TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e

  • jin
  • 15:44 20 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - TJA’yê bang kir ku şerê dewlata tirk bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistanê daye destpêkirin bê rawestandin û got: “PDK berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên gelê kurd dihesibîne û xwe radestî dijminên gelê kurd dike. Divê demildest dest ji vê xeletiyê berde.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) tekildarî şerê ku dewlata tirk bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistanê daye destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku PDK bi hevkariya xwe ya bi desthilata AKP’ê û MHP’ê wê negihije tu deran û xwest ku PDK demildest dev ji xeta îxanetê berde.
 
Daxuyaniya TJA’yê wiha ye;
 
“Operasyona heştemîn a li ser Herêma Kurdistana Federe ya ku desthilatdariya faşist a AKP’ê û MHP’ê ji 2019’an ve biryar dane pêk bînin, şeva 17’ê Avrêlê hat destpêkirin. Her wekî ku di heft operasyonên berê de jî hatibû gotin, di rojnameyan de serenavê “Pençeya Dawîn” hat bikaranîn, operasyon ji aliye çapemeniya tirk ve hema bibêje wek cejnekê hat pêşwazîkirin û hîna jî tê pêşwazîkirin.
 
Du roj beriya operasyonê, roja 15’ê Avrêlê, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî, Tayyip Erdogan û Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan li Stenbolê hevdîtinek pêk anîn. Ev operasyona ku piştî vê hevdîtinê hat destpêkirin domahîka nijadkujiya (genosîda) kurdan a ji sed salî zêdetir e tê kirin e. Lê dîrok bûye şahid ku tu caran şerxwazî û îxanetê li ber dozeke rewa nikaribûne bi ser bikevin.
 
Eniya faşîst a AKP û MHP’yê bêyî ku ji rabirdûyê ders bigire, difikire ku Pirsgirêka Kurdan bi şer çareser bike. Difikire ku dê pirsgirêkên nasname, çand û statuyê yên gelekî bi şer çareser bike. Bêguman, desthilatdariya heyî jî herî kêm bi qasî Kurdan dizane ku bi vî awayî dê tu encam neyên bidestxistin. Lê desthilatdarî ji bo xelasiya ji rewşa bi qeyran a ku tê de ye, ji bo xelasiya ji rewşa nekariya birêvebirinê vê rêbazê bi kar tîne û vî şerî wek xebateke ji bo hilbijartinan bi kar tîne. Xeyala desthilatdariyeke riziyayî, jirêderketî û bêhêz a ku hêviyên xwe li per û baskên S-400 û F-35’an bar kirine û bi wî awayî hewl dide bifire, dê her û her wek xewn û xeyalekê bimîne. Tevahiya desthilatdarî û şaristaniyên ku hewl dane bi xwîn, şer û zilmê li ser piya bimînin, çûne ser sergoyê dîrokê. Piştî êrîşên ku birine ser başûrê Kurdistanê, êrîş birine ser Rojava û Şengalê, li Bakur bi sedan kurd hatine binçavkirin, tevahiya mafên demokratîk bi hinceta ‘bekayê’ hatine beralîkirin. Tevahiya van kirinan pêngavên plana têkbirinê ne û li tevahiya herêmên Kurdistanê li hemberî Kurdan vê planê disepînin.
 
Şerê Cîhanê yê 3’yemîn îro berfirehtir dibe û ji gelek cihên cuda dengê şer û pevçûnan tê. Jin, ciwan û ‘yên din’ li hemberî durûtiya dewletên emperyal ên ku dixwazin li Rojhilata Navîn şer gurr bikin li ber xwe didin û li çar aliyên cîhanê dengê wan olan dide. Ew deng, dengê sekna herî bi rûmet e, dengê  aştiyê ye. Yên ku li gel me ji bo şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de hêsiran dibarînin, ji bo rijandina xwîna kurdan bêyî tu dudiliyan, dibin dilxwaz û dildar. Ev yek jî nîşanî me dide ku di eslê xwe de, di şer de jî, di aştiyê de jî çiqas ji dil in û dilxwaziya wan çawa diguhere.
 
Beşdarbûn û hevkariya PDK’yê ya van polîtîkayên ku eniya faşîst ji bo mayîna xwe disepîne jî ji bo kurdan yek ji şaşiyên herî mezin ên dîrokê ye. Hêvîdarbûna ji desthilatdariyeke ku dijminatiya kurdan dike û diyar e ku dê di demeke kin de biçe, hevkariya bi wan re, serperiştiya dijminatiya di nava kurdan de tu caran, tu tiştek li kurdan zêde nekiriye. Xeta PDK’ê di çarçoveyeke teng de difikire, li berjewendiyên xwe bi tenê difikire, berjewendiyên neteweyî bi her awayî radestî desthilatdariyeke ku dijminatiya Kurdan dike. Divê ev xeta PDK’ê demildest ji vê şaşiyê vegere û ji bo berjewendiyên neteweyî, li gel kurdan cihê xwe bigire. Hêvîdarbûna ji desthilatdariyeke ku ji bo referandûmeke Herêma Federe jî daxuyaniyên wek ‘em ê bi tu awayî nehêlin’ didan û gef dixwarin tê wê wateya nezanîn û nexwendina siyaset, têkiliyên cîhanî û dîrokê ye.
 
Lê wek jinên Kurd, piştî têkoşîna xwe ya nîvsedsalekê me ev yek baş dît; şer herî zêde li me jinan dixe. Di rewşeke ku mîlîtarîzm tê kişkişandin, îxanet li her derê ye de, pêşiyê ji me jinan re ewlehî, xwarin û azadî nîn e! Ezmûnên cîhanê nîşanî me dan ku şer bi tene ne meseleyeke li serê çiyayan e û tu şerek tune ye ku li ser bedena jinê nayê meşandin! Ji ber vê yekê ye ku jinên kurd, dayîk, li qadan, li kolanan ji bo ku bibêjin ‘Aştiyeke Birûmet, Demildest (A Niha)!’ li ber xwe didin û berdêlan didin. Li Şengalê, li Rojava û li her bihosta Kurdistanê, jin ji vê mîlîtarîzmê re, ji şerê ku bi desthilatdariya mêr dimeşe re dibêjin êdî bes e! Ligel rastiya ku şer herî zêde li jin û zarokan dixe, wek jinên kurd, em careke din dibêjin; Divê şerê ku li başûrê Kurdistanê tê kirin demildest bê sekinandin, Pirsgirêka Kurdan bi rê û rêbazên demokratîk were çareserkirin û demildest dev ji xeta îxanetê were berdan.”