ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî birîna 30 sal ceza ya Ayşe Gokkan da û wiha got: “Mîna Ayşe got jin jiyan azadî cemreyeke ku ketiye cîhanê ye. Em destûr nadin ku hûn vê cemreyê ji holê rakin.”
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran bi armanca nirxandina geşedanên di rojevê de li navenda partiyê civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist. Di rojeva Başaran de 30 sal cezayê li Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan hat birîn, qeyrana aborî û muzakereyên butçeyê yên bi jinan re hene.
Başaran, da xuyakirin ku danişîna doza biryarê ya derbarê faîlên 33 ciwanên sosyalîst ên li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin pêk tê û wiha got: “Berpirsyarên hemû komkujiyan, bi polîtîkayên bêceza hiştinê hatin pakkirin. Em careke din dixwazin bêjin ku em ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin. Em ê li dijî kesên ku destê wan di vê komkujiyê de hene û yên komkujî pêk anîne têkoşîna edaletê bidomînin.”
TUNDIYA LI SER JINÊ
Başaran bi lêv kir ku komkujiyên li hemberî jinan û şîdeta li hemberî jinê bênavber dewam dikin û wiha berdewam kir: “Di deh mehên destpêkê yên sala 2021'an de 234 jin hatin qetilkirin. Li Îzmîrê, ji ber ku mêr nerehet in, li yûrda KYK'ê li jinan qedexe ye ku pijama li xwe bikin. Li Amedê zarokek dema ji dibistanê diçû malê rastî îstîsmara zayendî ya kesekî bi navê V.B hat. Lê çi bû, daraza ku her tim mêran diparêze bi gotina ‘temas nîne’ zilamê bi navê V.B berda. Mevlude Akgun a ku xwe parastibû ligel ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene jî mixabin nehat berdan. Doza Çîlem Dogan li Dadgeha Bilind hat dîtin. 15 ceza li Çîlem Dogan hatibû birîn. Darazê dîsa em matmayî nehiştin. Xwest ku cezayê Dogan were pejirandin. Em bi israr qîr dikin ku daraz zayendperest û mêr e. Dewlet bi darazê bi hêzên ewlehiyê mêr e û bûye dijminê sereke yê jinan.”
EM DEST JÊ BERNADIN
Başaran, destnîşan kir ku ew ê li her qadê Peymana Stenbolê biparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dest ji vê peymana ku jinan li dijî tundiya mêr, li dijî desthilata serdest a mêr diparêze, bernadin û em ê têbikoşin. Peymana Stenbolê li Parlamentoya Moldovayê hate qebûlkirin. Ev peyman berbelavtir dibe û tê qebûlkirin. Em dest jê bernadin, em li qadan, li ser kursiyên parlamentoyê li her derê ku em lê ne em dest ji peymanê bernadin. Ji bo ku bikeve meriyetê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
ÊRIŞA SER TÊKOŞÎNA JINÊ
Başaran di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Mînakeke din a êrîşên jinan Ayşe Gokhan e. Berdevka TJA'yê ye û herî dawî 30 sal ceza lê hate birîn. Jiyana Ayşe Gokkan bi têkoşînê derbas bû. Lê nefikirin ku wê ji ber sûcekê ceza girtiye. Sûcekî wê nîne. Ayşe di rastiyê de ji ber ku TJA û DTK hatin îllegalîze kirin, 30 sal ceza lê hate birîn. Mîna Hevseroka me ya DTK'ê Leyla Guven. Ji ber ku li vir sûcek hebû hevalên me nehatin cezakirin. Ji mêj ve ye ku êrîş li ser têkoşîna jinê û siyaseta demokratîk heye. Bi van êrîşan hewl didin jinan bêdeng bikin. Ayşe Gokkan yek ji hevalên me ye ku ji bo têkoşîna jinê têkoşiya ye û herî zêde berdêl daye. Eyşe hevaleke me bû ku li Nisêbînê mînaka şaredariyeke jin nîşan da. Di nava pênc salan de rastî astengî û zextên zêde hat. Ayşe Gokkan di nava 5 salên xwe yên li rêveberiya şaredariyê de 167 caran ket ber lêpirsînê. Di rojekê de 17 caran derket dadgehê û îfade da. Ji ber têkoşîna jinê da 83 caran hat binçavkirin. Der heqê wê de ji ber têkoşîna ji bo jinan zêdeyî 200 lêpirsîn hatin vekirin. Niha jî derbarê wê de bi lez û bez îddîaname amade kirin.
EM DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN
Di encamê de li hemberî van polîtîkayên zext û zordariyê serî tewandiye? Sekna wê ya li eywana danişînê careke din nîşan da ku ew ê serî netewîne. Cezayê we daye, tirsonektiya we nîşan dide. Cezayê ji Ayşe re hatiye dayîn ne tenê dane Ayşe. Di serî de têkoşîna jinên kurd, êrîşeke tolhildanê ya li dijî tevahiya tevgera jinên kurd e. Mîna Fîgen, Sebahat, Aysel, Gultan, Ayla û bi sedan jinên têkoşer ên niha dîl girtî ne. Em li hemberî daraza rêveberiya AKP'ê ya mêr bi hêrs in. Hêrsa me bêhtir têkoşîn e. Feraseta dijminane, zayendîparêz a li ser têkoşîna jinên kurd wê winda bike. Wek Eyşe got, jiyana jinan cemreyek e ku dikeve cîhanê û em ê nehêlin hûn wê tune bikin . Weke Eyşe gotî em kurd in, jin in, li vir in. Em dev ji têkoşînê bernadin.
XIZANTIYA JINÊ
Ev demeke dirêj e li dijî xizantiya jinan li qadê kampanyayan dimeşînin. Li pêşiya me muzakereyên budçeyê hene. Li gorî rapora zayenda gerdûnî ya forma aboriya cîhanê, Tirkiye 3 rêzan paş ketiye. Di nav 156 welatan de di rêza 130’emîn de cih digire. Li gorî vê yekê, di nava welatên ku di pêvajoya budçeyê de yên herî paşvemayî, jin in. Ma em mecbûrî vê yekê ne? Ev ji bo me qeder e? Jin dikarin tevlî pêvajoya biryardayîn û budçeya aboriyê werin kirin.
Di encama biryarên budçeyê yên hikûmetê de, pêkanînên hîn bi bandor û zelal dikare werin pêkanîn. Divê sozên hikûmetê yên li ser wekheviya zayendî bi cih werin anîn. Li cîhanê budçeyên zayenda civakî ji bo jinan jî tên çêkirin. Di sala 1984 'an de li Awûstralyayê budçeya zayendî hat kirin. Li Tirkiyeyê jî nîqaş hatin kirin.
BUDÇEYA LI SER ZAYENDIYA CIVAKÎ
Ji bo demekê komîteyeke jêrîn a budçeyê ya zayendî ya hesas hat avakirin. Li ser vê yekê lêkolîn hatin kirin û budçeya îsal jî mîna par navê jinê derbas nebû. Budçeyeke ku behsa jinê nayê kirin dixwazin çêbiklin. Desthilatdariya AKP’ê û MHP'ê di her firsendê de dibêjin welat li pêş e. Aborî û çêkirina budçeyê ne şefaf e. Bi budçeyeke zelal ev pirsgirêk dikare ji holê bê rakirin. Li dijî budçeya têgihiştina yek zayendî em ê komxebateke li ser budçeya zayendî lidar bixin. Em dê roja yekşemê li Stenbolê komxebatekê pêk bînin. Em ê nîqaş bikin ku ji jinan budçeyeke zelal, budçe û zayenda civakî çawa bê çêkirin.”