STENBOL - Hevrêyên Gurbetellî Ersozê anîn ziman ku pênûsa wêrek a Ersozê tevî hemû zex û zoriyan jî dev ji nivîsînê bernedaye û ev yek berpirsiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê hemû xebatkarên çapemeniya azad ên jin.
Di ser koça Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gûrbetellî Ersoz re 22 sal derbas bûn. Ersoz ku di salên 1990'an de ji bo tarîtiyê veguherîne ronahiyê, pênûsa xwe hemêz kir. Ersoz, ji bo rastiyan binivîse xwe li pênûsê girt û di heman demê de bi serîrakirina xwe ya li dijî pergala baviksalarî jî navê xwe li nav rûpelên dîrokê nivîsî.
Ersoz, di 11'ê Tîrmeha 165'an de li gundê Zîver ê Palo ya Xarpêtê hatiye dinê. Heta 10 saliya xwe li qeraxa Çemê Mûradê û quntarên Koyê Spî jiyaye. Paşê daxilî nav têkoşîna gelê kurd dibe û tê girtin. Gava ji girtîgehê derdikeve jê re dibêjin, "Êdî bes e, bizewice." Ew jî dibêje: "Ji xwe ez evîndarê av, ax, dar û berên welatê xwe me. Ji xwe ez bi welatê xwe re zewicandîme."
Berî ku Ersoz çêbibe, wê çaxê bavê wê Talîp Ersoz, li bajarê Dûîsbûrg ê Almanyayê di kaneke madenê de dixebite. Gava Ersoz çêdibe, bavê wê navê Gûrbetellî lê dike. Di sala 1975'an de dayika wê ji bavê wê re nameyekê dişîne. Di nameyê de dibêje, êdî wext e ku Gûrbetellî û birayê xwe biçin dibistana navîn. Lê belê ji ber li gund dibistana navîn tune ye, dayik ji hevjînê xwe dixwaze ku ji bo hesreta wan bi dawî bibe û ji bo pêşeroja zarokên wan, wan jî bibe Almanyayê. Lê belê di sala 1972'an de birayê Talîp Ersoz, Huseyîn Ersoz ku ew jî li Almanyayê di înşeatê de dixebitî di qezayeke karî de jiyana xwe ji dest dide. Ji bo vê naxwaze li Almanyayê bimîne û ji hevjîna xwe dixwaze ku biçe Edeneyê cem xwişk û birayên wî. Bi vî awayî malbat di sala 1975'an de berê xwe dide Edeneyê.
BIRAYÊ WÊ TEVÎ 11 HEVALÊN XWE TÊ ŞEWITANDIN
Ersoz, piştî Lîseya Tenduristiyê kuta dike, diçe zanîneghê û paşê li zanîngehê di beşa kîmyayê de dibe akademîsyen. Ersoz, biroj dixwîne û bi şev jî ji bo destekê bide xwişk û birayên xwe li Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Çûkûrovayê dixebite. Piştî birayê wê Orhan Ersoz li Fakulteya Tibê bi cih dibe, ew û birayê xwe bi hev re dixwînin. Orhan Ersoz, gava dibe bijîşk di sala 1994'an de tayînî navçeya Hênê ya Amedê tê kirin. Di Tebaxa 1994'an de li sêgoşeya Licê, Pasûr û hezroyê şerek diqewime û tevî 11 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dide. Tevî hemû helwdanan jî malbat cenazeyê Orhan Ersoz nabîne. Gava Ersoz karê xwe yê akademîk dikir, di sala 1990'î de hat girtin û 2 salan di Girtîgeha Meletiyê de ma. Piştî ji girtîgehê derdikeve nikare karê xwe yê akademîk bike. Li ser pêşniyara hevaleke xwe di Rojnameya Ozgur Gundemê de dixebite. Di demeke kurt de li Tirkiyeyê dibe yeke derhênera weşana giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê.
Piştî birayê wê jiyana xwe ji dest dide, Ersoz jî di sala 1995'an de berê xwe dide çiyê. Di 7'ê Cotmeha 1997'an de jiyana xwe ji dest dide.Rojnamevanên jin, di sala 2014'an de 7'ê Cotmehê wekî "Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd" ragihandin û ji wê çaxê heya niha her sal vê rojê bibîr tînin.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Gulcan Derelî behsa Gurbetellî Ersoz kirin.
JINEKE WÊREK
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ku demekê Hevgerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê bû, diyar kir ku gava Ozgur Gundem hatiye avakirin parêzerê wê bûye. Keskîn, bilêv kir ku di vê pêvajoyê de Ersoz û rojnamevanên jin ên kurd ji nêz ve nas kiriye.
Keskîn ji bo Ersozê got: "Ji jinên ku min ew nas kirine jina herî wêrek û bihêz bû."
BIHÊZ Û BIBIRYAR
Keskîn, destnîşan kir ku Ersoz bi sekna xwe ya wêrek û bibiryar pêşî li ber rojnamevanên jin vekiriye û got: "Derbarê Gûrbetelliyê de tim ev tişt tê bîra min; keseke pêwendî bi mirovan re datanî, keseke bihêz, bibiryar û tim mafê gotinê dida kesê li hember xwe. Wêneyekî me bi hev re heye. Ev wêne di kokteyleke rojnameyê de hatibû girtin. Li wir ez, Gûrbetellî û birayê wê bi hev re ne. Pir hez ji birayê xwe dikir. Gava ew wêne hat girtin, me bi birayê Gûrbetelliyê yê fakulteya tibbê dixwend, lê biryar dabû dê tevli têkoşîna çekdarî bibe re axivîn. Gûrbetellî ji birayê xwe re digot tu dikarî bi bijîşktiya xwe jî xizmeta gelê xwe bikî. Birayê wê biryara çûnê da. Lê gava çû, tevî koma pê re hat qetilkirin. Ev girêdana wê ya ji bo birayê wê tim dewam kir. Jixwe di pirtûkeke ku behsa wê tê kirin de behsa birayê xwe dike. Di bîra min de tim ew hezkirina wê ya ji bo birayê wê maye."
BÛ CIHÊ BAWERIYÊ
Keskîn, anî ziman ku gava Ersoz bû gerînendeya rojnameya ku windakirina mirovên di binçavan de û kuştina mirovên bi îşkenceyê dihatin kuştin radigihand, ji bo jinan bû cihê baweriyê. Keskîn got: "Ev yek nîşan dide ku bê çi qasî bihêz e."
Keskîn, diyar kir ku wê demê çendî pir rojnamevanî nekiriye jî, lê qebûl kiriye ku navê wê wekî Gerînendeyya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bê nivîsîn û ev yek ji bo qencî û başiya Ersozê û Mûsa Anter qebûl kiriye.
DÎTINA JINÊ
Keskîn, diyar kir ku di çapemeniyê de zimanê berbelav zimanê baviksalariyê bû, lê Ersoz di çapemeniya kurdî de bû pêşenga pêşxistina dîtina jinê. Keskîn, bibîr xist ku cara ewil nûçeyên derbarê tahdeya li jinan tê kirin û tahdeya dewletê ya li tê kirin, di rojnameya Ozgur Gundemê de hatine weşandin û got: "Heger hûn rabin derbarê tahdeya li jinan tê kirin de nûçeyan çêbikin, divê hûn ji salên 90'î ve dest pê bikin. Heya hûn Ozgur Gundemê nexwînin û venekolin hûn ê nikaribin vê xebatê bikin. Ji lew re dê kêm bimîne. Bi rastî jî di vî warî de kedeke mezin a Gûrbetelliyê heye."
LI DÛ HEQÎQETÊ
Edîtora Yenî Yaşamê Gulcan Derelî jî anî ziman ku Ersoz ji ber zext û zoriyên ku di salên zanîngehê de bi wan re rû bi rû maye dest bi nivîsandinê kiriye û got: "Ersozê canê xwe di oxira vê heqîqetê de feda kir." Derelî, destnîşan kir ku ji bo mîrateya ku ji Ersozê dewr girtine bidomînin dê tim heqîqetê binivîsînin û di eşkerekirina polîtîkayên zext û zoriyê yên li hemberî gelê kurd de, roleke mezin a Ersozê heye.
Derelî, destnîşan kir ku ji ber ku Ersoz yekemîn gerînendeya weşana giştî ya jin e, ev ji bo wan cihê şanaziyê ye.
DÊ TÊKOŞÎNA WAÊ BIDOME
Derelî ku got "Gûrbetellî hîmeke tekûz a çapemeniya kurdî ye" anî ziman ku pênûsa wêrek a Ersozê tevî hemû zext û zoriyan jî dev ji nivîsînê bernedaye û ev yek berpirsiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê hemû xebatkarên çapemeniya azad ên jin.
Derelî, destnîşan kir ku dê têkoşîna Ersozê îro jî û sibê jî bidome.
MA / Esra Solîn Dal