ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê wê 28'ê Sibatê li Îzmîrê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê bike. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wê li 38 navendan gelek çalakî bên lidarxistin.
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bernameya çalakiyan a 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir. Bi dirûşma "Em ê bi hev re biguherînin, niha dema jinan e" wê 28'ê Sibatê li Îzmîrê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê bikin û li 6 herêman wê li 38 navendan gelek çalakî bên lidarxistin.
Bernameya çalakiyên 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê wiha ye:
EDENE
"27'ê Sibatê: Li navçeya Seyhanê wê bernameya dengbêjan hebe.
1'ê Adarê: Li avahiya bajêr a Edeneyê bi civîneke çapemeniyê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê bikin. Qert wê ji jinên girtî re bêne şandin.
2'ê Adarê: Tevî TJA'yê wê li navçeya Ceyhanê şahiya jinan pêk were.
3'ê Adarê: Bi beşdariya Tulay Hatîmogûllari wê pirtûka Rengê Mor ê Siyaseta Kurd bê îmzekirin.
5'ê Adarê: Li pêşiya girtîgeha Tarsûsê daxuyaniyek bê dayin.
6'ê Adarê: Ji Pirta Kasim Gulek heta qada Stasyonê meş û mitîng.
8'ê Adarê: Li navenda Edeneyê saet di 18:00 de meş bê lidarxistin.
MERSÎN
1'ê Adarê: Daxuyaniyek çapemeniyê bê dayin.
3'ê Adarê: Li navçeya Akdenîzê şahiya jinan were lidarxfistin.
4'ê Adarê: Li navçeya Tarsûsê karkerên çandiniyê bê ziyaretkirin.
6'ê Adarê: Bi Platforma Jinê ya Mersînê şahî were lidarxistin.
7'ê Adarê. Li navçeya Toroslarê şahiya dengbêjan.
8'ê Adarê: Li Koşûmatoyê ber bi Parka Ozgecan Aslan bi Platforma Jinan a Mersînê re meş bê lidarxistin. Qert ji girtîgehan re bên şandin.
OSMANIYE
7'ê Adarê: Li navenda Osmaniyeyê li avahiya navçeya navendî şahî pêk were.
HATAY
26'ê Sibatê: Li navçeya Erzînê hevdîtina bi jinên kedkar ên pirtiqalan kom dikin.
8'ê Adarê: Li Hatayê mîtîng were lidarxistin.
AMED
1'ê Adarê: Bi kincên neteweyî ji ber Mizgefta Mezin ber bi PTT'ê meş û şandina qertan ji bo jinên girtî.
2'ê Adarê: Bi pêşengiya saziya ziman şahî.
2'ê Adarê: Li navçeya Peyasê serdana atolyeyên tekstîlê li taxa Hûzûrevlerî. Ji 1 heta 7'ê Adarê li navçeya Peyasê serdana bazarê. Li navçeya Hênê kombûna jinê.
3'ê Adarê: Li Çinarê kombûna jinan. Nîşandana fîlm li navçeya Baglarê. Li Şehîtlîkê şahiya jinan.
4'ê Adarê: Li bazarê belavok bê belavkirin. Li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê şahî bê lidarxistin. Lİ Farqînê meşa bi kincên gelêrî û belavkirina qurnefîlan li jinan.
5'ê Adarê: Li pêşiya avahiya navçeya Yenîşehîrê belavok bê belavkirin. Li navçeya Baglarê kombûna bi jinên li gundan. Li navçeya Peyasê meş.
6'ê Adarê: Li navçeya Bismilê şahiya jinan. Li navçeya Hênê kombûna bi jinên li gundê Belenê.
7'ê Adarê: Li gundê Sergen ê navçeya Hênê kombûna jinan.
8'ê Adarê: TJA, KESK; Rosa Jin, DÎSK, TMMOB, OHD Û DAKP li qada Stasyonê wê mîtîngê lidar bixin.
ÊLIH
1'ê Adarê: Li navçeya Hezoyê şahî: Hefteyekê wê li ber girtîgehan daxuyanî bê dayin. Jinên dengbêj şevbêrkê pêk bînin. Li çend deverên bajêr kursiyên serbest bêne danîn.
8'ê Adarê: Fînala çalakiyên 8'ê Adarê wê li Parka 8'ê Adarê bi mîtîngê bê dayin.
MÊRDÎN
1'ê Adarê: Li navçeyên Qoser, Artûklû, Nisêbîn, Dêrik, Şemrez, Kerboran, Mîdyat, Stewir, Mehsertê serdana xizmên girtiyan bê kirin.
2'ê Adarê: Li gundê Qursê yê navçeya Qoserê şahiya dengbêjan.
3'ê Adarê: Li navçeya Artûklûyê şahiya helbest, stran û muzîkê.
5'ê Adarê: Hevpeyvîna bi nivîskarên jin re.
6'ê Adarê: Stewr/Avînayê hevdîtina jinê.
8'ê Adarê: Li navçeya Nisêbînê şahiya jinan.
ŞIRNEX
1'ê Adarê: Li Şirnexê şahî.
2'ê Adarê: Li Basayê serdana bazarê, li bajarokê Findikê hevdîtina bi jinan re.
3'ê Adarê: Li Hezexê çalakiya xeleka mor a têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan.
4'ê Adarê: Li Elkê hevdîtina jinan. Şandina qertên piştevaniyê bi jinên girtî re.
6'ê Adarê: Li navçeya Cizîrê meşa ji bo zimanê dayikê.
7'ê Adarê: Li navçeya Silopiyayê serdana dikandarên jin.
8'ê Adarê: Li navçeya Silopiyayê li qada Newrozê mîtînga 8'ê Adarê.
SEMSÛR
1'ê Adarê: Li bajarokê Balyanê û gundên derdorê serdana jinên li gundan.
2'ê Adarê: Li bajarokê Bûlamê û gundên derdorê kombûna jinan.
3'ê Adarê: Li bajarokê Komurê û gundên derdorê serdana jinan.
4'ê Adarê: Li navçeya Kehtayê serdana dikandarên jin her wiha wê gora Medîne Memî bê ziyaretkirin.
5'ê Adarê: Li navçeya Besnî serdana jinên dikandar.
7'ê Adarê: Li navçeya Samsatê û gundan serdana malan.
8'ê Adarê Li navendê serdana dikandaran, malbatan û febrîqeya testîlê.
MELETÎ
6'ê Adarê: Li navçeya Yazihanê şahiya jinan.
5'ê Adarê: Panel.
8'ê Adarê: Daxuyaniya çapemeniyê.
ÇEWLIK
1-2'ê Adarê: Serdana jinên kedkar, dikandar û tesktîlê.
4'ê Adarê: Wê ji jinên girtî re qert bêne şandin.
5-6'ê Adarê: Li navçeyan û taxan kombûna jinan.
8'ê Adarê: Piştî meşa li bajêr sînevîzyon bê nîşandan.
SÊRT
1'ê Adarê: Li navçeya Misricê di şexsê Garîbe Gezer, Denîz Poyraz û Gulîstan Dokû de bi wêneyên jinan ên hatin qetilkirin 8'ê Adarê dest pê bike.
2'ê Adarê: Qert wê ji jinên girtî re bêne şandin.
4'ê Adarê: Li navçeya Baykanê li bajarokê Comanî wê meşa xwezayê pêk were.
5-6-7'ê Adarê: Li karkerên çandinî û tekstîlê, li dikandaran belavok bêne belavkirin.
8'ê Adarê: li navenda Sêrtê wê şahî bê lidarxistin.
DÎLOK
Wê serdana Emîne Şenyaşar bê kirin.
6'ê Adarê: Li avahiya bajarê Rihayê şahî pêk were.
8'ê Adarê: Li qada bajêr meşa bi meşaleyan were lidarxistin.
RIHA
1'ê Adarê: Li hemû navçeyan bi beşdariya girseyî daxuyaniyên çapemeniyê bêne dayin.
2'ê Adarê: Kombûna jinan.
3'ê Adarê: Li navçeya Xelfetiyê şahiya jinan.
4'ê Adarê: Qert ji jinên girtî re bêne şandin.
6'ê Adarê: Li navenda Rihayê şahiya jinan bê lidarxistin.
8'ê Adarê: Serdana Emîne Şenyaşar bê kirin.
DERSIM
1'ê Adarê: Bi beşdariya hmû navçeyan daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî bê dayin.
8'ê Adarê: Li qada Seyîd Riza mîtînga mezin a jinan were lidarxistin.
ÎZMÎR
28'ê Sibatê: Ji ber OSYM a Alsancakê heta Turkan Saylanê meş bê lidarxistin. Çalakî wê diyarî Denîz Poyraz bê kirin.
8'ê Adarê: Wê li meşa şevê ya femînîst tevlîbûn bê kirin.
ANTALYA
3'ê Adarê: Daxuyanî bê dayin.
4'ê Adarê: Li ber PTT'ê daxuyanî bê dayin û qert ji girtiyan re bêne şandin.
6'ê Adarê: Ji Parka Gulluk Aydinkanza heta qada Cûmhûriyetê meş û mîtîng bê lidarxistin. Li Uçkapilarê li meşa şevê ya femînîst tevlîbûn bê kirin.
AYDIN
1-2'ê Adarê: Li navçeya Sokeyê bi tevlîbûna dengbêjên jin şahî bê lidarxistin.
3'ê Adarê: Li navçeya Koşkê li pêşiya Febrîqeya Încîrê daxuyanî bê dayin.
5'ê Adarê: Li navçeya Germencîkê kombûna jinan.
6'ê Adarê: Li navçeya Încîrlîovayê, kombûna jinan.
7'ê Adarê: Li navçeya Dîdîmê panela jinan.
MÛGLA
2'ê Adarê: Li Bodrûmê qert wê ji girtiyên jin re bêne şandin.
4'ê Adarê: Li navçeya Bodrûmê li avahiya HDP'ê hevpeyvîna bi sernavê "Ji rabirdûyê heta niha têkoşîna jinan" bê lidarxistin.
5'ê Adarê: Li navçeya Mîlasê, li bazara Akkentê şahiya jinan.
DENÎZLÎ
6'ê Adarê: Li navçeya Merkezefendî şahiya jinan.
6'ê Adarê: Li qada Candoganê daxuyaniya çapemeniyê. Ji Parka Candoganê heta ber Şaredariya Denîzliyê meş.
MANÎSA
5'ê Adarê: Li navçeya Yûnûsemre şahî.
COLEMÊRG
1'ê Adarê: Li navenda Colemêrgê wê çalakiyên 8'ê Adarê destpê bikin.
2'ê Adarê: Li Geverê, daxuyanî bê dayin û qert ji girtiyên jin re bê şandin.
3'ê Adarê: Li Çelê kombûna jinan.
5'ê Adarê: Li Geverê şahiya jinan.
8'ê Adarê: Li navenda Colemêrgê şahiya jinan.
WAN
27'ê Sibatê: Li navçeya Tûşbayê wê fîm bê nîşandan. Civîneke gel bê lidarxistin.
28'ê Sibatê: Li navçeya Payîzavayê kombûna jinan.
1'ê Adarê: Li navenda Wanê li kolana Hunerê bi beşdariya girseyî bi kincên gelêrî wê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê bikin.
2'ê Adarê: Li navçeya Artemêtanê kombûna jinan.
3'ê Adarê: Li navçeyên Tûşba û Çaldiranê kombûna jinan.
4'ê Adarê: Li navçeya Erdîşê kombûna jinan.
5'ê Adarê: Li navenda Wanê li pêşiya girtîgehan wê qert ji jinên girtî re bêne şandin.
7'ê Adarê: Li navenda Wanê ji bo mîtînga 8'ê Adarê wê belavok û qurnefîl bêne belavkirin.
8'ê Adarê: Bi TJA'yê re wê li Parka Mûsa Anter mîtîng were lidarxistin.
MÛŞ
28'ê Sibatê: Li navçeya Kopê kombûna jinan.
1'ê Adarê: Qert wê ji jinên girtî re bêne şandin, bi vî rengî çalakiyên 8'ê Adarê dest pê bikin.
8'ê Adarê: Li navçeya Malazgîrtê wê kombûna jinan pêk were.
4'ê Adarê: Li navçeya Gimgimê kombûna jinan.
8'ê Adarê: li navenda Mûşê şahiya jinan.
AGIRÎ
1'ê Adarê: Li navenda Agiriyê qert ji jinên girtî re bêne şandin.
4'ê Adarê: Li navçeya Patnosê serdana dikandar û jinên li karê testîlê dixebitin bê kirin, qurnefîl bêne belavkirin.
5'ê Adarê: Li navçeya Bazîdê kombûna jinan.
6'ê Adarê: Li navçeya Patnosê kombûna jinan û vekirina navenda piştevaniya jinê.
7'ê Adarê: Li navenda Agiriyê serdana dikandaran û belavkirina qurnefîlan.
8'ê Adarê: Li avahiya HDP'ê ya Agiriyê wê şahiya jinan bê lidarxistin.
ÎDIR
8'ê Adarê: Li avahiya HDP'ê ya Îdirê wê şahiya jinan bê lidarxistin.
QERS
9'ê Adarê: Li avahiya HDP'ê ya Qersê kombûna jinan.
BEDLÎS
1-5'ê Adarê: Li navenda Bedlîsê û navçeyên wê kombûna jinan. Qert ji girtiyên jin re wê bê şandin. Serdana dikandarên jin wê bê kirin.
6'ê Adarê: Li avahiya HDP'ê ya Bedlîsê şahiya jinan wê were lidarxistin.
8'ê Adarê: Li navenda Bedlîsê wê qurnefîl li jinan bê belavkirin.
ENQERE
28'ê Sibatê: Li avahiya HDP'ê ya Enqereyê daxuyaniya çapemeniyê.
2'ê Adarê: Meclîsa Jinê ya Bajêr a Enqereyê wê li salonê şahiyê lidar bixe.
6'ê Adarê: Li Qada Tandoganê mîtînga 8'ê Adarê.
8'ê Adarê: Ji ber Bîrdariya Madencî heta kolana Sakaryayê wê tevlîbûn li meşa şevê ya femînîst bê kirin.
ESKÎŞEHÎR
2'ê Adarê: Daxuyaniya çapemeniyê.
4'ê Adarê: Li taxa Yildiztepe wê belavok bên belavkirin, afîş bên daliqandin û êvarê civîna malê bê lidarxistin.
4-7'ê Adarê: Li navçeya Mahmûdiyeyê li taxa Îsmetpaşa wê serdana malan bê kirin, kulîlk bêne belavkirin.
8'ê Adarê: Li deriyê Espark Baglarê meş û mîtîng bê lidarxistin.
KONYA
5'ê Adarê: Li navenda Konyayê bi beşdariya jinên KESK, TÎP û KHK'î wê kombûn pêk were.
6'ê Adarê: Li navçeya Cîhanbeyliyê çalakiya 8'ê Adarê.
STENBOL
25'ê Sibatê: Li Haci Ahmet a Stenbolê li ser mijara jinê û xizaniyê çalakî bê lidarxistin.
28'ê Sibaetê: Li navçeya Sûltanbeyliyê çalakî, li navçeya Esenyûrtê serdana jinên kedkar û belavkirina qurnefîlan.
3'ê Adarê: Li navçeya Uskudarê wê fîlm bê nîşandan.
4'ê Adarê: Li navçeya Başakşehîrê kombûna jinan.
5'ê Adarê: Li navçeya Beylîkduzu şahiya jinan li salonê.
5'ê Adarê: Li navçeya Kagithaneyê li qada Nûrtepeyê pêşandana şanoyê.
6'ê Adarê: Li Kadikoy Rihtimê meş û kombûna jinan.
8'ê Adarê: Li bendergeha Uskudarê balon bê firandin. Li Taksîmê tevlîbûn li meşa şevê ya femînîst bê kirin.
BALIKESÎR
5'ê Adarê: Bi Platforma Jinê ya Balikesîrê çalakî bê lidarxistin.
ÇANAKKALE
6'ê Adarê: Li navçeya Gelîbolû kombûna jinan.
TEKÎRDAG, EDÎRNE, KIRKLARELÎ
6'ê Adarê: Li Tekîrdagê wê daxuyanî bê dayin û şahiya jinan bê lidarxistin.
BÛRSA
24'ê Sibatê: Name wê ji jinên li girtîgehan re bêne şandin.
5'ê Adarê: Ji bo 8'ê Adarê belavokên bangawaziyê bên belavkirin.
7'ê Adarê: Serdana jinên li atolyeyên tekstîlê dixebitin bê kirin û qurnefîl bê belavkirin.
8'ê Adarê: Li navçeya Înegolê wê kombûna jinan hebe. Li navenda Bûrsayê ji Fomarayê heta qada Kentê meş bê lidarxistin."