Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn

  • jin
  • 09:07 10 Çile 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekitiya Jinên Kurd, her şeş jinên şoreşger ên kurd Cansiz, Dogan, Şaylemez ên li Parîsê hatibûn qetilkirin û Demîr, Ûyar û Nayirên li navçeya Silopiyayê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn û wiha got: “Em ê wek jinên kurd têkoşîna wan her tim bidomînin û serî li ber serdestan netewînin.”

Platforma Yekitiya Jinên Kurd, siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di sala 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di sala 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin, bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anîn.
 
Platformê, diyar kir ku li tevahî erdnigariya Kurdistanê bi sedan salan e jinên kurd rastî êrişên giran tên û wiha got: “Ev êrîş bi awayeke sîstematîk didome. Zîhniyeta li hember têkoşîna jinê ji dewletên navneteweyî heta Kurdistanê bi heman amuran xwe nişan dide. Zîhniyeta ku Leyla Qasim qetil kir û zîhniyeta ku li Parîsê, Sakîne, Fîdan, Leyla û li Silopiyayê, Sêvê, Fatma û Pakîze qetilkirin heman zîhniyet e.”
 
‘SERÎ LI BER SERDESTAN NATEWÎNIN’
 
Platformê, destnîşan kir ku jina kurd heta îro serê xwe li ber tu desthilatdaran netewandiye û wiha domand: “Bi munasebeta bîranina her şeş jinên kurd em sozê didin ku em ê wek jinên kurd têkoşîna wan her daîm bidomînin û em ê serî li ber serdestan netewînin.” 
 
‘YEKITIYA ME WÊ TÊKOŞÎNA ME MEZINTIR BIKE’
 
Platformê, xwest ku kujerên her şeş siyasetmedarên jinên kurd bên aşkerakirin û cezakirin û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê demildest kujer bên aşkerakirin û cezakirin da kû qetlîamên bi vî rengî neyên dubarekirin. Em wek Platforma Yekitiya Jinên Kurd di şexsiyeta Sakîne, Fîdan, Leyla û Sêvê, Fatma û Pakîze de em hemû jinên cangorî û têkoşer bi bîr tînin. Yekitiya me wê têkoşîna me mezintir bike.”