ENQERE - 22 parlamenterên jin ên HDP'yî, êrişa zayendî û îşkenceya li Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin, hatibû kirin, ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsîn.
Parlamenterên Jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), îşkenceya zayendî û êrişa ya li Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin, hatibû kirin, anîn rojeva Meclîsê. 22 jinên HDP'yî bi daxwaza bersivdayînê pêşniyazpirsek pêşkêşî Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kirin.
Parlementerên jin di pêşniyazpirsê de diyar kirin ku Garîbe Gezer a di sala 2016'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatibû girtin, piştî di 15’ê Adarê de cezayê hucreyê lê hat birîn, ji Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Jinan ku lê dihat ragirtin, sewqî Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F hatiye kirin.
Parlementeran ragihandin ku daxwaza derbasbûna qawişên 3 kesan a Gezera 22 rojan li Kandirayê di hucreya yek kesî de ma, nehatiye qebûlkirin û wiha gotin: “Gezer, a di hucreya yek kesî de tê ragirtin li hemberî vê rewşê, xistina bi zorê ya hucreya yekkesî şermezar kir û bi hêceta ku ‘çalakiyê dike’ hatiye xwestin ku bibin 'odeya singêrê'. Roja 24 'ê Gulanê tîmeke ji 8 jin û mêrên gardiyan pêk dihat ketine hucreya Gezer, lê dane û dema gardiyanên jin destên wê girtin, gardiyanên mêr bi postalên xwe pêl li stûyê wê kirine û bi deqiqeyan tundî lê kirine.”
ÊRIŞA ZAYENDÎ
Parlementeran, da zanîn ku Gezer ji aliyê gardiyanên jin ve bi erdê re hatiye kaşkirin û wiha berdewam kirin: “Şalwarê wê ji piya hatiye kirin, di beşa ku gardiyanên mêr tê de bûne bi awayekî nîv tazî bi erdê re hatiye kaşkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin Gezer ji hêla gardiyanên jin ve bi erdê re hatiye kaşkirin û tacîz lê hatiye kirin. Piştre ew avêtin 'odeya sifrê' ku bi temamî hatiye îzolekirin, bi kamerayên 24 saetan tê şopandin û tê de gardiyanên jin rastî êrîşa zayendî hatin. Pişt re ew avêtine ‘odeya bisunger’ ku 24 saetan bi kamerayan tê şopandin û bi temamî hatiye îzolekirin. Di vê odeyê de gardiyanên jin êrişa zayendî li Gezer kirine.”
ZEXTAN KIRIYE KU XWE ÎNTÎHAR BIKE
Parlementeran, destnîşan kir ku ji ber êrişa zayendî û tundiyê Gezer xwestiye di heman şevê de xwe întîhar bike û wiha gotin: “Gezer a ku birine revîrê rastî muameleya xerab hatiye û nehatiye dermankirin. Piştî van bûyerên travmatîk, Gezer a careke din xistine hucreya yek kesî, xwestiye di 7 'ê Hezîranê de hucreya xwe bişewitîne. Ji ber vê yekê careke din avêtine ‘odeya bisunger’ û 24 saetan li wir hatiye sekinandin. Di hevdîtina bi malbata xwe de, ji ber ku tiştên li wê hatine kirin ragihandiye, 5 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn û der heqê wî de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin. Hin nameyên Gezer hatine sansurkirin û hin nameyên wê jî nehatine şandin. Tevî ku ev demeke ev gilî û îdîa tên zanîn jî, ji aliyê dozgeriyê ve tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û der heqê berpirsyaran de tu doz nehatine vekirin.”
Parlementerê jin ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne ev pirs kirin:
“*Êrişa zayendî jî di nav de tundiya li Garîbe Gezer hatiye kirin, bi agahiya Wezareta we pêk hatiye?
* Sedema redkirina daxwaza Garîbe Gezer a çûyîna hucreya sê kesî çi ye?
* Derbarê personelên girtîgehê yên tundî li Garîbe Gezerê kirine de tu lêpirsîn hatine destpêkirin? Heke lêpirsîn hebe derbarê çend kesan de bi kîjan sûcan lêpirsîn hatiye vekirin? Heke lêpirsîn nehatibe destpêkirin çima nehatiye destpêkirin?
* Dozgerî çima derbarê beyanên tundiya li girtîgehê pêk hatiye de tevnagere?
* Gelo rast e ku xebatkarên tenduristiyê yên li girtîgehê di dema revîrê de li Gezer muameleya xerab kirine û tedawî nekirine? Derbarê xebatkarên peywîrdar de lêpirsîn hatiye destpêkirin?
* Gelo rast e ku hin nameyên Garîbe Gezer nehatine şandin û hin jê hatine sansurkirin?
* Odeyên weke ‘odeyên bisunger’ tên bi navkirin bi kîjan bingeha hiqûqî weke rêbazeke ceza tê bikaranîn? Li Tirkiyeyê di kîjan girtîgehê de û bi giştî çend ji van 'odeyên bisunger' hene?
* Li girtîgehan pêkanînên lêgerîna tazî û girêdayî vê êrişa zayendî didome? Ji bo ku ev pêkanîn were bi dawî kirin wê tu gav werin avêtin?”