ENQERE - D.D.'ya ku li wargeha cemaetê tahdeya derûnî lê hatiye kirin, anî ziman ku piştî jinên ku çîroka wan wekî ya wê nas kiriye ji wargehê derketiye û got: "Gava em tevli dersên wan nedibûn tahde li me dikirin."
Piştî xwendekarê Beşa Tibê ya Zanîngeha Firatê Enes Kara ji ber tahdeya li wargehên cemaetê xwe kuşt, bala her kesî çû ser wargehên cemaetê. Xwendekarên ku mehkûmî wargehên cemaetê tên kirin, carinan ji ber cihê mayinê peyde nakin, carinan jî ji ber nikarin li ber çewisandinan rabin ji bêgavî diçin wargehên cemaetê.
Li bajarekî Anatolyaya Navîn D.D.'ya li wargehekê maye, tiştên li waregha cemaetê hatine serê wê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin.
D.D., bilêv kir ku piştî di ezmûna zanîngehê de bi ser ketiye, ji ber malbata xwe nikaribûye xanî bigire û got: "Bavê min wekî mekanîzmayeke kontrolê ez şandim wargeheke terîqatê. Xizmên bavê min, nasên wî hebûn. Ji bo zanibe ez bi kê re me û diçim ku ez şandim wir."
‘ME LI GOR PÎVANÊN WAN HEREKET DIKIR'
D.D., anî ziman ku li wargeha lê dima "abla", "ablaya cemaetê" û "ablaya wargehê" hebûn û got: "Ên herî îdeal wekî abla dihatin bijartin. Jineke bi çarşef a xwendekara tibê bijartibûn. Wê kiribûn berpirsê her tiştî. Me li gor pîvanên wê hereket dikir."
D.D., destnîşan kir ku tim tahde lê dihat kirin û got: "Dawiya hefteyekê min xwest biçim cem malbata xwe. Wê çaxê sergirtî bûm. Hem bi zora malbata xwe, hem jî bi ferzkirinên wan min xwe digirt. Lê awayê sergirtina min ne wekî ya wan bû. Dixwestin ez feraceyê li xwe bikim. Çewisandin hê di hefteya ewil de dest pê kiribûn. Ez fikirîm ku ji wargehê derkevim. Lê ji bo ez derneyêm hewl didan ez qaneh bikim. Gelek ferzkirinên wan hebûn. Pêwendiyê bi malbata te re datînin. Gava malbata te li hemberî wan rabe jî, piştî wextekê wan jî qaneh dikin û vê carê malbat cardin li ber te radibe. Gava tu dev ji wargehê berdidî, dibêjin 'naxwaze nimêjê bike, ji rê derketiye.' Rojê saetek dersa Qur'anê hebû. Car hebû dibû du saet jî."
DIBISTAN NE ARMANCA SEREKE BÛYE
D.D., destnîşan kir ku wargeha cemaetê bandoreke nebaş li perwerdehî û jiyana civakî ya xwendekaran dike û got: "Min nikaribû li ser dersan hûr bibim. Perwerdehiya dînî pir zêde bû. Piştî nimêja serê sibehê me Qur'an dixwend. Ger te nizanibûba jî, digotin meala wê bixwîne. Em serê sibehê saet di pêncan de şiyar dibûn, me heya saet heftan Qur'an dixwend. Ên serê sibehê dersên wan hebûnan, nedihiştin biçin dersên xwe. Gava tev ev dida ber lêpirsînî, digotin 'cihê tu lê yî baş zanibe, tu ji bo dîn sembolek î, divê tu ji bo hevalên xwe yên li derve jî wisa bî.' Haya wan ji bernameya me ya dersan hebû. Hatina me ya malê herî dereng saet pêncê êvarî bû. Şensekî te yê ku tu piştî vê saetê neyê malê tune bû. Bi şev diviyabû li dersên xwe bişixulim."
TAHDEYA DERÛNÎ
D.D., destnîşan kir ku berpirsa malê di warê derûnî de tahde li kesên tevli dersan nedibûn dikir û got: "Baş dizanin divê hiseke çawa li te peyda bikin. Hem li wargehê hem jî li malê mantiqa 'tu çi qas dîndar b, dê ew qas ji te bê hezkirin' hebû. Em mecbûr bûn tevli wan dersan bibin. Gava me ev dida ber lêpirsînê tahde li me dikirin."
D.D., anî ziman ku ji ber tahdeya lê dihat kirin xwestiye serê xwe veke û got: "Rojekê min li ser înternetêê nivîsî ku êdî ji ber tahdeya li wargeha cemaetê hew deyax dikim, nikarim li dersan bişixulim. Paşê ez hîn bûm ku gelek jinên wekî min hene. Min maîl ji wan re şand û min çîroka xwe ji wan re got. Ez tevli komên medyaya sanal bûm."
D.D., diyar kir ku piştî wextekê jî ji wargeha cemaetê derketiye û bi piştevaniyê ji heq tahdeya lê hatiye kirin derketiye.