Ji bo mîtînga jinan a Amedê destûr hat dayîn

  • jin
  • 13:36 14 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED - Ji bo mîtînga jinan a bi şîara “Ji nijadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye" li Amedê bê lidarxistin, destûr hat dayîn. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi şîara “Ji nijadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye" wê di 16’ê Cotmehê de, li Qada Îstasyonê ya Amedê, mîtîngê li dar bixe. Walîtiya Amedê ji bo lidarxistina mîtîngê destûr da. 
 
Mîtîng wê saet 13:00’an li Qada Îstasyonê bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, wê weke axaftvan beşdarî mîtîngê bibin. Koma Dîcle Firat û Koma Aryen wê piştî axaftinan derkevin ser dikê û stranan bêjin.