AMED - Rabîa Ataş ku ji bo keça xwe ya nexweş a girtî di Nobeda Edaletê de ye got: "Kujerên jinan berdidin, lê kesên doza zimanê xwe û çanda xwe dikin mehkûmî mirinê dikin. Zarokên me bi tecrîdê dikujin."
Rewşa girtiyên nexweş ên ne tên dermankirin ne jî tên berdan û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin dibin cihê bertekên mezin. Ji ber vê li Ame û Wanê xizmên girtiyan Nobeda Edaletê dan destpêkirin. Nobeda Edaletê ya li Amedê di roja 73'yan û ya li Wanê jî di roja 48'an de ye.
Yek ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê jî Rabîa Aktaş a 55 salî ye. Ataş, dixwaze keça wê ya naxweş a girtî Şîvekar Ataş a 25 salî bê berdan.
Şîvekar Ataş, di Girtîgeha Bakirkoy a Jinan de ye. Di sala 2016'an de li Mûşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 15 sal ceza lê hatiye birîn. Di girtîgehê de heya niha gelek caran bi tahdeyê re rû bi rû maye. Nexweşîna dil û fitiqê pê re heye.
ZEXT Û ZORIYÊN JI SALÊN 90’Î HEYA NIHA
Dayika 6 zarokan Rabîa Ataş anî ziman ku zext û zoriyên ku keça wê pê re rû bi rû dimînin xwe disipêrin salên 90'î. Ataş, bilêv kir ku gava keça wê di zikê wê de bûye eskeran avêtiye ser mala wan û paşê ji ber van çewisandinan ji bêgavî mala xwe bar kirine hatine navenda Amedê. Dayik Ataş got: "Piştî me bar kir, zext û zorî dîsa dev ji me bernedan."
Ataş, destnîşan kir ku zarokên wê jî li ber van çewisandinan helwesta xwe diyar kirine û got: "Şîvekar zarokeke pir dilsoz bû. Her cara ku ev tiştên dihatin serê me didîtin, hîn bêtir têdikoşiya li hemberî zilmê. Helwesta wê ya ji bo bûyeran û mirovan ji zarokatiya wê ve diyar bû."
Dayik Ataş, anî ziman ku piştî ceza li keça wê hatiye birîn, keça wê sewqî gelek girtîgehan hatiye kirin û got: "Gelek caran wê xistin hucreyan û odeyên bisînger. Piştî ji odeya bisînger derket canê wê reş û mor bûbû. Bi rojan di odeyeke şil û pîs de hatiye hiştin û enfeksiyon girtiye. Rojekê gava ez çûm cem wê, çavê wê mor bûn. Gardiyanan îşkence lê kiribûn. Niha di Girtîgeha Bakirkoyê de ye û ew zext hê jî didomin. Midûreke jin a nû hatiye û hemû amûrên wan dişewitîne."
QELBÊ WÊ QELS BÛYE
Ataş, destnîşan kir ku gava keça wê nehatibû girtin tenduristiya wê pir baş bûye, lê ji ber sewqkirinan û şert û mercên girtîgehê tenduristiya wê xirab bûye. Ataş, destnîşan kir ku demildest divê keça wê bê berdan û got: "Berê ne nexweş bû, lê piştî îşkenceyan fitiq lê peyda bû û nikare pişta xwe rast bike. Nexweşîna qelb pê re heye. Qelbê wê pir qels bûye. Temenê wê hê biçûk e, ji ber vê nikare emeliyat bibe. Divê 20 rojan carekê derziyê li xwe bixe. Lê ji ber pandemiyê gava biçe derziyê li xwe bixe, her carê divê 15 rojan di karantînayê de bimîne. Ger derziyên xwe bi rêk û pêk li xwe nexe, dê tim di hucreyê de bimîne. Jixwe armanca wan jî, zarokên me di hucreyan de bikujin. Keça min jî ji bo nekeve hucreyê naçe derziyan li xwe naxe. Ji ber vê jî heban dixwe û hebên dixwe jî canê wê diwerimînin."
‘TECRÎD MIROVAN DIKUJE'
Ataş, destnîşan kir ku dewlet girtiyan dişîne girtîgehên dûr û bi vî awayî malbatan jî tecrîd dike. Ataş, da zanîn ku 3 sal in neçûye girtîgehê û 2 hefte ye jî bi telefonê bi keça xwe re xeber nedaye.
Ataş, bilêv kir ku keça wê jî di nav de ji bo hemû girtiyên nexweş diqilqile û got: "Ez ditrisim. Lê mêze bikin bê çend kes di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Radibin dibêjin, 'di hucreyê de miriye.' Jixwe ew pir nexweş in, wê rojekê bimirin. Ma fedî nakin wan dixin hucreyan? Zarokên me di hucreyan de û bi pergala tecrîdê dikujin."
Dayik Ataş, destnîşan kir ku lewma Nobeda Edaletê pir girîng e û got: "Kujerên jinan, tecawizkaran, heta serikên çeteyan ên wekî Alaattîn Çakici berdidin. Lê kesên doza zimanê xwe û çanda xwe dikin mehkûmî mirinê dikin. Dayik niha jî li dijî vê bêedaletiyê di nobeda edaletê de ne. Ev nobed, peywira me dayikan e. Zarokên me ne bêxwedî ne. Em bang li Wezareta Dadê, serokkomar, tevahiya partiyên siyasî û sazî û dezgehan dikin; dawî li vê edaletê bînin. Her wiha bang li ATK'ya ku biryarên şaş dide jî dikin; dê ev biryarên dibin sedema mirina zarokên me sibê derkevin pêşiya zarokên wan jî."
TECRÎD
Ataş, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Di serî de tecrîda li ser Rêberê me, û bi giştî jî tecrîda li ser tevahiya girtiyan divê bê rakirin. Rêberê me zêdetirî 20 sal in di nava çar dîwaran de ye û bi tu awayî nikare hevdîtinê bi malbata xwe re bike. Her wiha Aysel Tûglûk jî di hundir de ye. Tûglûk li wir mehkûmî mirinê hatiye kirin. Ev şerma Tirkiyeyê ye. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş ên di şexsê Rêberê me û Tûglûkê de tên tecrîdkirin demildest bên berdan. Qethiyen em vê zilmê qebûl nakin û serî radikin."
MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleş