AMED - Reşahat Ada ya ku di salên 1990’î de bi zextên dewletê re û bi bêedaletiyê re rûbirû ma îro jî ji bo bira, pismam û bixaltiyê xwe di Nobeda Edaletê de ye û ew dibêje dê deriyên hepsan vekin.
Reşahat Ada (45) bi hesreta ku birayê wî ji heps û zindanan derkeve dijî. Birayê wê Hamdûsena Ada (31) girtî ye. Ji bo wî li Baroya Amedê di Nobeda Edaletê de ye. Reşahatê tenê ne ji bo birayê xwe her wiha ji bo du pismamên xwe ku 27 sal in girtî ne û ji bo azadiya hemû girtiyên nexweş edaletê dixwaze.
Koçberî, îşkence, zindan… Reşahat Ada bûye şahidê her cûre tahde û xerabiya li kurdan tê kirin. Ew ji gundê Sêdeqnê ya bi ser navçeya Farqîna Amedê ve ye. Li vî gundî tê dinê û 10 xwişk û bira ne. Li vî gundî dizewice û wextê ku keça wê Hîlalê hêj yek salî ye hevjînê wê jiyana xwe ji dest die.
SÊDEQNÊ DIŞEWITÎNIN
Dewletê di salên 90’î de li dijî gunda û gund û bajarên wan êriş û zextên mezin kirin. Li malbata Ada jî cerdevanî tê ferzkirin. Leşker di sala 1994’an de diavêjin ser gund û ferdên malbata Ada ku cerdevaniyê red dikin yek bi yek dişewitînin û gundiyan binçav dikin. Di nav ên tên binçavkirin de bavê Reşahatê, Mehmet Siddik Ada (84) salî û birayê wê hebûne. Bav û bira û pismamên wê bi her cûre îşkenceya dewletê re rûbirû dimînin.
JI GUND KOÇ DIKIN
Ferdên malbatê ji ber zextên dewletê koçî navenda Amedê Rezanê dikin. Her çiqas ew ji gundê hatin navenda bajêr jî lê tundî, zext û îşkence ji ser wan kêm nebû. Her tim ferdên malbatê tên binçavkirin û girtin.
PISMAM Û BIXALTIYÊ WÊ 27 SAL IN GIRTÎ YE
Di sala 1995’an de pismam û bixaltiyê Reşehatê Ahmet Kolakan û Osman Klavuz tên binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên girtin. Her du jî 27 sal in girtî ne. Hev her du girtî lig elek girtîgehan mane. Kolakan niha li Girtîgeha Balikkesîrê ye û Osman Klavûz jî divê bê berdan lê berdana wî hatiye taloqkirin û li bendê ye ku derkeve derve.
Birayê wê Hamdûsena Ada di sala 2011’an de bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” tê girtin. Ewilî li Girtîgeha Amedê tê ragirtin û pişt re jî wî dişînin Girtîgeha Rîzeyê. Piştî çend sal şûn ve li ser daxwaza wî sewqî Girtîgeha Amedê tê kirin.
KEÇA WÊ TÊ GIRTIN
Di sala 2015’an de keça Reşhatê, Hîlal Ada (32) tê li Bismilê dema xebatên hilbijartinê dike, tê girtin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal li Girtîgeha Gebzeyê dimîne. Reşahatê hem ji bo keça xwe hem ji bo birayê xwe her tim berê wê dikeve ser rêya girtîgehan û ji ber deriyên hepsan nayê. Ew her tim di çalakiyên ji bo piştevaniya girtiyan de cih digire û ji bo daxwazên girtiyan werin qebûlkirin bang dike. Di sala 2018’an de birayê Reşahatê, Mevlud Ada tê girtin.
GIRTÎGEH BÛNE RÊYA KADIZÊ
Êdî rêya girtîgehên Stenbol, Rîze û Amedê ji bo Reşahatê bûye mîna rêya kadizê. Her tim ew bi hezaran kîlometre rê diçe da ku xwişk û birayê xwe bibîne. Ada wiha behsa çîroka rêwîtiya xwe dike: “Em ketin ser rê ku biçin hevdîtinê. Wesayîta me li sînorê Rîzeyê xera bû. Berf li çokan bû. Em bi saetan di wesayîtê de asê man. Hewa pir sar bû. Me xwest em herin mizgeftê xwe germ bikin. Mele got, 'Bêyî cenaze em nikarin derî vekin'. Em li ber mirinê bûn. Bavê min wê demê 77 salî bû. Ew û diya min herdu jî nexweş bûn. Destên min jî cemidî bûn. Bavê min ji mela re got, derî veke, cenaze heye û derî vekirin. Cenaze pirsîn, bavê min me nîşan da û got 'hemû li ber mirinê ne'. Em di van şert û mercan de geriyan û ji bo dîtinên nîv saetî çûn Rîzeyê. Malbata min piştî hevdîtinê rehet dibû. Dema me birayê min didît, em mirina jî ne xema me bû.”
Reşahatê ji bo ku hefteyek din jî biçe birayê xwe din Mevlûd bibîne dîsa dikeve ser rêya girtîgehê. Reşahata ku bi xwendin, nivîsandin û tirkî nizane bi taybetî dema berê wê dikeve bajarên rojavayê Tirkiyê gelek zehmetiyan dikişîne.
DESTÛR NAYÊ DAYÎN KU BEŞDARÎ MERASÎMÊ BIBIN
Êşa li ser êşan bi serê vê malbatê ve tê. Di îlona 2018’an de birayê Reşehatê, Abdurahman Ada di avê de dixeniqe û jiyana xwe ji dest dide. Nahêlin ku birayên wî û xwarziya wî werin merasîma cenaze.
'BAWER NAKIN KU BIRAYÊ WAN MIRIYE’
Reşahat Ada wiha behsa vê bûyera travmatîk dike: “2 birayê û keça min hatin girtin. Dema Abdurahman koça dawî kir me serî li her sê girtîgehan da. Me ji wan xwest ku beşdarî merasîma cenaze û sersaxiyê bibin. Lê her her sê girtîgehan jî qebûl nekir. Xwişk û birayên min ji vê bûyerê pir bandor bûn. Ew hîn jî bawer nakin ku Abdurahman miriye, ji ber ku nikaribûn beşdarî merasîma cenazeyê wî bibin. Heke ev ne zilm be ku li me hatiye kirin, lê gelo çi ye?”
Hîlal Ada piştî 7 salan di 2021’an de tê berdan. Mevlud Ada jî di sala 2019’an de tê berdan. Lê ji ber ku cezayê Mevlud Ada yê ku zewicî ye û zarokên wî hene tê erêkirin, neçar dimîne ku biçe Ewropayê.
6 CARAN DIAVÊJIN SER MALA WÊ
Di têkoşîna edaletê ya Reşahat Ada de gelek caran polîs bi ser mala wê de digirin. Di her serdegirtinê de mala wê tê belavkirin. Di sala 2020’an de cara şeşemîn bi ser mala wê de digirin û deriyê wê dişikînin û wê binçav dikin. 9 rojan di binçavan de dimîne û pişt re tê berdan. Ada bi van gotinan zext û zordariya ku li ser wê tê kirin vedibêje: “Gelek caran avêtin ser mala min. Hejmar nayê bîra min. 6 caran deriyê min şikandin. Ji ber ku her cara ku wan dişikand min nedikarî deriyekî nû çêbikim, min ê deriyên kevn bikiriya û bianîna lê bixista. Ev zilm bi salan e didome. Lê ez nimêja xwe jî dikim, rojiya xwe digirim û li aliyê din jî têkoşîn dikim, serî li ber wan natewînim.”
JI BO BIN DENGÊ GIRTIYAN…
Hamdûsena Ada yê 11 sal in girtî ye nexweşîna dil û gurcikan pê re heye û her meh divê derzî li xwe bixe. Reşahat Ada ji ber Covid-19’ê nikare biçe hevdîtina birayê xwe. Ji bo ku girtiyên nexweş werin berdan ew her riyê diceriîbe. Ew ewilî tevlî çalakiyên li kuçeyan dibe û pişt re jî yên li ber girtîgehê. Serî li saziyên fermî dide. Her deriyê ew lê dide lê tên girtin.
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtin bikin serê meha çile çûn Enqereyê. Malbatan xwest li Enqereyê dengê xwe bidin bihîstin, lê bi mudaxileya polîsan re rûbirû man. Reşahat Ada li dijî astengiya polîsan bi hêrs e û xwe di awirên wê de dide nîşandan. Ada di vê kêliyê li dijî polîsan awirê xwe tûj dike û berxwedan û hêrsa xwe nîşan dide di wêneyekî de xwe radixe ber çavan.
ÎSYANA EDALETÊ
Ada bi lêv kir ku ew bawerî û hêrsa xwe zindî dihêlin û ev nêzî 4 meh in hewl didin dengê xwe bidin bihîstin û heta negihijin vê yekê ew ê dev ji Nobeda Edaletê bernedin. Ada ya ku li gel malbatan li Baroya Amedê nobedê digire careke din dengê xwe bide bihîstin û wiha got: “Em giriyan, nebihîstin, me bang li raya giştî kir, nebihîstin, em hatin vir û me jî dest bi nobedê kir. Em bi biryar in ku bi berxwedana xwe deriyên girtîgehan vekin.”
SERDANA ENQEREYÊ
Ada serdana malbatan a ji bo Enqereyê di meha çile de pêk anîn bi bîr xist û got: “Me serdana gelek partiyan kir. Me behsa girtiyên nexweş ji wan re kir. Bi erênî me pêşwazî kirin, guhdar kirin. Lê belê hêj tu pêşketin tune ye. Ne edalet hat dabînkirin û nej î zarokên me hatin berdan. Lê me carek din dibêjin em ê dest ji çalakiya xwe bernedin û neçin.”
QEDEXEYA HEVDÎTINÊ
Ada bi bîr xist ku birayê wê yê ku nexweşiya gurçik û dil pê re heye û her meh divê derziyan bi kar bîne, li girtîgehê rastî êrişa 20 gardiyanan hatiye û got: “Niha zext û tundî li ser wan tê kirin. Sê hefte qedexeya hevdîtinê dan. Çima ceza dane wan, ez nizanim. Wan ji me re negot lê em texmîn dikin. An pirtûkek dixwînin, bi zimanê xwe diaxivin, an jî gotine şîdetê li me nekin. Di nava çar dîwaran de dikarin çi sûcî bikin?”
Ada destnîşan kir ku tişta li girtiyan tê kirin zilm e û wiha got: “Em weke malbatên wan tu carî wan bi tenê nahêlin. Em ê li derve jî bibin dengê wan. Em ê ji kesên ku me nabihîzin û nabînin re bêtir xuya bibin. Li gel hemû zilm û zordariya ku li me hatiye kirin jî dîsa jî peyva aştiyê li ser zimanê me ye. Em wek dayik, wek jin aştî û jiyanek wekhev dixwazin.”
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Ozgur Paksoy