ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bang li hemû jinan û gelan kir ku li dijî tifaqa şer tifaqa jinan ava bikin û ev tişt got: "Werin em bi hev re li ser aştî, tifaq û hevgirtina jinan biaxivin."
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîneke çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Acar, di axaftina xwe de bal kişand ser cînayetên jinan û têkoşîna jinan a ji bo jiyanê bi bîr xist û ev tişt got: "Jin bi cudahî, ziman, sekna xwe rexmî hemû astengiyan jî barîkatên 8'ê Adarê rûxandin û qadên 8'ê Adarê têje kirin û têkoşîna xwe danîn holê."
Di berdewamê de Acar wiha axivî:
"Li qadên Newrozê peyama ‘Navnîşana çareseriya doza Kurdan a bi rêya demokratîk û aştiyê Îmrali û rêzdar Ocalan e’ hatiye dayîn. Divê niha her kes careke din kumê xwe deyne ber xwe û plansaziya dema pêş bike. Gelê me berpirsyariyeke mezin da me. Peyamên herî girîng ên di Newroz û 8’ê Adarê de tecrîd û rewşa li girtîgehan bû. Hate xwestin ku divê polîtîkaya tecrîdê were qedandin û rêzdar Ocalan bi rihetî karibe fikrên xwe ragihîne ji civakê re. Di heman demê de em diyar dikin ku desthilatdarî berpirsê mirinên li girtîgehan e. Bi tenê hefteya borî du cenaze ji girtîgehan derket. Divê vê polîtîkaya dijminane ya li ser girtiyên nexweş were bidawîkirin.”
Bi tenê di 2 mehên ên sala 2022’yan de 49 jin ji ber şîddeta mêran hatin kuştin. Em dizanin ku ew ji ber şîddeta mêran jiyana xwe ji dest didin. Di 3 mehên dawîn de 8 jin ‘ji balkonê ketine û jiyana xwe ji dest dane’. Desthilatdarî ji dêvila ku hinek qanûnan dike divê Peymana Stenbolê têxe meriyetê. Ji ber ku saziyên darizandinê mêran teşwîq dike. Li ser jinan tê ferzkirin ku jin li hemberî vî tiştî bêdeng bimînin û li gorî wê maqûl tevbigerin. Me berê jî gelek caran diyar kir ku em vê jiyanê tu carî qebûl nakin.
Em bang li hemû jinan dikin, werin em bi hev re li ser aştî, tifaq û hevgirtina jinan biaxivin. Me di 8’ê Adarê de slogan û tilîliyên xwe kirin yek û em bi ser ketin. Em hêvîdar in di demên pêş de, em ê li zemînên berfireh li hev bicivin.Ez careke din diyar dikim, em Meclîsa Jinan a HDP’ê hay ji berpirsyariya xwe hene. Ji bo geşkirina têkoşîna jinan û hilweşandina van rejîman, em ê her cure berpirsyariyê werbigirin. Em bawer in wê têkoşîna hevpar a jinan û tifaqa jinan wê li hemberî tifaqên mêr û şeran bi ser bikevin."