ENQERE - Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatîce Onaran, destnîşan kir ku girtiyên jin bi pêkanînên derî mirovahiyê re rû bi rû dimînin û got: "Li dijî pêkanînên dijminane têdikoşin. A dikeve ser milê me jî, em wan bi tenê nehêlin."
Polîtîkayên dij jinan ên AKP'ê tenê ne li derve, li girtîgehan jî tên pêkanînç Ev polîtîkayên ku li girtîgehan veguherîne îşkenceyê, li hemberî jinên girtî wekî destdirêjî û tacizê jî rû didin. Li Girtîgeha Kandira ya Jimare 1 a Tîpa F'yê piştî Garîbe Gezer ji ber ku li ber cezayên hucreyê yên li ser hev lê hatibûn birîn rabûbû, gardiyanan destdirêjî wê kiribû. Ev yek bi tena serê xwe jî asta tahdeya li girtîgehan tê kirin dide der.
Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Hatîce Onaran, têkildarî binpêkirinên mafan ên girtiyên jin bi wan re rû bi rû dimînin axivî.
Onaran, destnîşan kir ku li girtîgehan piştî ji dêvla pergala qawîşan pergala hucreyan pêk hat, zext jî zêde bûne. Onaran, bibîr xist girtî sirf ji ber ku bi biskuvîtan pasteyan çêkirina cezayê hucreyê li wan hatiye birîn û got: "Wekî hincet jî hatiye gotin ku biskuvît derî armancê hatiye bikaranîn. Girtiya ku kincê xwe kiriye potik jî bi hinceta derî armancê hatiye bikaranîn, ceza lê hatiye birîn. Em bi rewşeke wisa trajîkomîk re rû bi rû ne."
BI TAYBETÎ TÊN PERWERDEKIRIN
Onaran, destnîşan kir ku jinên girtî wekî metayeke zayendî tên dîtin û got: "Ev hemû ji ber feraseta pergalê û îqtidara heyî ne. Gardiyanan jî bi taybetî perwerde dikin. Em asta herî jor a 'notirvaniya namûsê' di liv û tevgerên gardiyanan ên li dihî girtiyên jin de dibînin."
PÊKANÎNÊN DERÎ MIROVAHIYÊ
Onaran, destnîşan kir ku giliyeke zêde ya girtiyan jî binpêkirina mafê tenduristiyê ye û got: "Piraniya pêkanînan derî mirovahiyê ne. Mesele yek ji vana lêgerîna li hundirê dev e. Gelek girtî sirf ji bo bi vê pêkanînê re rû bi rû nemînin naçin nexweşxaneyê. Her wiha ferzkirina muayeneya bi awayekî kelemçekirî heye. Wesayîta rîngê jî bi tena serê xwe îşkenceyek e. Girtiyên astengdar jî li wê wesayîtê siwar dikin."
LÊGERÎNA TAZÎ
Onaran, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Girtî gelek caran heqê xwarin û vexwarinên xwe kêm dikin ji bo amûrên paqijiyê bistînin, lê belê ev jî tê sînordarkirin. Em dizanin an maske tune ne, an jî bi fiyeteke pir biha tênf irotin. Girtiyan nabin revîrê jî. Bi taybetî li Girtîgeha Bakirkoyê giliyên bi vî rengî pir in. Dibêjin bi tu awayî wan nabin revîrê û çendî girtîgeheke jina ye jî, di warê nexweşînên jinan de wan nabin revîrê. Li têketin û derketinê bi lêgerînê re rû bi rû dimînin. Piştî sewqê hî lêgerîna tazî tê ferzkirin."
ODEYA MUAYENEYÊ
Onaran, destnîşan kir ku bi taybetî di dema mauyeneyê de esker ji odeyê dernakevin û got: "Girtî, ji ber nexweşînên jinan diçin nexweşxaneyê. Li wir hebûna kesê sêyem binpêkirina maf û edaletê ye. Ji ber vê hin girtî muayene nabin. 3 jê ji Bakirkoyê, 2 jê ji Gebzeyê û 1 jê ji Kandirayê 5-6 girtiyên jin serî li me dane. Di 9 mehan de nêzî 30 serlêdan hatine kirin."
ASTENGKIRINA PÊWENDIYÊ
Onaran, bal kişand ser astengkirina mafê pêwendiyê yê girtiyan jî got: "Mafê nûçewergirtinê yê girtiyan tê binpêkirin. Pirtûk jî wekî 'diyarî' tên qebûlkirin. Di cejnan an jî rojbûnan de tên dayîn, lê carinan jî bi awaykî kêfî nayên dayîn. Ew bi xwe pîvanên xwe binpê dikin."
HIQÛQA DIJMINATIYÊ
Onaran, destnîşan kir ku ji sala 2016'an heya niha tecrîda li girtîgehan pir dijwar bûye û got: "Hemû peywirdar wekî dewletê hereket dikin û feraseta dewletê bi awayekî sîstematîk û dijminatiyê pêktînin. Gava girtî diçins er bijîşk li ser dosyeya wan ji ber kîjan dozê hatibin girtin tê nivîsandin."
TÊKOŞÎNA WAN DIDOME
Onaran, destnîşan kir ku girtî li dijî tahde, îşkenceyê û zextan li ber xwe didin û got: "Çi dibe bila bibe tu carî tawîz nadin ji bîr û baweriya xwe. Îja ya dikeve ser milê me jî, em wan bi tenê nehêlin. Ev berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî."