STENBOL - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku siyaseta şer a AKP-MHP’ê rê li ber xizanî, alozî û tundiya li ser jinê vekiriye û wiha got: “Dê jin, dawiyê li vê desthilatiyê bînin û zîhniyeta wan dersînor bikin.”
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li avahiya Rêxistina Bajêr a Stenbolê civîna heftane li dar xist û rojeva jinan nirxand.
Başaran ji ewil 23’yemîn salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Bi nêzbûna salvegerê re tecrîda heyî hîn bêhtir giran kirin. Tecrîda ku ev çend mehin tê sepandin, tecrîda 23 salan jî derbas kiriye. Birêz Ocalan herî dawî di 24’ê adarê de li ser telefonê bi kurtahî gel malbata xwe axivî. Ji wê rojê ve tu peywendî bi birêz Ocalan re nehatine danîn. Rejîmeke taybet li Îmraliyê heye û ev rejîm niha li hemû girtîgehan xistine meriyetê. Ne pêkane ku mirov vê tecrîde bi hiqûq û qanûnan ve bikare pênase bike.”
‘TECRÎD, SIYASETA ŞER KÛR DIKE’
Di berdewamê de Başaran diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re siyaseta şer jî kûrtir dibe û ev tişt anî ziman: “Civakê li dijî hev sor dikin û dahata welêt ji bo şer xerc dikin. Ev jî dike ku civak xizantir bibe, milîtarîzm pêş bikeve û tundiya li ser jinê zêdetir bibe. Banga me ew e ku dawî li vê polîtîkaya tecrîdê bînin. Gotinên ku birêz Ocalan ji civakê re bike hene û xwedî fikrên cuda ye. Lewma divê di zûtirin dem de tecrîd bi dawî bibe û hevdîtin dest pê bikin.”
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
Başaran piştre jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha pê de çû: “Girtîgeh, bi temamî hatine tecrîdkirin. Bi pandemiyê re, şert û mercên giran hîn girantir bûne. Ji adara 2019’an ve nahêlin girtî ji bilî kesên li qawîşên xwe, bi kesekê din re têkiliyan deynin. Bi qanûna nû re, pirtûk û çapemeniya muxalîf jî hatin qedexekirin. 600 jê giran niha bi giştî hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Tenê di sala 2021’an de 7 kesên ku berdana wan paşde hatiye xistin, jiyana xwe ji dest dan. Desthilatdarî naxwaze di vê mijarê de gav biavêje.”
ÊDÎ KUŞTINÊN JINAN GIHIŞTIYE ASTA QIRKIRINÊ
Bi domdarî jî Başaran bal kişand ser cînayetên jinan û wiha pê de çû: “Tenê di çileya 2020’an de 26 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin û 28 jin jî bi îdiaya xwekuştinê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Êdî kuştinên jinan, gihiştiye asta qirkirinê. Desthilatdarî li şûna ku pêşî li vê qirkirinê bigire, bi nêzikatiyên xwe mêran sor dike. Ji bo nixûmandina qetilkirina jinan jî di van demên dawî de zilam gotinên wek mirinên biguman û xwekuştinê bi kar tînin. Tenê di sala 2021’an de 217 jin bi awayekî guman hatine kuştin.”
‘JIN TÊDIKOŞIN’
Başaran anî ziman ku dema mijar dibe têkoşîna jinan, daraz li gorî daxwaza mêr biryaran dide û wiha pê de çû: “4 jinên Îranî ku digotin ‘em dev ji Peymana Stenbolê bernadin’ hatin dersînorkirin. Ji ber vê daxwaza wan jê re gotin ku ‘hûn nikarin li vî welatî bijîn.’ Kesên têdikoşin diavêjin zindanan û ew jin niha li girtîgehan li ber xwe didin. Hûn jinan dersînor dikin lê vê yekê baş bizanin ku em ê vê zîhniyeta we dersînor bikin. Em ê nehêlin ku hûn kuştina jinan rewa bikin.”
‘YÊN HERÎ XIZAN JIN IN’
Ayşe Acara Başaran wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin di dema dozê de nefeqeyê dixwazin ji bo ku hem berhema keda xwe ya di dema zewacê de bistînin û hem jî mesrefa pêvajoya dozê pêşwazî bikin. Hema hema ji sedî 82.9’ê dozan de ev daxwaza nefeqeyê çêdibe. Ji xwe ji van jinan ji sedî 45’an tu dahateke wan nîne. Lê li gorî daneyên fermî, ji van jinan tenê ji sedî 7 jê nefeqe digirin. Lê em baş pê dizanîn ku ev hejmar hêj kêmtir e. Gelo hûn dizanin bê ka rêjeya nefeqeyê çende? Tenê 287 lîre ye. Lê desthilatdarî li ser çend mînakên maganîzî hewl dide nêrîneke wisa ava bike ku qey jin ji bo nefeqeyê dixwazin cuda bibin. Li Tirkiyeyê qeyrana aborî heye û kesên herî xizan jî jin in. Barê herî giran li ser pişta wan e. Em dixwazin ku di 8’ê Adarê de em bi hîn bêhtir jinan re bên gel hev û têkoşîneke hevpar bidin. Dê jin dawî li vê desthilatdariyê bînin.”