ENQERE - Ji bo Dayika Aştiyê Hatîce Ay a 73 salî ku ji xeynî kurdî bi tu zimanî nizane, axaftina bi kurdî helwesteke li hemberî şer, îşkence û tecrîdê ye.
Dayika Aştiyê Hatîce Ay a 73 salî, bi axaftina bi kurdî û kilamên xwe li dijî çewisandinên li ser zimanê kurdî têdikoşe. Ay ku li navçeya Licê ya Amedê hatiye dinê, ji zarokatiya xwe ve li dawetan û çalakiyên bi vî rengî dest bi dengbêjiyê kiriye. Di sala 1994'an de piştî gundê wan hatiye şewitandin ji bêgavî koçî Enqereyê kiriye. Ay, bi kilamên xwe hem behsa dema şewitandina gundê xwe hem jî zor û zehmtiyên di dema koçberiyê de bi wan re rû bi rû mane dike. Sedema ku Ay ji xeynî kurdî bi tu zimanî naaxive jî, tiştên hatine serê wê bi xwe ne: Navên kurdî li zarokên xwe kirine lê li nasnameyê nehatine tomarkirin, gava gundê wan hatiye şewitandin bi rojan îşkence li birayê wê hatiye kirin. Ay jî li hemberî vê feraseta ku navê kurdî yê zarokên wê qebûl nekiriye û gundê wê şewitandiye bi zimanê xwe yê zikmakî têkoşiyaye û vê têkoşîna xwe di Meclîsa Dayikên Aştiyê de didomîne.
BI LAÇIKA XWE YA SPÎ LI QADAN E
Ji bo Dayika Aştiyê Ay axaftina bi kurdî tê wateya rabûne li ber tecrîda li girtîgehan, îşkenceyan û şer. Ay ku 9 sal in li Enqereyê ye, bi şala xwe ya zer, sor a li ser laçika xwe ya spî ya bi morikên şîn xemilandî tê naskirin. Ay ku li semta Batikent a Enqereyê dimîne, di nava wan avahiyên bilind de bi kincên xwe çanda xwe dide der. Ay ku gava me ji bo hevpeyvînê li hev kir, cardin bi heman kincên xwe yên rengîn pêşwaziya me kir di nava wan avahiyên bilind de. Ay ku şekirên cejnê îkram kirin, piştî îkramê dest bi jiyana xwe yê mişt têkoşîn kir.
DU SALAN JI MALÊ DERNEKET
Ay, diyar kir ku tevî 9 zarokên xwe û hevjînê xwe hatiye Enqereyê û got, salên ewilî zarokên wê simît firotine û bi vî awayî debara xwe kirine. Ay, anî ziman ku tam du salan qet ji malê derneketiye û got: "Ji ber ku zarokên min di şertên dijwar de dixebitîn li ber diketim. Jixwe ji ber kug undê me hatibû şewitandin em hatibûn vira. Lewma pir bi me zehmet dihat. Li gund dewletê gelekî tahde li me kir. Davêt ser mala me. Me jî qasetên kurdî vedişartin. ROjên zehmet bûn, lê gava em hatin Enqereyê min hîn bêtir zehmetî kişand, pir li zora min diçû."
‘MIN LI DIJÎ ZILMÊ HER BI KURDÎ XEBER DA'
Ay, diyar kir ku têkoşîna wê li Amedê dest pê kiriye û got: "Gava ez hatim vira, piştî du salan çûm partiyê. Li partiyê ji ber ku bi kurdî xeber nedidan min bertek nîşanî wan da. Min xwe aciz kir û nêzî 5 salan qet neçûm partiyê. Tenê diçûm çalakiyên wekî Newrozê. Em ji bo kurdî têdikoşin û zilma li me tê kirin ji ber vê ye. Lewma min bertek nîşan da û ez neçûm. Ez li hemberî kesên ku zimanê min qedexe dikin."
Ay, li ser qedexeyên li ser kurdî jî sekinî û got: "Gunehê herî mezin di ser ziman re meriv zilmê li gelan bike. Divê mirov li ber vê zilmê rabe. Lewma ez jî tim bi kurdî diaxivim. Dev ji zimanê xwe bernedin. Hê jî em li malê bi kurdî diaxivin. Zarokên min hemû bi kurdî dizanin. Li vir hînî tirkî bûn, lê li malê bi kurdî diaxivin. Cîranek me heye, hewl da tirkî hînî min bike lê dît nabe got, 'Tu kurdî rê min bidî jî, ez nikarim tirkî rê te bidim.' Piştî bertekên min ên li partiyê dest bi axaftina bi kurdî kirin. Têkoşîna min tim ji bo zimanê min e. Tenê zarokek jî bimîne dê ew zarok bi vî zimanî biaxive. Ger em ji bo zimanê xwe tênekoşin, em ê sûcdar bin li bara kesên di vê rêçê de têdikoşin. Em Dayikên AŞtiyê ne. Em ji bo azadî û aştiyê têdikoşin."
ÇÎROKEKE LI SER BÊBEXTIYÊ
AY, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Ji ber ku got, 'Em bi yek bin, bila her kes bi zimanê xwe biaxive' 23 sal in tê tecrîdkirin. Ez vê zilmê jî qebûl nakim. Li dijî vê jî divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Ên deng ji xwe neynin jî şirîkê vê zilmê ne. Îro Barzanî jî wekî wan e. Hem li ber zilmê ranabe hem jî derî li wan vekiriyeç Dê poşman bibe." Ay têkildarî vê mijarê ev çîrok got: "Kesek hebûye, extiyar civiyane jê re gotine 'ji me r ebehsa berê bike.' Wî kesî jî gotiye 'heya hûn tû nav çavê min nekin ez nakim.' Ên li wira tû kirine û wî jî dest pê kiriye. Ew kes kurd bûye, lê di dema Şêx Seîd de ji dewletê re xebitiye. PIştî Şêx Seîd û hevalên wî hatine darvekirin ên wekî wî kom kirine û ji wan re gotine, 'hûn bi kêrî gelê xw enehatin îja hûn ê bi kêrî me bên?' Bera hemûyan dane. Lê ev kes bi birîndarî xelas bûye."
Ay ku çîroka xwe qedan got: "Dê dawiya Barzanî jî bibe wekî ya vî kesî. Dê nikaribin kurdan û zimanê wan tune bikin."
DU KILAM
Di dawiya axaftinê de me xwest Ay ji me re çend kilaman bibêje, lê hisreta 29 salan û êş û azarên 29 salan kilamên berê li dawetan û di çalakiyan de digot pê dane jibîrkirin. Di bîra Ayê de tenê du kilam mane. Yek ji vana gava gundê wan hatiye şewitandin û di dema şewitandinê de birayê wê hatiye îşkencekirin li AMedê çêkiriye û ya din jî gava hatiye Enqereyê li ser hesret û bîriya welêt çêkiriye.
Banga Ayê jibo her kesî ye: "Xwedî li zimanê xwe, nasnameya xwe derkevin."
MA / Zemo Aggoz