Endama Meclîsa RJAK'ê: Divê jinên Başûr wekî yên Rojava li ber xwe bidin

  • jin
  • 09:28 30 Mijdar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Meclîsa Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Jîno Reşîd, destnîşan kir ku baweriya jinan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê nemaye û got: "Çawa ku li Rojavayê Kurdistanê jinan xwe bi rêxistin kir û niha ji bo mafê xwe parastina xwe dikin, divê li Başûr jî ew hêvî û bawerî hebe ku jin bikaribin doza mafê xwe bikin. "

Li Herêma Kurdistana Federe, ji ber polîtîkayên baviksalarî yên rêvebiriya heyî jin bi tahdeyek mezin re rû bi rû dimînin. Ji ber vê polîtîkayê jin tên kuştin, ber bi xwekuştinê ve tên hêlkirin an jî tên şewitandin. Li gorî rapora ku Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê ya Herêma Kurdistana Federe di 23'yê Mijdarê de eşkere kir, di 9 mehên dawî de 16 jin hatine qetilkirin, mirina 45 jinan jî wekî "xwekuştinê" hatiye tomarkirin. Her wiha dîsa li gor raporê 105 jin jî bi destdirêjiyê re rû bi rû mane û 5 jin jî hatine şewitandin. 
 
Endama Meclîsa Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Jîno Reşîd polîtîkaya PDK'ê ya derbarê jinan de, tahdeya li jinan tê kirin, destdirêjî û kuştinên çêdibin ji ajansa me re nirxandin. 
 
'HEJMARÊN DI RAPORÊ DE NE RAST IN'
 
Endama RJAK'ê Jîno Reşîd, destnîşan kir ku ew rapora ku ji aliyê Rêxistiya Li Dijî Tundiya li ser Jinan hatiye parvekirin kêm e û got: "Qetilkirina jinan li Başûrê Kurdistanê bi qasî av vexwarinê hêsan bûye. Li Başûrê Kurdistanê hişmendiyeke zayendeperestî û eşîretî heye. Her wiha kesên ku welat bi rê ve dibin jî rê dane vê hişmendiyê û vê hişmendiyê bi rêxistin û zindî dikin. Di her 24 seatan de yan  jinek tê kuştin, yan jî rastî tundiyê tê. Ew rapora ku ji aliyê Rêxistina Herêma Kurdistanê ya Li Dijî Jinan ve hatiye parvekirin ne rast e û kêm e. Ji wan daneyên ku wan parve kirine bêtir jin hatine qetilkirin. Çi qasî ku hatibe aşkerekirin, ew qasî jî hatiye veşartin. Gelek malbat bi dizî dikujin û nahêlin ku aşkere bibin. Ew jî bi daxwaza van malbatan tevdigerin."
 
'ÊN NAXWAZIN BI VÎ AWAYÎ BIJÎN TÊN KUŞTIN'
 
Reşîd, bilêv kir ku ji ber vê hişmendiyê gelel jinên navê wan nayên zanîn tên qetilkirin. Reşîd, anî ziman ku lê belê jin îsal ji her wextî bêtir doza mafên xwe dikin û êdî dixwazin mafên xwe bi dest bixin. Reşîd di berdewama axaftina xwe de got: "Dixwaze ku êdî di nava civakê de bibe xwedî gotin. Jin nikarin heta derve biçin û nikarin li gor dilê xwe kincan bikirin û ki xwe bikin. Mala ku mêr tê de jin nikare dengê xwe bilind bike. Li malê jî deng û rengê wê tê qedexekirin. Jin jî êdî naxwazin bi vî şeklî bijîn. Li herêmê jinên ku tên qetilkirin jî bi piranî yên di nav malê de dengê xwe bilind dikin bi xwe ne. An jî ew jinên ku bi dara zorê tên zewicandin xwe dikujin. Pir sedem hene ku jin xwe bikujin yan jî bên kuştin. Ew hişmendiya ku dewlet dide meşandin dibe sedemê qetilkirina jinan."
 
BÊCEZATÎ
 
Reşîd, diyar kir ku şaşitiyên ku mêr dikin jî li jinan tên barkirin û mêrên ku dibin qetilkirina mêran jî nayên cezakirin û bi vî awayî bal kişand ser polîtîkayên bêcezatiyê yên li herêmê. Reşîd, destnîşan kir ku jinên rêxistinkirî jî tên girtin û got: "Ên jinan dikujin û jinan digirin xwediyê heman ferasetê ne." Reşîd, destnîşan kir ku hikûmeta heyî civakê bi hişmendiyek zayendperest perwerde dike û lewma mafê jinan nayê parastin. Reşîd got: "Hemû qadên jinê tên tecawizkirin. Jinên ku daxwaza azadiya xwe dikin jî gefan liw an dixwe, wan bêdeng dike û teşhîr dike. Di nava rojê de jinên ku derdikevin jî rastî tacîzê tên. Ji ber nebûna qanûnên ku jinan diparêzin, li malê, li sûkê bi rojan jin tên qetilkirin."
 
Reşîd, bilêv kir ku li herêmê ji ber ku hemû qadên jiyanê li jinan hatine tengkirin, jin berê xwe didin mirinê, ji lew re tahde û zilma hikûmetê û heverastî vê tahdemya mêr hingî zêde bûye ku jin êdî mirinê ji jiyanê çêtir dibînin. 
 
MÎNAKA ROJAVA
 
Reşîd, got: "An jî jinên ciwan ji hêla zilamên ku pêwendiyek hestyarî bi wan re heye dîmenên wan tên girtin. Paşê ev zilam bi van dîmenan şantajê dikin û dibêjin, 'ger tu daxwaziyên min pêk neyînî ez ê nîşanî malbata te bidim û te teşhîr bikim.' Jinên ku nikarin xwe xelas bikin serî li kuştinê didin. Bêgûman ew biryareke pir nebaş e û şaş e. Divê jin xwe qels nebîne û xwe nekuje. Çi qas gef lê bên xwarin, çi qas rastî tundiyê bê jî divê xwe bi hêz bike û xwe ji vê zilmê biparêze. Li herêmê ciheke ewle tune ye ku jin bikaribin xwe biparêzin. Hin qad hene lê ew jî bi aqlê serdest ve tên birêvebirin. Ji ber wê jî jin baweriyê bi wan nayînin ku biçin wan deran. Çawa ku li Rojavayê Kurdistanê jinan xwe bi rêxistin kir û niha ji bo mafê xwe parastina xwe dikin, divê li Başûr jî ew hêvî û bawerî hebe ku jin bikaribin doza mafê xwe bikin. "
 
POLÎTKAYA LI DIJÎ JINAN
 
Reşîd, anî ziman ku polîtîkayên ku li herêmê tên meşandin zirareke gelek mezin didin jinan û bal kişand ser liv û tevgerên hikûmeta herêmêya di vî warî de ku ji bo jinan tu tişt nekiriye, ji xeynî tundiyê. 
 
Reşîd, bilêv kir ku Roja 25'ê Mijdarê xwestine çaşakiyekêli dar bixin, lê belê asayîşê bi gelek wesayîtên zirxî ew dorpêç kirine û nehiştine çalakiyê li dar bixin. Reşîd, got: "Lême guh li astengiya wan nekir û me çalakiya xwe li dar xist. Dixwestin erîş bikin û tundiyê bikin. Kesên xwedî vê hişmendiyê wê çawa jinan biparêzin? Siyaseta ku bi salane li herêmê tê meşandin, heta niha zirarek e gelek mezin daye jinan. Jin di parlementoyê de hene û jinên wezîr jî hene.Lê nahêlin ku jin xwedî biryar bın. Nahêlin ku ev jin ji bo mafê xwe tebikoşın. Ev jin tenê bi rojane karê partiyên desthilatdar dikin. Ev qas jin di nav partîyan û rêveberiya hikûmetê de hene, lê ev tenê ji bo malbata desthilatdar dixebitin. Ev jin ji bo xwe jî tiştekî nakin. Rojekî tenê jî ev jin beyî biryara partiya xwe biaxivin, tên teşhirkirin û li wan gef tên xwarin."
 
Reşîd, destnîşan kir ku li herêmê suyaseteke ku jin sûdê jê bigirin tune ye û siyaseta heyî zirareke mezin dide jinan, ji lew re siyaseta heyî ya herêmê jinê wekî halet û amûrekê bi kar tîne. Reşîd got: "Jinên heta êvarî dixebitin dînarek bi dest wan dikeve. Hin jin jî hene ji ber ku nikarin zarokên xwe xwedî bikin ji nêçarî fuhûşê dikin. Ev hemû hilbirînên vê siyasetê ne."
 
Reşîd, diyar kir ku di siyaseta herêmê de cihê jinê tune ye û jinên di qada siyasetê de jî ne bi aqilê jinan kar dikin ne jî ji bo jinan dixwbitin û got: "Tenê mûçeyên xwe distînin û xizmeta can partiyên desthilatdar dikin. Lewma siyaseta tê kirin dijî jinê ye."
 
'BAWERÎ NEMA' 
 
Reşîd, destnîşan kir ku li herêmê çi biqewime, ew qewimandinê bandorê li jinan dike û got: "Jin bi her awayî zirarê dibînin." Reşîd, anî ziman ku li gel hemû zor û zehmtiyan jî yên heta terka welatê xwe nedikirin jin bûn û got: "Lê belê ji ber siyaseta li vir tê birêvebirin wisa bûye ku jin terka welêt dikin û diçin. Ji ber ku li vir tu mafekî jinê tune ye. Ne di warê malbatî ne di warê civakî û ne jî di warê aborî de bi tu awayî nayên parastin. Lewma berê xwe didin Ewropayê. Heya niha gelek jin terka welêt kirine. Ji lew re li herêmê jina birçî ye, kar tune, aboriya wan tune ye. Baweriya wan bi Hikûmeta Kurdistanê nemaye." "
 
TÊKOŞÎN
 
Reşîd, destnîşan kir ku azadiya jinê bi guhertinek mayinde pêkan e û bal kişand ser tiştên divê bên kirin. Reşîd di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Divê Hikûmeta Kurdistanê ji bo parastina jinan qadan veke. Divê heq û hiqûqa wan bi qanûnan bê bicihkirin. Heger qanûn hebe û jiyana wê bê parastin ew jî dikare jiyana xwe berdewam bike. Parastina jinan erka hikûmetê ye. Divê ji bo perwerdehîkirin û birêxistinkirina jinan qad bên vekirin. Em  xebatên xwe yên bi vî rengî didomînin. Lê nahêlin em van xebatan bidin meşandin. Bi tiştên cuda jinan mijûl dikin û naxwazin jin hişyar bibin. Ji bo ku jin ji me dûr bikevin her tiştî dikin. Hikûmet dibêje ku pirsgirêka jinan ne pirsgirêkeke sîyasî ye, pirsgirêkeke civakî ye. Lê di rastiyê de pirsgirêka jin pirsgirêkeke siyasî ye. Wexta ku di nav siyasetê û rêvebirinê de be û bibe xwedî biryar û girîngiya wê çêbibe, wê demê dikare ji bo mafê jinan kar bike. Lê heta hikûmet herêmê bi vî awayî, bi vî aqlî bê birêvebirin wê jin nikaribin doza mafê xwe, heq û hiqûqa xwe bikin. Lewma berî her tiştî ji bo guhertina vî aqilî têkoşîn divê."
 
MA / Zeynep Dûrgût