AMED - Jinên kurd di bin banên cuda de bênavber têkoşiyan û niha di bin banê TJA'yê de têkoşîna xwe didomînin. Aktîvîsta TJA'yê Naşîde Toprak got her çend sîwanên têkoşînê hatine guhertin jî lê berxwedana wan nehatiye guhertin.
Jinên kurd ên ku xwediyê têkoşîneke dûr û dirêj in, ji Komeleya Tealî ya Jinên Kurd a di salên 1919’an de heta Komela Jinên Şoreşger a Demokratîk (DDKAD) a salên 1970’yî dest ji têkoşînê bernedan. Jinên kurd ku îro di têkoşîna azadiyê de bi rêxistinên cihê yên cîhanê re roleke girîng lîstin, di dîrokê de qonaxeke nû şikand. Jinên kurd ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de rûpeleke nû di dîroka cîhanê de vekir, pergala Hevserokatiyê jî pêş xist û berfireh kir.
TÊKOŞÎNA KU JI DOKH’Ê HETA TJA’YÊ DIDOME
Tevgera jinên kurd birêxistinkirina têkoşîna jinan di bin banên cuda de hem bû deng û rengên jinan hem jî bû pêşengên jiyaneke nû. Jinên kurd ên ku cara yekem di bin sîwana Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) ku di sala 2005’an ku hat avakirin xwe bi rêxistin kirin. Di navbera 31’ê Çile û 1’ê Sibatê de 1’emîn Kongreya Jinan bi dirûşma “Ji bo netewa demokratîk bi meşeke jinan ber bi azadiyê ve" li dar xist. DOKH'ê tevî hemû astengî, zext û zehmetiyan bi salan xebatên xwe domand û li dijî tundî, zext, komkujî, tacîz, fuhuş û gelek pirsgirêkên din ên li ser jinan rabû. Bi nûkirina modela rêxistinbûyîna jinên kurd, 10 sal şûnde di sala 2015’an de di bin banê Kongreya Jinên Azad (KJA) de rêya xwe domand û kongreya KJA’yê di 1’ê Sibata 2015’an de li dar xist. KJA'yê ku 29 nasnameyên etnîkî di nav xwe de dihewand û bi perspektîfa jinan bal kişand ser çareserkirina pirsgirêkên aborî, çandî, civakî û huqûqî. Lê belê di 12'ê Mijdara 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin.
Jinên kurd ên ku dest ji têkoşînê bernedan vê carê di 20’ê Mijdara 2016’an de di bin sîwana Tevgera Jinên Azad (TJA) de hatin cem hev. TJA bi taybetî bi polîtîkayên şerê taybet li dijî jinkujî, nîjadperestî û asîmîlasyonê têkoşîn da. TJA'yê jî ji roja damezrandina xwe heta niha gelek kampanya pêk anîn.
Kampanyayên ku TJA'yê ji sala 2017'an û vir ve li dar xistiye ev in:
* TJA ku di 26'ê Çileya 2017'an de li Amedê dest bi kampanya "Ji dîktatoriyê re na" kir, di 29'ê Çile de li Stenbolê bi sernavê "Ez Rêbertiya xwe, axa xwe û azadiya xwe diparêzim" kampanya ji 2 qonaxan pêk dihat li dar xist. Li Amedê jî bi dirûşmeya “Em ê bi Rêbertî teqez bi ser bikevin” kampanya hat birêvebirin.
* Di 11’ê Hezîrana 2017’an de li Stenbolê kampanyaya “Tecrîd wê winda bike, azadî wê bi ser bikeve” li Stenbolê hatibû destpêkirin. Li aliyê din li Êlihê ji bo balê bikşînin ser polîtîkayên tundiyê kampanyaya “Em ê Qirkirina Jinan Rawestînin, Em ê Jiyanê Azad bikin” ku ji 3’yê Tebaxê heta 25’ê Mijdarê 4 mehan berdewam kir hat destpêkirin.
* 22 aktîvîstên TJA’yê di 10’ê Kanûna 2018’an de ji bo xwedî li daxwazên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li Zindana Amedê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin.
* Di sala 2019’an de li 5 herêman li dijî qetlîamên jinan, qirkirina çandî, îstismara zarokan û qetlîamên xwezayê kampanyaya “Ji bo guhertin û azadiyê rabin ser piyan” hate destpêkirin.
* Di 21’ê Gulana 2020’an de TJA’yê bi rêxistinên jinan ên navneteweyî re ji bo azadiya girtiyên siyasî kampanyaya “Piştgirî me dide jiyandin” da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de bi taybetî bal hat kişandin ser rewşa girtiyên jin.
* Di 15’ê Îlona 2020’an de li dijî tacîz, destavêtin, qirkirina siyasî û êrişên li ser baweriyan û her wiha li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê têbirêvebirin, kampanya “Em xwe diparêzin” ku wê 4 mehan bidomiya hat destpêkirin.
* Kampanyaya ku di sala 2021’an de li Stenbolê bi şîara “Li dijî jinkujî, nîjadperestî, şer û tecrîdê em ber bi azadiyê ve dimeşin” hat destpêkirin. Di 16’ê Cotmehê de li Amedê jî bi dirûşmeya “Êdî bes e ji nîjadperestî û zayendperestiyê re dem dema azadiya jinê ye” mitîng û di dîrokên din ên cuda de rêzeçlakaî hatin lidarxistin.
Jinên ku di çarçoveya van kampanyayan de qadan neterikandin, di dem û cihên cuda de hatin binçavkirin, girtin û darizandin. Ev darizandin û girtin hêj didomin.
Em bi aktîvîsta TJA'yê û Hevşaredara Farqînê ya qeyûm danîn şûna wê Naşîde Toprak re li ser têkoşîna jinên kurd û nexşerêya nû ya TJA'yê axivîn.
HÊCETA TÊKOŞÎNÊ
Toprak destnîşan kir ku her çiqas sîwan ango saziyên têkoşîna jinên kurd her çiqas hatibin girtin û guhertin jî lê belê berxwedana wan neguheriye û têkoşîna wan têkoşîneke civakî ye û didome û wiha got: "Li aliyekê tinekirina polîtîkayên netew-dewletê, li aliyê din jî têkoşîna jinan a civakî ye." Polîtîkayên zext û tundiyê yên zîhniyeta serdest a mêr a li ser jinê bi salane bûne sedema têkoşîna jinên Kurd. Jin li dora nasnameya jina azad kom bûn, bi rêxistinbûn û têkoşînê nasnameya xwe ya jinê li nasnameya xwe ya netewî zêde kirin. Di pêvajoyên ku di encamê de gelek saziyên jinan avabûna banek; Li dijî zîhniyeta serdest a mêr, olperestî, netewperestî, zayendperestî û kapîtalîzmê têkoşiya û çareserî pêşkêş kir. Her wiha êrîşên li ser jinên ku li ser zemîna ku jin tên kuştin, destavêtin û keda wan tê îstîsmarkirin têdikoşin jî radixe ber çavan."
RÊXISTINBÛYÎNA KU MEZIN DIBE
Toprak bal kişand ser girîngiya kampanyayên heta niha li dar xistine û got: “Kampanyayên ji bo ku pirsgirêkan diyar bikin û çareseriya civakî bikin, çalakiyên tên lidarxistin. Rêbazeke din a afirandina bîranîneke hevpar jî bi organîzekirina kampanyayan, eşkerekirina têkoşînê ye. Kampanyayên ku heta niha hatine kirin, exlaqê pergala heyî, avabûna malbata klasîk, zilamtiya serdest, polîtîkayên ku dixwazin civakê xera bikin derketin holê. Lê belê siyaseta demokratîk, malbata demokratîk, nasnameya jina azad û jiyana ekolojîk weke çareserî pêşkêş kir. Bandora kampanyayan di serdema nû de pêwîstî bi kampanyayeke nû çêkir. Dibêjin 'Em êdî namûsa tu kesî ne, rûmeta me azadiya me ye'. Li ser mafê xweparastinê yê jinan bi rehetî dikare were axaftin. Li gel vê jî kampanya ji bo komkirina bi hezaran jinan, gihandina dengê hevpar û derxistina polîtîkayeke hevpar bûye amûr."
JINEK KU NEHATIBE DARIZANDIN NÎNE
Toprak da zanîn ku bi salane polîtîkayên zext û tirsandinê li ser jinên kurd tên meşandin û got: “Atmosfera tirsê bi binçavkirin, girtin, dersînorkirin û sirgûnan pêk tê. Ev polîtîkayên ku ji bo terorkirina têkoşîna jinê û windakirina rewatiya wê hatine pêşxistin, îfadeya tirsa ji nasnameya jinê ya bi tevahî azad e. Her wiha polîtîkayên asîmîlasyon, fuhûş û tiryakê jî weke polîtîkayên qirêjkirina civakê bi rêya jinan tên bikaranîn. Yên ku bertek nîşanî êrîşên li ser azadiya jinê dan, bi salan e hewl didin bitirsînin. Yek jineke rêxistinkirî jî nîne ku neyê darizandin. Zîndan tijî jinên kurd in. Derbasbûna li pêşiya HDP'ê, tevlîbûna 8'ê Adarê, hesabê 25'ê Mijdarê ji kujerên jinan pirsîn, heta daxuyaniya çapemeniyê jî hincetên darizandinê ne. Her ku dozên li edliyeyê zêde dibin, têkoşîna jinên kurd jî bi heman sekn û baweriyê didome.”
KAMPANYAYÊN NÛ BERDEWAM DIKIN
Toprak anî ziman ku ew bi kampanyaya "Dema azadiya jinê ye" têkoşîna xwe didomînin û got: "Ji niha û pê ve em ê bi kampanyayên li gorî ruhê serdemê têkoşîna xwe bidomînin. Li hemberî polîtîkayên tirsandinê, daraz, hiqûq û zîhniyeta desthilatdar a desthilatdariyê em ê gav paşde navêjin. Îdiaya me ya li dijî vê pergala mêrane ya tevahî ev e; Em ê mekanîzmayên civakî çalak bikin û teqez em ê ji niha û pê ve destkeftiyên jinan vala dernexin.”
MA / Eylem Akdag