ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên dijminane yên li dijî jinan bidomînin û ev tişt got: "Em ê di demeke herî nêz de windakirina bi reqor nîşanî pergala AKP-MHP'ê bidin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di civîna koma jinan a partiya xwe de axivî. Ji ber 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Tundiya li Ser Jinê Koma Jinan a Parlamentoyê û gelek rêxistinên jinan tevlî civînê bûn. Di civînê wêneyên Denîz Poyraz û dovîzên "Em ê Peymana Stenbolê dîsa bînin û pêk bînin" , "Jin jiyan azadî" û "Li dijî tundiya zilam-dewletê, şer û xizaniyê em li her derî ne" hatin hilgirtin.
DAYIKA DENÎZ JÎ BEŞDARÎ CIVÎNÊ BÛ
Dayika Deniz Poyraz, Fehîme Poyraz û xwişka Denizê Yildiz Poyraz, Ji Mirovên Şemiyê Besna Tosun, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz, Çaglar Demirel a ku 4 salan girtî ma û di rojên borî de hat berdan, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demir, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun, Hevberdevka Partiya Kesk Ayşe Erdem, Akademisyena KHK'yî Sevilay Çelenk, Jinên 29'ê Cotmehê, Tora Parastina Jinê, ÎHD, Kooperatîfa Gunebakanê, Komîsyona Jinê ya DÎSK'ê, Sekretera Jinê ya KESK'ê Done Gevher, Platforma Jinê ya Enqereyê, Meclîsên Jinê yên Sosyalîst (SKM) beşdarî civînê bûn.
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'
Piştî pêşandana sînevizyona têkoşîna Meclîsa Jinê ya HDP'ê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bi silavkirinê dest bi axaftina xwe kir. Axaftina Bûldan wiha ye:
"Silav ji Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Aysel Tugluk, Gulser Yildirim, Leyla Guven, Ayşe Gokkan, Ayla Akat Ata re! Silav ji Emîne Şenyaşar, Gulsûm Elvana, Emel Korkmaza, Mîsra Oz û hevrêyên wê yên li dijî zilm û neheqiyê li ber xwe didin û li hemû jinên ku bê tirs li dijî zilmê li ber xwe didin. Silav ji kesên ku sed sal in ji bo heqîqet û edaletê têdikoşin. Silav ji Dayikên Şemiyê re, silav ji Edîbe Babûr re, ku serê xwe netewand, silav ji jinên leheng ên ku li mal, gund, taxên xwe li dijî îstîsmar, newekhevî, neheqî û tundiyê li ber xwe didin.
DÊ BI ME WELAT BIGUERE
Ev neheqî, ev newekhevî, ev pergala mêran a xirap wê bi têkoşîna me ya hevpar re biguhere; Dê bi me re welat biguhere û bi me re cîhan biguhere. Bi têkoşîna me wê jiyan bi ser bikeve, aştî bi ser bikeve, jin bi ser bikeve, mirovahî bi ser bikeve. Bi ser berxwedan û qetlîamên xwîşkên Mîrabel ên ku 25’ê Mijdarê weke hefteya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi nav kirin, 61 sal derbas bûn. Piştî 61 salan, rojeva herî girîng a cîhanê û bi taybetî ya welatê me, newekheviya zayendî û di encamê de tundiya mêran a li ser jinan û kuştina jinan ne.
EM JIN HÊVIYA PÊŞEROJÊ NE
Beriya 61 salan di dîktatoriya Domînîk de polîtîkaya asîmîlasyonê ya ku mirin, zilm û zordarî li ser gel ferz dikir hat meşandin. Desthilatdariya îro polîtîkayên hovane yên vê rejîma totalîter bi rêbaza herî dijwar dimeşîne. Desthilatdariya AKP'ê ya yekzilam îro pergala paşverû û mêr ên ku statûya jinê paşve dibe ji xwe re dike model. Polîtîkayên ku nasnameya jinê dike hedef û şîdeta mêr a li ser jinê teşwîq dike hildiberîne. Ji îro pê ve jin û kesên xwedî nasnameyên cuda yên zayendî dibin hedefa desthilatdariya mêr. Li vî welatî statûya hiqûqî ya jinan weke wekhev tê pênasekirin û weke kesên azad û xwedî mafê dengdanê tên pêşkêşkirin. Lê di dawiya vê pêvajoya sedsalê de jinên ku ked, jiyan û îstîsmara wan li ser bedena wan tê nîqaşkirin, yên rastî şîdetê tên û yên ku bi şîdeta mêr tên qetilkirin dîsa jin in. Lê tevî van hemûyan jî em jin in ku bi têkoşîna xwe ya jinê hêzeke cidî ya siyasî bi dest xistine, em beşa herî girîng û pêşeng a mûxalefeta demokratîk in, em hêviya pêşeroja vî welatî ne.
HÊRSA ME YEK E
Di salên dawî de 466 jin ji ber şîdeta mêr hatin qetilkirin. Ez dikarim li vir hejmarên mezin, wêneyê tirsnak bi dirêjahî rêz bikim. Lê em jin baş dizanin ku jinên hatine qetilkirin ne jimar in, ne daneyên îstatîstîkî ne, ne nûçeyên rûpela sêyemîn a rojnameyan in. Çi hejmara jinên hatine qetilkirin 466 be, çi jinek tenê be, windakirina wê jina tenê ji bo me heman wateyê ye. Windakirina wê yek jinê kêmasiyeka ku nayê guhertin e. Hêrsa me ya li hemberî qetilkirina her jinê yek e. Her jinek ku tê qetilkirin cîhanek winda ye, jiyanek windakirî ye. Civaka ku tê bikaranîn paşerojeke winda ye. Her cure sûc, her cure îstîsmar, tundî, tacîz, destdirêjiya zayendî, mobbîng û îşkenceya ku bi destê mêr li jinê tê kirin, êrîşa li dijî hemû jinan û nasnameya wê ya jinê tê kirin. Başak Cengîz a ku bi şûr hat qetilkirin, Gulîstan Doku ya winda, Îpek Er a xwekuştin lê hat ferzkirin, Nadira Kadirova, Pinar Gultekîn û gelek kesên din, kesayeteke ku ji vî welatî hatiye dizîn, jiyana ku ji jiyana me winda bûye. Bi vê minasebetê ez her jinên ku hatin qetilkirin bi gotinên me yên rêzdarî û têkoşîna wan bi bîr tînim.
EM DIJMINÊ JINÊ BAŞ NAS DIKIN
Li vî welatî her roj jin tên qetilkirin, li şûna pêşîgirtina li van komkujiyan, hikûmeta AKP'ê bi awayekî keyfî xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Şûraya Dewletê ya ku bi piraniya mêran pêk tê vekişîna ji Peymana Stenbolê pejirand. Destê şûrê yê ku li hember Başak Cengîz hatiye kişandin, heman zimanê ku ji jinan re dibêje dînîtî ye. Zimanê şîdetê ji hêla desthilatdariyê ve tê afirandin. Mêrê ku baweriya xwe tîne, gule li jinan direşîne û şûr dikişîne. Em van hevkaran baş nas dikin. Dadger mêr e, hiqûqnas mêr e, medya mêr e, burokrasî mêr e. Em wan baş nas dikin. Zîhniyeta ku dijminatiya jinê dike em wan baş nas dikin.
ME BAŞ NAS BIKIN
Ez ji vir careke din dibêjim; hûn jî me baş nas bikin. Li dijî hevkariya mêr a ji bo tundiya, jin jî têkoşîneke wan a bi piranî, berxwedana wan a bi hêz û tifaqa wan a ku tu carî hilneweşe heye. Li vî welatî em her jineke, ji cihê ku lê ne bibêjin li dijî van polîtîkayên we ên li hemberî jinê, ji kerbê we re jiyan, aştî, wekhevî, edalet û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Îqtîdara ku ji Peymana Stenbolê vekişiya divê vê baş bizanibe ku em jin tucarî ji têkoşîna xw gavê paşve navêjin.
KIRYARÊN BI NASNAMEYÊN FERMÎ TÊN PARASTIN
Daraza mêr ku veguherandina hêza muhafiza a qesrê, bûye çavkaniya hêzê ya kujerên jinan. Lêpirsînên nehatine vekirin, dozên ku venguherîne darizandinê û biryarên ku bi dayîna ceza bi encam nebûne, deriyê êrîşên li hemberî jinan heta dawî vekirine. Li jinên wekî Nevîn, Çîlem û nîmet ku mecbûr man xwe biparêzin tundiyeke din jî ji aliyê daraza mêr ve tê kirin.Ev daraz jinên ku xwe ji kuştinê diparêzin ceza dike. Di serî de li hemberî jinên kurd kesên ku xwe dispêrin hêza fermî ya dewletê û êrîşî jinan dikin, kiryarên bi nasnameyên fermî ên mêr bi awayê taybet tên parastin.
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET ÊN LI DIJÎ JINÊN KURD
Wekî ku li Colemêrgê jî derket holê, dîsa çeteyeke ji cerdevanan ku fuhuşê li jinan ferz dike û a şerê taybet li hemberî jinên kurd kirine dewrê. Jinên ku nikarin serî li wan bidin tewandin bi rêbazên şerê qirêj dixwazin tune bikin. Ez ji vir dibêjin, em vî sûcê li hemberî jinên kurd tê kirin ji bîr nakirin û efû nakin. Ev soza me ji hemû gel û jian re ye. Wê ev têkoşîna me ya ku hesabê tundiya li jinan dipirse, li dijî îqtîdara mêr têkoşîna xwe bidomîne û tifaqa jiyana azad wê pergala tundiyê biqedîne.
XIZANIYA JINÊ
Em vê rastiyê baş dizanin, li vî welatî bi taybetî jî jin xizan tên hiştin. AKP'ya ku hevkariya sermayedaran dike û li gel aboriya mêr cih digire bi polîtîkayên xwe yên aboriyê jinan xizantir dike û keda wan diçewisîne. Di çarçoveye kampanya me ya 'Ji xizaniya jinê re na, ji jinan re edalet' de me ev rastî li her derê ji nêz ve dît.
HEKE NEAXIVE DÊ DOLAR KÊM BIBE
Lê rekora ku em jin bişkînin heye ku ji hemû rekoran serkeftîtir be. Em ê pergala mêr a AKP-MHP’ê têk bibin. Em jin wê di demek herî nêz de nîşan bidin. Aboriyeke ku ji aliyê mêran ve tê birêvebirin mehkûmî têkçûnê ye. Îro em encamên vê yekê dijîn. Duh dîsa axivî, wekî her carê aboriya ku têk çûyî bi hêzen derve girêda. Dolar dîsa bilind bû. Heger neaxive dê dolar kêm bibe. Dema ku dewleteke yek zilamî hebe hewcedarî bi hêzên derve nîne. Jixwe hûn bes in.
DI BIN DOLAR DE MAN
Ekonîmîstên van ên wekî din jî heye, derketiye dibêje 'li gel me enflasyon ji 10'an derketiya 20'î, tenê du qat zêde bûe, lê belê li ABD'ê 7 qatî zêde bûye'. Birêz Bînalî qay enflasyona ABD'ê û encamên hilbijartina Stenbolê ya 31'ê Adarê li bin guhê hevdu dixe. Em li vir bi bîr bixin; Ne 7 e, ya ku 8 qatî zêde bûye ferqiya di navbera 31'ê Adarê û 24'ê Hezîranê de ye. Ew hesab û kîtabê nizanin. Ew tabloya çarpimê jî qet nizanin. Hevparên AKP'ê yên biçûk ên ku dixwazin benda hilbijartinê bibe 7 jî di bin dolar de man.
Em ê destûrê nedin xizanî, bêkarî, mêtingeriya kedê, hêza kar a erzan a jinê.
EM Ê BI HEV RE BI DEST BIXIN
Mafê ewlehî û aramiyê yê jinê, mafê xebata jinê em ê biparêzin. Em ê van mafan bi hev re bi dest bixin. Ev hefteya di heman demê de 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan bû. Ez bi vê munasebetê hem roja zarokên li welatê me hem jî roja hemû zarokên li cîhanê bi taybetî pîroz dikim. Tirkiye jî ev peyman îmze kiriye lê belê sê made bi fikar îmze kiriye ev jî mafê zarokan ê zimanê dayikê û çanda wan e.
Lê belê zarokên mîna Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Miraç Miroglu, Cemile Çagirga, Berkin Elvan, Muhammet û Furkan Yildirim û gelek zarokên din ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine kuştin. Divê zarok wekî îradeyekê bên qebûlkirin û li mafên wan xwedî bê derketin. Loma komîsyona HDP'ê ya zarokan jî hat avakirin. HDP hêviya zarokan e.
GIRTÎGEH BÛNE NAVENDÊN ÎŞKENCEYÊ
Tundiya li ser jinê bê sînor e. Niha girtîgeh jî bûne mîna navenda îşkenceyê. Yek ji van îşkenceyên giran lêgerîna tazî ye. Ji bo her pêkanînên rûmeta mirovan dişkîne em ê li berxwe bidin. Jinên li girtîgehan li dijî zilmê li berxwe didin hene. Her wiha em li dijî tecrîda sûcê mirovatiyê ye jî li berxwe bidin. Jinên kurd îro dibin îlham lê AKP tenê tirsê diafirîne.
EM KURD IN Û EM JIN IN
Li dijî kesên dixwazin têkoşîna jinê têk bibin HDP têkoşîna hevpar a jinê geş dike. Têkoşîna me bi têkoşîna jinê ya hevpar dimeşe. Em dibêjin em kurd in jin in li vir in. Îro banekî mezin ê HDP'ê yê ku jin dikarin di binî de siyaseteke demokratîk bimeşînin heye. HDP meşeke dîrokî ye û kesek nikare vê meşa dîrokî bide sekinandin. Her wiha ez bang li welatên Yekîtiya Ewropayê dikim. Bila çavên xwe ji trajediya li ser sînoran diqewimin negirin.
EM LI HER DERÊ NE
Îro tiştên li ser sînorê Polonyayê diqewimin eyba mirovatiyê ye. Ji bo ev bi dawî bibe ez bang li hemû welatên cîhanê dikim ku dawî lê bînin. Ez herî dawî dîsa dirûşma 25'ê Mijdarê ya li dijî tundiya mêr-dewletê şer, xizaniyê em li her derê ne. Em bi hev re ne dixwazim dîsa bînim ziman. Ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Jin jiyan azadî.
Civîna komê bi axaftina ji Dayikên Şemiyê Besna Tosun û axaftina Akademisyena Aştiyê Sevilay Çelenk a bi KHK'ê hat îhraçkirin qediya.