Dayikên Aştiyê: Ew zarokên me hemûyan e

  • jin
  • 09:06 5 Kanûn 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê ji bo Nobeda Edaletê bang kirin: "Ew zarokên me hemûyan e û dimirin. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û bibe dengê girtiyan." 
 
Li Amedê Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê hat destpêkirin, di roja 19'an de didome. Li navçeya Hezex a Şirnexê endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê piştgiriya xwe ya ji bo Nobeda Edaletê ragihandin û xwestin her kes bibe dengê girtiyan. 
 
'EW ZAROKÊN ME HEMÛYAN E' 
 
Dayika Aşitiyê Nebahat Erden, diyar kir ku pêwîstî bi rêxistinkirina daxwaziya ji bo edeletê heye û wiha axivî: "Divê ji bo girtiyên nexweş tişta ku ji destê me tê em bikin. Girtiyên nexweş zarokên me hemûya ne. Ew ji ber ku kurd in hatine girtine. Ji ber ku kurd in ji 6 salan heta 40 salan cezayê girtîgehê li wan re dibirin. Bila li dijî vê zilmê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û wisa tevbigere. Bila tu dayikeke kurd nebêje ev ne zarokên min in. Ê ku niha di girtîgehê de ne ji bo şexsê xwe nehatine girtin, ji ber vê dozê hatine girtin. Ew kezaba me dayikan hemûyan e. Çimkî xwîna me yek e. Niha di her malbateke kurd de yek kes girtî ye. Hemû jî bi hincetên vala hatine girtin."
 
BANGAWAZÎ
 
Erden, bilêv kir ku ji bo girtiyan çi ji destê wan bê dê bikin û bang kir: "Bila girtiyên nexweş demildest bên berdan. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û piştgiriyê bide çalakiya edeletê. Girtî wê heta kengî di bin vê zilm û îşkenceyê de bin?" 
 
'ZAROKÊN ME LI PIŞT DÎWARAN DIMIRIN' 
 
Rismiye Ecer, dayika girtiya nexweş Tenzîle Ecer, jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û destnîşan kir ku li ser girtiyan zilm heye. Ecer got: "Zarokên me hemû di zindanan de dimirin. Em divê rabin ser pêyan. Banga min ji hemû dayikan re ye, werin em dest bidin hev û li hemberî vê zilmê bisekinin. Zarokên me di zindanan de dimirin. Zarokên me nexweş in û nayên berdan. Pêwîst e ku ev girtiyên nexweş hemû bên berdan. Em heta dawiyê li pişt zarokên xwe ne. Em divê tişta ku ji destê me bê bikin. Em biçin ber deriyên girtîgehan û vê zilma li ser zarokên me şermezar bikin."
 
Ecer, bal kişand ser rewşa keça xwe Tenzîele Ecer a girtî û nexweş jî û got: "4-5 salan dermanê keça min nedanê û nehat dermankirin. Hê ku nexweşiya wê nehat teşhîskirin li gorî xwe derman danê. Dermanên ku danê pê aciz dibû. Zarokên me hemû li pişt wan dîwaran mirin. Em edeletê dixwazin. Lê belê edelet jî tune ye. Em piştgiriyê didin çalakiya edeletê û tişta ku ji destê me bê em ê bikin. Keça min pir zehmetiyan dikêşe. Keça min nexweş e û nabin nexweşxanê. Dema ku dibin jî destê wê kelemçe dikin. Keça min jî tedawiya bi vî awayî qebûl nake. Pêwîst e ku girtiyên nexweş hemû bên berdan. Edelet tune ye, lê em ê bibin dengê edeletê. " 
 
'EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN' 
 
Dayika Aşitiyê Şerîfe Teber jî bilêv kir ku xwedîderketina li girtiyan erka hemû dayikin kurd e û wiha bang kir: "Divê girtiyên nexweş bên berdan. Em piştgiriyê didin çalakiya edeletê. Em dixwazin ku girtiyek nexweş jî di girtîgehê de nemîne. Xwedê heqê zarokên me ji wan re nehêle. Divê gelê kurd rabe ser pêyan û bibêje bila deriyê girtîgehan bên vekirin. Divê em li her qadê bibin dengê girtiyan. Em heta dawiyê piştgiriyê didin çalakiya edeletê ya ku ji bo girtiyan hatiye destpêkirin."
 
MA / Zeynep Dûrgût