STENBOL - Li Girtîgeha Sîlîvriyê li 60 girtiyên ku ferzkirina nasnameya girtîgehê qebûl nakin û ji ber vê meheke hevdîtinê red dikin, ceza hat birîn.
Di 8'ê Cotmehê de li Girtîgeha Jimare 5 a Tîpa L'yê ya Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan avêtibû ser qawîşan û nêzî 150 girtî sewqî girtîgehên jimare 2, 3 û 7'an ên Tîpa L'yê yên Sîlîvriyê kiribûn. Di dema sewqkirinê de tahde li girtiyan hatibû kirin, bi hinceta "kotayê" pirtûk, name, lênûsk û kincên wan jî hatibûn desteserkirin. Her wiha di dema sewqkirinê de girtî hatibûn derbkirin û heqaret li wan hatibû kirin.
CEZA LI 60 GIRTIYAN BIRÎN
Li Girtîgeha Sîlîvriyê girtiyên ku nasnameya li ser "sûcdarê rêxistina terorê ya PKK'ê" nivîsandî qebûl nakin, ceza hatiye birîn. Li 3 qawîşan bi giştî 60 girtî ji ber vê ferzkirinê biryar dane ku hevdîtina bi telefonê û hevdîtinên din qebûl nakin. Ji ber vê li girtiyan "cezayê şermezarkirinê" hatiye birîn.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Vedat Ece, anî ziman ku muwekîlên wî ji ber vê ferzkirina nasnameyê zêdetirî mehekê ye hevdîtina bi malbatê, parêzeran re û hevdîtina bi rêya telefonê nakin.
Ece, bilêv kir ku ji ber vê malbat diqilqilin û girtî ji ber ferzkirina nasnameya girtîgehê ya li ser "sûcdarê rêxistina terorê ya PKK'ê" nivîsandî mehek e hevdîtina bi malbatên xwe re qebûl nakin. Ece, anî ziman ku îdareya girtîgehê ji malbatan re gotiye "xizmên we naxwazin hevdîtinê bi we re bikin" û got: "Îdare dibêje, 'An hûn ê pêkanînên me qebûl bikin, an jî em nahêlin hûn hevdîtinê bikin.' Her wiha ji ber hevdîtina bi telefonê û hevdîtina din qebûl nakin, derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin û cezayê 'şermezarkirinê' li wan birîne. Lê dibêjin 'naxwazin hevdîtinê bikin.' Nexwe çima tu ceza dibîrî? Ê ku vê tiştê dike û yê ku ceza dibire îdareya girtîgehê ye. Kiryar ew bi xwe ne."
Ece, diyar kir ku li Sîlîvriyê bi hinceta pandemiyê çalakiyên wekî spor, sohbet û çalakiyên çandî tên astengkirin û 2 sal in girtî ji qawîşan derneketine.
Ece, destnîşan kir ku hê jî li girtîgehan hevdîtinên vekirî çênabin û got: "Muwekîlên me aşî bûne, lê hê jî bi hinceta şewbê hevdîtin tên astengkirin. Em parêzertiyê dikin, lê li ber me paravan heye. Ev hemû tên wateya tecrîdê. Mudaxileyî mafê jiyanê, mafê civakî û tenduristiyê tê kirin."
KARANTÎNA
Ece, destnîşan kir ku li Sîlîvriyê mafê tenduristiyê yê girtiyan jî tê astengkirin û tenê girtiyên nexweşînên wan ên kronîk û giran hene dibin nexweşxaneyê. Ece, anî ziman ku ev girtî jî demeke dirêj di hucreyên karantînayê de tên sekinandin û got: "Girtiyan got 2 sal in bijîşkê diranan tune ye. Dibêjin bijîşkê diranan tune ye û bi vî awayî mafê wan ê dermankirinê tê astengkirin."
'KOTAYA' DIJÎ HIQÛQÊ
Ece, da zanîn ku amûrên girtiyên ku sewqî girtîgehên jimare 2, 3 û 7'ê hatin kirin bi hinceta ku "di komîsyona vekolandinê de ne" nehatine dayîn. Ece, diyar kir ku pirtûkên ji derve hatine jî demeke dirêj negihaştina destê girtiyan û kotaya pirtûkan jî 7 e. Ece, destnîşan kir ku ev kota, dijî hiqûqê ye û got: "Ji ber pirtûkên muwekîlên me tune ne, pirtûkên hêsan ên li pirtûkxaneyê didin wan. Ji ber vê jî kotaya wan tije bûye. Pirtûkên ku malbat dişînin jî ji ber vê nadin wan."
JI BO KURDÎ DESTÛR
Ece, destnîşan kir ku li Girtîgeha Jimare 3'yan gardiyan di dema hevdîtina telefonê de "nîzama eskerî" li girtiyan ferz dikin û got: "Dixwazin di dema hevdîtina telefonê de tekmîlê bidin. Di dema hevdîtina telefonê de ger kesê pê re bê axaftin bi tirkî nizanibe, girtî divê berî hevdîtinê haya îdareyê pê bixe û ger di axaftinan de tiştekî bibe sedema sûc hebe, hevdîtina bi kurdî tê qedexekirin."
ASTENGKIRINA MAFÊ ASÎMAN
Ece, da zanîn ku ser hewadariya girtîgehên jimare 3 û 7'an bi têlan hatine girtin û got: "Mafê dîtina asîmanan ê muwekîlên me yên ku nikarin ji qawîşan derkevin tê astengkirin."
Ece, diyar kir ku her wiha li van girtîgehan ava paqij û germ jî tune ye. Ece, da zanîn ku ava germ tenê saetekê tê berdan û got: "Dinya sar e, lê kalorîfer nayên vêxistin. Muwekîlên me jî ji bo serma negirtin tevî kincên xwe radikevin."
Ece, diyar kir ku li Girtîgeha Jimare 7'an de girtiyên dixwazin muayene bibin, muayeneya li ber deriyê mazgalê li wan tê ferzkirin û got: "Yanî dê girtî neçin revîrê û dê bijîşk bê ber mazgalê û bipirse 'çî te heye?' Mafê tenduristiyê yên muwekîlên me tê binpêkirin. Ev tiştekî pir şerm e."
BI KAMERAYAN TÊN ŞOPANDIN
Her wiha Ece, bilêv kir ku qadên jiyanê yên girtiyan bi kamerayan tên şopandin û got: "Nepeniya jiyana wan a taybet jî tê binpêkirin. Kamera hatine bicihkirin û ev kamera tevahiya qawîşê dibînin. Muwekîlên me jî berê wan dane hewdariyê. Ji ber vê derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin. Ev jî wekî binpêkirinên din tecrîd e."
QEY KLÎKEK DIN DI DEWRÊ DE YE?
Ece, anî ziman ku muwekîlên wan ji bo van binpêkirinan dibêjin ji xeynî Wezareta Dadê klîkek din di dewrê de ye û got: "Muwekîlên me dibêjin, hêzek din heye ku rasterast gefê li jiyana wan dixwin û midûr hêzê ji cihine din digirin. DIvê Wezareta Dadê vê yekê jî bide ber lêpirsînê. Ger rêza Wezareta Dadê ji bo mafên girtiyan hebe, divê vî tiştî tespît bike. Divê ji bo vê gavina bavêje. Divê van midûr, karmend û gardiyanan bide ber lêpirsînê."
MA/ Mehmet Aslan