingî û îsotan, tirşî, rîçal û hwd. dest pê kirin. Li Taxa Tekel a navçeya Farqînê ya Amedê jin li hewşên xwe amadekariya zivistanê dikin. Jinên ku zebze û fêkiyên ji baxçeyên xwe berhev dikin, wan ji bo zivistanê hazir dikin û bi awayekî palûteyî dixebitin.
Menzûre Kûrnek (57) anî ziman ku şûşeyên xwe dagirtine û niha ava firingî û îsotan çêdikin. Kûrnek, diyar kir ku berên ji bo zivistanê hazir dikin hemû yên baxçeyên wan in û got: "Pêşî em îsotan berhev dikin û wan ji bo dolmeyan û ava îsotan dineqînin. Em ên ji bo ava îsotan hûr dikin. Îsot pir tûj in, tiliyên me, çavên me dişewitin. Paşê em wan li makîneya destan dixin. Em îsotan davêjin hundirê makîneyê û em bi destikê wê digirin û badidin. Ev bi saetan dewam dike. Paşê em îston ku me li makîneyê xistine, em datînin ser tepsiyê û tepsiyê jî didin ber tavê."
FIYETÊN BIHA
Kûrnek, bilêv kir ku tiştên çêdikin di warê aborî de barê wan sivik dikin û got: "Berê me pir tişt hişk dikirin û me li derdora xwe belav dikir. Parvekirin hebû, xweş bû. Lê niha her tişt biha bûye, em mecbûr çêbikin. Jixwe berên marketan jî nexweş in."
KAREKÎ ZEHMET
Mûazzez Guneş (35) jî diyar kir ku menemenê çêdike û got: "Pêşî em firingiyan hûr dikin, paşê em îsotan jî bi heman awayî. Piştî vê em wan dikelînin. Piştî baş dikelin em wan dixin şûşeyan. Hevala min jî îsotan dibirêje. Em tenûrê dadidin û wan îsotan dixin nav agir. Paşê em wan derdixin û dixin kîsikan û herî dawî jî wan dixin sarincê. Bi rastî jî karekî zehmet e. Em ji şeveqê heya niha li ser pêyan e."
KED
Guneş, destnîşan kir ku berê 40 şûşe dadigirtin û got: "Lê niha her tişt biha bûye, em nikarin ew qasî dagirin. Berê me firingî bi lîre û nîvê dikirî, lê niha ne di biniya 3 lîreyan de ye û bêtahm in jî. Gava mirov bi destê xwe çêbike xweştir e. Berên marketan nayên xwarin. Ez rîçal, tirşî û berên hişk çêdikim. Tiştên xwezayî xweştir in."
MA / Eylem Akdag