NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên tundiyê yên JINNEWS’ê, di meha çileyê de 31 jin hatine kuştin û 3o jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên ku JINNEWS her meh berbev dike, di meha çileyê de 31 jin hatine kuştin û 30 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî heman daneyan, 4 zarok jî hatine kuştin, 11 zarok jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane û tazî û destdirejî li 11 zarokan hatiye kirin.
Herî zêde li Stenbol û Enqerê jin hatine kuştin. Di mirinên biguman ên jinan de jî Şirnex û Antalya serkêşiyê dikin.
Hat ragihandin ku ji ber mirinên "biguman" nayên lêkolînkirin û lêpirsîneke bibandor nayê kirin her meh hejmara mirinên jinan ên "biguman" zêde dibin.