NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo 25'ê Mijdarê jinan li gelek bajaran çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de jinan bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî wan tên meşandin û banga têkoşîna li dijî vê polîtîkaya dewletê kirin.
Bernema û çalakiyên ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê de ji aliyê jinan ve tên lidarxistin didomin. Ji aliyê Meclisa Jinan a HDP'ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin û tundiya bi destê dewletê û zilaman a li ser jinan hat şermezarkirin. Di çalakiyan de bang li jinan hat kirin ku di 25'ê Mijdarê de derkevin qadan û dengê li polîtîkayên dewletê yên li dijî wan tên meşandin derbixin.
WAN
TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê ya Wanê, starta çalekiyên 25'ê Mijdarê ku wê li bajar bên lidarxistin dan. Li avahiya HDP'ê ya Rêya Armûsê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Li dijî şer, tundî û xizaniyê dema azadiya jinê" hat vekirin. Her wiha di daxuyaniyê de dovîzên “Xweparastin ne sûc e, maf e" û “Qetlîama jinan qirkirina civakê ye” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê ya Armûşê Canan Ûzûnay axivî.
BANGA MEŞÊ
Canan Ûzûnay, diyar kir ku li dijî qirkirina jinan a kapîtalîzmê dibêjin "Dema jinê" û ev tişt got: "Têkoşîna ku didin em ê bi her awayî bigihînin serkeftinê. Haydarbûna civakê em bi nêrina jinan pêk tînin û bi vê berpirsyariyê em amedekariyên 25'ê Mijdarê dikin." Ûzûnay, destnîşan kir ku bi vê daxuyaniya xwe starta çalakiyên ku dê heta 25'ê Mijdarê li dar bixin didin û ev bang kir: "Weke her car wê li kuçe, tax, gund û navçeyan xebatên me hebin. Li vir banga me li hemû jinan e; werin em tev bi hev re li dijî her cure tundiyê derkevin. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî meşa ku em ê di 25'ê mijdarê de li dar bixin bibin."
MÊRDÎN
TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê ya Mêrdînê jî starta çalekiyên 25'ê Mijdarê dan. Jinan li avahiya HDP'ê ya Kerboranê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de jinan pankarta " Dema Jinê" ku wêneyê Denîz Poyraz li ser bû vekirin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP'e ya Kerboranê Hatîce Gevcan axivî û got ku wê bi zihniyeta baviksalarî pirsgirêkên jinan neyên çareserkirin.
LI HER DERÎ TÊKOŞÎN
Piştre Pero Dundar axivî û ev tişt anîn ziman: "Tundî li bajarên kurdan bûye çandekî. Tundî ne tenê li malan li herêmê tundiyeke polîtîk tê pêkanîn. Bi hiqûqê pêşî li tundiyê nayê girtin û bêceza tê hiştin. Ji bilî xweparastina tu rê li pêşiya jinan nemaye. Em ê li her derê têkoşînan li dijî tundiya li ser jinê mezin bikin."
Piştî Dundar, dayika Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê dest dirêjî wê hatibû kirin Halîme Gezer mafê axaftinê girt û bertek nîşanî îşkenceya ku li keça wê tê kirin da û got ku wê li dijî îşkenceyê bêdeng nemînin û hesab bipirsin.
Dema axaftina xwe Dayik Gezer bi ser hişê xwe ve çû. Jinan dayika Gezer birin mala wê û çalakiya xwe bi dûrişmeyan bi dawî kirin.
ŞIRNEX
Li navçeya Qileban a Şirnexê jî Meclisa Jinan a HDP'ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê de panelek li dar xistin.Rêveber û endamên Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe, endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê û gelek kes tevlî panelê bûn. Di panelê de pankarta "Li hemberî pergala zayendî afirandina têkoşîna jinê" hat daliqandin. Moderatoriya panelê rêvebira HDP'ê ya Şirnexê Zozan Aksû kir. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û Parezera Komeleya Rosa ya Jinan Leyla Kara jî weke panelîst di panelê de axivîn.
'DIVE EM TEŞHIR BIKIN'
Parezer Leyla Kara polîtîkaya darazê ya li hemberî jinan nirxand û wiha axivî:" Bi taybetî li herêma Botanê dewlet polîtîkayeke taybet dide meşandin. Li herêmê yek ji pêkanînan şerê taybet jî fuhuş, tacîz û tecawîza ku ji aliyê dewletê ve tê meşandine. Li herêmê ew kesên ku vî tiştî didin meşandin, ji aliyê dewletê ve tên parastin. Ev şer ji salên 90'yan destpê dike û heta roja me tê. Li Mêrdînê doza N.Ç. mînak bidin. N.Ç. zarokeke 13 saliye. Ji aliyê gelek ceedevan û leşkeran ve tê tecawîzkirin. Lê dadgeh dibêje ku îradeya wê heye û faîlên wê bê ceza dihêle. Dîsa li Sêrtê Îpek Er ji aliyê çawişê pîspor Musa Orhan ve hat tecawîzkirin û piştre bû sedemê mirina wê. Lê dadgehê ev faîle jî serbest berdan. Dema ku serbest berdidin jî dibêje,' Dewlet pişt mine' faîlên jinan hemû ji bi vî rengî hatin berdan. Ji Colemêrgê heta Cizîrê xeta fuhuşê çêkirine. Di encamê vê de 2 jin hatin qetilkirin. Dewlet bi zanebûn û bi awayeke sîstematîk vî tiştî dide meşandin. Dîroka van pêkanînên wan jî hene. Van pêkanîna herî zêde jî li Kurdistanê didin meşandin. Bi van pêkanînan dixwazin ku îtîbar û şexsê jinan tune bikin û bêexleqiyê bidin meşandin. Lê di her hêlê de divê em van teşhîr bikin û îfşa bikin."
'BI TAYBETÎ TÊKOŞÎNA JINAN HEDEF DIGIRIN'
Piştî Kara Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî û ev tişt anîn ziman: "Em weke HDP û TJA li ser xeteriyên ku jin jiyan dikin têkoşîn didin. Ji bo ku em çawa bikaribin li hemberî van êrîşên li ser civakê bisekinin hewledanên me hene. Her sal bi minesebeta 25'ê Mijdarê de em bi hezaran jinan re tên gel hev. Li hemberî qirkirina li ser jinê û tecrîta li ser birêz Ocalan em dikarin çawa tebikoşin? Em jin çawa dikarin li hemberî qirejiyên ku ji hêla hêzên ewlehiyê ve li Kurdistanê pêk tên tebikoşin? Di welatê me de gelek alî li ser jinan erîş çêdibin. Her roj di kolanan de jin tên qetilkirin. AKP hatiye li ser îktîdarê heta niha tundî û qirkirina jinan gelek zêde bûye. Ev polîtîkayeke taybete. Di mejiye desthilatdaran de ev tişt heye, heger hûn bikaribin civakekî teslîm bigirin bêriya her tiştî erişî jinan dikin. Heger jin ne birexistin kirî be, teslîm girtina wê civakê rehetir be. Ji ber wê jî dewlet bi taybetî têkoşîna jinan hedef digirin."
Panel bi dirûşmeyên " Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
ÊLIH Û EDENE
Bi heman armancî li Êlih û Edenê jî TJA û meclisên jinan ên HDP'ê yên her du bajaran ve daxuyanî dan û starta 25'ê Mijdarê hat dayîn. Li Êlihê di 16'ê mijdarê de çalakî dest pê bikin wê heta 25'ê Mijdarê bidomin. Li Edenê jî wê çalakî di 19'ê mijdarê de dest pê bikin û di 25'ê Mijdarê de bi meşeke girseyî bi dawî bibin.