WAN- Jinên HDP'î bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê û destnîşan kirin ku dê li dijî vê rizandinê di civakeke biexlaq û polîtîk de israr bikin.
Li herêmê sûcên esker, polîs û cerdevanên di çaçroveya polîtîkayên şerê taybet de dixebitin, her diçe zêde dibin. Herî dawî derketibû holê ku li Wanê du polîsên şirîkê hêwaneke masajê dest dirêjî jinên lê hêwana masajê dixebitîn kirine û fuhûşê li wan ferz kirine. Li Colemêrgê jî wêneyên 26 jinan li ser hesabên medyaya sanal hatibûn parvekirin û hatibûn tacizkirin.
Rêvebira Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Leyla Atsak û Şaredara Serayê Caziye Dûman ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, van êrişên li hemberî jinên kurd di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de nirxandin.
Rêvebira HDP'a Wanê Leyla Atsak, destnîşan kir ku armanca van êrişan û polîtîkayan şikandina vîna jinên kurd e û got: "Armanc şikandina vîna jinê ye. Di demên dawî de li Wanê tiryak pir zêde bûye. Dewlet ji bo pêşîlêgirtina wê tu tiştî jî nake. Êdî li ber deriyên lîseyan tiryak tê firotin. Tu polîtîklayeke pêşîlêgirtinê ya dewletê tune ye. Lewma li ber me ji xeynî xweparastinê pêvtir tu alternatîfek din tune ye."
SERLÊDAN ZÊDE BÛN
Atsak, anî ziman ku li Elbakê û Şaxê cerdevan bi fikira "em ê neyên cezakirin" dest dirêjî gelek zarokan kirine û got: "Tişta divê em bipirsin ev e; ev kes vê cesaretê ji ku digirin. Helbet vê cesaretê ji kesên wekî Mûsa Orhan digirin û baş dizanin dewlet li pişta wan e. Ev jî rizandine dewletê aşkere dike."
Atsak, bilêv kir ku di demên dawî d egelek kes ji ber destdirêjiyê û tahdeyê serî li HDP'ê didin û ew Meclisa Jinan a HDP'ê piştgiriya jinan dikin. Atsak got: "Em li her deverê ne. Em li dijî vê rizandina exlaqî ji bo azadiya jinê tevdigerin. Jin tên û tiştên hatine serê wan dibêjin. Ji bo çareyekê tên HDP'ê. Di demên dawî de ev serlêdan pir zêde bûne. Em baş dizanin azadiya civakê, bi azadiya jinê pêkan e. Em ê heya 8'ê Adarê xebateke taybet bikin. Ji lew re divê em bibin dengê jinên ditirsin û nikarin dengê xwe bikin."
CIVAKEKE EXLAQÎ Û POLÎTÎK
Hevşaredara Serayê Caziye Dûman ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, destnîşan kir ku amûrên şer ên li Kurdistanê tenê ne ên teknîkî ne, li hemberî nirxên civaka kurd şerekî derûnî jî tê kirin. Dûman, anî ziman ku kurd jî divê bi awayekî stratejîk nêzî van polîtîkayan bibin û got: "Kesên dixwazin van tiştan berbelav bikin û polîtîkayên şerê taybet xistine dewrê, dixwazin civakeke bêexlaq ava bikin. Lê jinên kurd jî ji bo afirandina civakeke exlaqî û polîtîk li hemberî van polîtîkayan li ber xwe dide. Dewlet bi polîtîkaya şerê taybet dixwaze civakeke di bin banê xwe de biafirîne. Ji bo rûxandinê tu tişt nemaye li herêmê nexistiye dewrê. Ya ku civakekê li ser pêyan dihêle hêla wê ya exlaqî û polîtîk e. Em jinên kurd jî mecbûr in li her derî li dijî van polîtîkayan xwedî vîneke xurt bin."
'EM Ê RÊ NEDIN RIZANDINÊ'
Dûman, bal kişand ser mînaka Mûsa Orhan jî û got: "Tiştên îro diqewimin hemû bi piştgiriya dewletê diqewimin. Biryarên dadgehan, daxuyaniyên wezaretan feraseteke dijî ehlaqê jî der anîn. Piştî destdirêjiya li zarokan malbatan qaneh dikin. Ev jî bi destê dewletê tê kirin. Li malbatê ferzkirina bêexlaqiyê berhema feraseta şerê taybet e. Her wiha di bin navê 'namûsê' de jî jin tên qetilkirin û kesên vê dikin jî cezayên wan tên kêmkirin. Li welatekî ku Mûsa Orhan û tecawizê diparêze, fikarên mezin ên jinan hene. Em ê jinên civakeke biexlaq û polîtîk diparêzin em ê rê nedin vê rizandinê."