Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li dijî êrişan dema azadiyê ye

  • jin
  • 14:06 12 Mijdar 2021
  • |
img
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê ku ragihand li dijî êrişên ser destkeftiyên wan dema azadiya jinê ye, diyar kir ku li dijî tundiya dewlet-zilam, şer û xizaniyê wê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna xwe ya di 10’ê Mijdarê de di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li dar xistibû aşkere kir. Meclîsa Jinan a ragihand ku wê bi dirûşmeya “Li dijî tundiya zilam û dewlet, şer û xizanî em ê li her derê ne” li qadan bin, 25’ê Mijdarê diyarî Denîz Poyraza ku di avahiya rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin kir. 
 
‘DIVÊ RÊYA SÊYEMÎN HIN BERFIREHTIR BÊ NIQAŞKIRIN’
 
Jinan, di encamnameyê de Şoreşa Rojava jî pîroz kirin û wiha gotin: “Me Meclîsa xwe ya Jinan bi pîrozkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê vekir. Em wekî jin Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan pêk hat, pîroz dikin. Me bersiva kesên ku digotin ‘Kobanî ket’ û bi çeteyên DAIŞ’ê re êrişî destkeftiyên kurdan dikirin, di şoreşa Rojava de da û îro jî bi têkoşîna xwe em ê bersiva wan bidin. Me di civîna xwe ya Meclisa Jinan ku bi vê biryardariyê pêk anî de soza wê li dijî rejîma mêr ku dijminê jin û kurdan e,  jiyanê bi hev re ava bikin, dubare kir. Yek jê sernava herî girîng a niqaşên me jî wê wekî jin em ê siyaseta rêya sêyemîn çawa ava bikin, bû. Di civînê de nêrîna di rojên pêş de divê siyaseta rêya sêyemîn hîn firehtir bê nîqaşkirin û nexşerêya wê bê diyarkirin, derket holê. Li ser vê sernavê hat hedefkirin ku bi hemû saziyên jinan re bê axaftin û bi amadekirina bernameyeke dewlemend dengê hemû jinan bi rêya sêyemîn bidin bihîstin.” 
 
‘BÛN HÊZA BINGEHÎN KU DESTHILATÊ BIHEJÎNIN’
 
Jinan diyar kir ku xaleke din a di encamnameyê de anîna ziman a siyaseta cezakirinê ye û wiha berdewam kirin: “Di nîqaşan de hat tespîtkirin ku em di pêvajoya tifaqa desthilatdara mêr a AKP’ê û MHP'ê de êrişên herî cidî li hemberî xebatên jinan û destketiyan dike de dijîn. Li dijî van êrişan bêyî ku em bibin ‘mexdûr’ û ‘meqbûl’, wekî jin li ser piyan man, têkoşiyan û bûn hêza bingehîn ku îktîdara serdest bihejînin. Ji ber vê yekê îktîdarê li dijî kesên berxwedêr siyaseta cezakirinê kûr kir. Îro sedema cezayê ku li Berdevka Demî ya TJA’ê Ayşe Gokkan a bi salan e ji bo azadiya jinan têdikoşe, hat birîn ev berxwedan e. Sedema cezadayîna ji bo parastina cewherî ya Çîlem Dogan ku bi salan rastî îşkenceya sîstematîk hat jî ev e. Başak Cengîz ku ji ber bêparastin bû li kolanê hat qetilkirin û Çîlem Dogan ji ber mafê xwe yê parastina cewherî bi kar anî hat cezakirin, bi awayekî vekirî nîşaneya dijminatiya mêrê serdest a li hemberî jinan e.”
 
 ‘EM Ê TU CAR DEV JI GOTINA XWE BERNEDIN’
 
Jinan, da zanîn ku mêrê serdest êrişên xwe yên li dijî destkeftiyên jinan ku bi têkoşînê bi dest xistine, didomîne wiha gotin: Kesên ku Peymana Stenbolê betal kirin, dixwazin bi gotina ‘Kî bi Peymana Stenbolê dest bi hevokê bike divê destpêkê jinên me nerazîbûn nîşan bidin’ jinan bînin li hemberî hev. Em ê bi avakirina tifaqa jinan û mezinkirina têkoşînê bersiva herî baş bidin van êrişan. Wê jin dev ji Peymana Stenbolê bernedin! Wê Meclîsa me ya jinan di 25’ê Mijdarê de bi dirûşma ‘Li dijî tundiya mêr-dewletê, şer û xizaniyê em li her derê ne’ dakevin qadan. Li dijî tifaqa mêr ku xizaniyê li jinan ferz dike û keda jinan tune dihesibîne, em ê tu carî dev ji gotina xwe ya ‘Ji xizaniya jinan re na, ji bo jinan edalet’ bernedin. Li dijî her cureyên polîtîkayên şer, dagirkerî û mêtingeriyên ku li herêmên me tên meşandin, em ê îtîrazên xwe li her qadê bînin ziman û em ê aştiyeke bi rûmet û adilane bi hev re ava bikin. Em careke din bi awayekî biryardarî diyar dikin ku wê li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ku hem li hundir û hem jî li derve dixwaze jinan bike bin tecrîdê, têkoşîna azadiya jinan bi ser bikeve. Li dijî êrişên li ser destkeftî û mafên me dem dema azadiya jinan e, dem dema hilweşandina desthilatdariya mêr a AKP-MHP’ê ye, dem dema pêkanîna tifaqa jinan û avakirina jiyana nû ye. Di 25’ê Mijdarê de li kolanan, li meydanan dem dema gotina ‘li dijî tundiya mêr-dewletê, şer û xizaniyê em li her derê ne’ ye.”