Ben û Senê xera dikin: Em nikarin li cihekî din bijîn

  • jin
  • 09:45 11 Mijdar 2021
  • |
img

AMED - Rûxandina li Taxa Ben û Senê didome. Jinan bal kişandin ser çanda taxê û gotin: "Em nikarin li cihekî din bijîn." 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tainî wê hatiye kirin, di 10'ê Tebaxa 2020'î de di bin navê "restorasyona sûran û paqijkirina derdora wan" de xaniyên li dora Birca Ben û Senê yên li Taxa Şehîtlikê ya navçeya Bajarê Nû daxilî nav "îstimlaqkirina mecbûrî" kiribûn. Rûxandina van avahiyan didome. 
 
Taxa Ben û Senê di salên 1970'yan de hatiye avakirin. Piraniya taxê ji kesên ku di salên 90'an de gundên wan hatine şewitandin û valakirin pêk tê.Li gor biryara ku qeyûm girtiye li vê taxê nêzî 200 xênî û avahî hatine îstimlaqkirin. Di meha Sibatê de dest bi xerakirina 72 bînayan û 83 avahiyên serbixwe hat kirin. Di 9 mehên borî de gelek avahî hatine xerakirin.
 
Jinên taxê diyar kirin ku dê bi avahiyên bilind ew çanda wan a taxê nemîne û bertek nîşan dan. 
 
MA DÊ XIZAN BIÇIN KU?
 
Şadiye Kaya (45) ku nêzî 25 sal in li vê taxê ye û 9 zarokên xwe li vê taxê mezin kiriye pirsî: "Ev taxeke xizan e, em li gor qeweta xwe debara xwe dikin. Dîmena taxa me xweş e, cîrantî baş e. em hînî hev bûbûn, em bûbûn malbat. Li ber malên me cihên ku em nanê xwe lê dipihêtin hene, cihê ku em xaliyên xwe lê dişon hene. Lê tên xaniyên me xera dikin. Me ji taxê derdixin. Em di kirê de ne. Lê gava em biçin têkevin apardûmana, em ê çawa debara xwe bikin. Tiştên ku em li vira dikin, em ê nikaribin li tu derê jî bikin. Em kesên xizan îja em ê biçin ku?"
 
Kaya, diyar kir ku hê dor nehatiye xaniyê wa û got: "Ji ber vê rûxandinê derûniya me xirab bûye. Em naxwazin xaniyên me bên xerakirin. Lê xaniyên cîranên me yên li jor xera kirin. Ger xaniyên me bên xerakirin em ê perîşan bibin, em ê li derve bimînin. Jixwe krîza aborî heye. Em 400 TL heqê kirê, 180 TL jî heqê ceryanê didin. Li malê kes naxebite." 
 
CÎRANTÎ
 
Ayşe Guler ku 22 sal in li vê taxê ye bilêv kir ku li taxê feraseta palûteyî heye û ger xanî bên xerakirin dê ev têkilî jî ji holê bên rakirin. Guler got: "Ez naxwazim biçim cihekî din. Her ku çav bi xaniyên xerabe dikevim û cîranên min ên çûyî tên bîra min, digirîm. Em bûbûn malbat." 
 
Guler, bal kişand ser krîza aborî û betaliyê û got: "Ez naxwazim di apardûmanan de bimînim. Bi vê aboriyê em ê nikaribin di wan şertan de debara xwe bikin." 
 
Hulya Demîr (42) jî anî ziman ku 8 sal in li vê taxê ye û got: "Radibin 60-70 hezarî ji bo xaniyên me didin ber me. Ma vî zemanî kî dikare bi vî perey xaniyan bikire? Dewlet tenê me perîşan dike. Jiyana taxê xweş e, lê me derxin em ê çawa debara xwe bikin?" 
 
NIKARIM BIJÎM'
 
Zarîfe Dûrmûş a (60) salî ji zarokatiya xw eve li Ben û Senê ye. Dûrmûş, gava 10 salî bûye malbata wê hatiye vê taxê. Dûrmûş, 10 zarokên xwe li vê taxê mezin kirine. 
 
Dûrmûş got: “Bi salan e em li vira ne. Em ji vir hez dikin. Dibe ku xaniyên me kevn bin, lê em li vira debara xwe dikin. Ez nanê xwe li tenûrê dixim. Zarokên min bê serwîs diçin dibistanê. Îja ez ê li wan deverên qelebalix û di apardûmanan de çawa bijîm? Nikarim bijîm. Hin kesan îmze dan. Em naxwazin xaniyên me bên xerakirin." 
 
MA / Eylem Akdag