NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên ku dê di çarçoveya bernameya TJA’yê de beşdarî çalakiyan bibin diyar bûn.
Tevgera Jinên Azad, bernameya xwe ya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Amedê aşkere kir. Her wiha navên hunermendên ku dê di çarçoveya bernameyê de beşdarî çalakiyan bibin jî diyar bûn. Di tevahiya çalakiyên 8’ê Adarê de dê 23 hunermend û 7 komên muzîkê qadên çalakiyan bi stran û awazên xwe bixemilînin.
Navê hunermendan û bajarên ku dê beşdarî çalakiyê bibin wiha ne:
Şirnex: Berfîn Aktay, Mizgîn Turan
Enqere: Hîvda Goker
Aydin (Soke): Evîn Sindî
Mêrsîn (Akdenîz): Ayşenûr Kolîvar, Koma Jinawaz
Riha (Xelfetî) : Devrîm Demîr
Wan (Erdîş): Şîlan Dora
Colemêrg (Gever): Berfîn Aktay, Ayfer Duzdaş
Riha (Navend): Nûrcan Degîrmencî
Bedlîs (Tetwan): Xecê
Tekîrdag: Koma Muzîkê ya Sarya
Osmaniye: Koma Sorjiyan
Amed: Îlkay Akkaya, Koma Sorjiyan, Ayfer Duzdaş
Wan: Rewşen Çelîker, Rojda, Şîlan Dora
Êlih: Ozlem Gerçek, Devrîm Demîr, Batman Kolektîf
Şirnex (Silopiya): Xecê, Koma Dengê Jinên Azad, Hediye
Agirî: Ozlem Baglayan, Mizgîn Turan
Colemêrg: Pinar Aydinlar, Koma Aryen
Bîngol: Baran Bozyel
Mêrdîn (Nisêbîn): Xalîde, Nûray Balik
Sêrt: Rûken Yilmaz
Edene (Ceyhan): Meral Tekçî, Koma Şitlên Azadî