Jinan ji ATK’ê re got: Dest ji astengkirina azadiyê berde

  • jin
  • 09:00 31 Çile 2022
  • |
img

AMED - Siyasetmedarên jin ên HDP’ê, xwestin ku Aysel Tûglûk û girtiyên din ên nexweş bên berdan û wiha got: “Divê ATK dest ji astengkirina azadiya girtiyan berde.”

Rewşa tenduristiya siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk, ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya Kocaeliyê tê ragirtin her ku diçe nebaş dibe. Tûglûk, ji ber nexweşiya Demans a pê ketî, nikare pêdiviyên xwe jî pêşwazî kir. Di serî de rêxistinên jinan gelek sazî û dezgehên netewî û navnetewî, ji bo azadiya Tûglûkê ketin nav tevgerê. Ji Tirkiyeyê û cîhanê 43 baro, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê, nameya “mudaxileya bi lez” ji raportor û komên xebatê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin. Dîsa kampanyaya “Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin” hat destpêkirin û ji 52 welatan 6 hezar jinan zêdetir piştevaniya kampanyayê kir. Tevî van hemû hewldanan jî berdana Tûglûk tê astengkirin û tê payîn ku wê sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) were kirin. Jinên endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên piştevaniya kampanyayê kirin, xwestin ku Tûglûk were berdan. 
 
‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ TÊ PÊKANÎN’
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) Yasemîn Uçer, bi lêv kir ku li dijî Tûglûk “hiqûqa dijminatiyê” tê pêkanîn û wiha got: “Ne berdana Tûglûkê wêneyekî girîng yê polîtîkayên tecrîdê yên tê xwestin li ser gelê kurd werin pêkanînin.” Uçer, destnîşan kir ku Tûglûk yek ji kesên siyaseta demokratik dimeşîne, bi wêrek e û wiha berdewam kir: “Jin weke her demê wê xwedî li Tûglûk û hemû girtiyên siyasî derkevin. Kesek bimîne jî ev yek nayê guhertin. Bila kesên vê serdemê hiqûqê paşguh dikin ji bîr nekin ku wê hesaba vê were pirsîn. Jinên kurd wê di israra siyaseta demokratîk de aştiyê bînin vî welatî. Kesên ku di welat de cihekarî dikin û mirovan tînin ber hevdû wê biçin, dîrok wê têkoşîna jinên kurd ên li ber xwe didin binivîse.”
 
‘ROJEKÊ JÎ PAŞ VE GAV NEAVÊT’
 
Hevşaredara Sûra Amedê Fîlîz Bûlûttekîn a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî diyar kir ku Tûglûk di siyaseta kurd de jineke ku berpirsyartiya ewil girtiye ser xwe ye û wiha got: “Siyasetmedareke bi biryastdarî û wêrektiya xwe bûye mînak e. Tevî hemû bedelên dayî, rojekê jî paş ve gav neavêt. Ji Meclîsê heta Qadên Newrozan êşên gel anîne ziman û xwe daye vê dozê. Ev polîtîkayên li dijî hiqûqê ku di kesayeta wê de tên pêkanîn li dijî biryardarî û serkeftinên têkoşîna jinên kurd e.”
 
BIRYARÊN ATK’Ê
 
Bûlûttekîn, bal kişand ku Tûglûk di girtîgehê de nikare tena serê xwe bijî û wiha got: “ATK saziyeke ku mirovan terkî mirinê dike û di xizmeta desthilatê de ye. Nedayîna rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ya miroveke ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene, li dijî exlakê ye. Bersivên neyînî yên didin Tûglûkê bi temamî siyasî ne û kîn girtine. Divê ATK demildest dest ji astengkirina berdana Tûglûk û hemû girtiyên siyasî berde.”
 
BANG LI JINAN KIR
 
Bûlûttekîn, bi bîr xist ku weke Tûglûk gelek siyasetmedarên kurd ên girtî hene, tevî nexweş in nayên berdan û wiha domand: “Êrişên li derve û hundir tên kirin nîşan dide ku desthilat çiqas ji têkoşîna jinan ditirse. Em çiqas dengê xwe bilind bikin wê desthilat jî ewqas paş ve gav biavêje.”
 
Bûlûttekîn, bang li rêxistinên jinan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê jin piştevaniya ku ji serê ewil û vir ve didin mezin bikin. Tûglûk, siyasetmedareke ku doza jinên hatin kuştin, tundî li wan hat kirin, dest avêtin wan, weke doza xwe dîtin e. Em niha doza wê weke doza xwe dibînin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî dijminatiya jinan a pergala zilam, di kesayeta Aysel Tûglûk de deng derxînin.”
 
MA / Eylem Akdag