STENBOL - Jinên ku ji bêgavî ji bajarên xwe koç kirine, li hemberî hemû zext û zoriyan jî nasnameya xwe û zimanê xwe diparêzin. Jinan ku gotin "Zimanê me nasnameya me ye" di axaftina bi kurdî de bal kişandin ser rola jinan.
15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pêşwazîkirin. Heya niha di çaçroveya Cejna Zimanê Kurdî de li gelek deveran çalakiyên rengîn hatine lidarxistin.
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî jinan daxwazên xwe yên ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li her derî bê axaftin dubare kirin. Jinên kurd ên li Stenbolê dimînin gotin "Zimanê me nasnameya me ye" û xwestin astengiyên li ber kurdî bên rakirin.
'ZIMANÊ MIN NASNAMEYA MIN E'
Ji kesên ku ji nêz ve şahidê êrişên li ser kurdan û kurdî ye û ji ber zextên dewletê koçî metrepolan kiriye yek jê jî Rabîa Aslan a 57 salî ye. Aslan ku ji gundê Kavaka yê Kerboran a Mêrdînê ye, di sala 1988'an de esker gundê wan şewitandine û ji bêgavî koç kiriye. Aslan, ji ber zextên dewletê 4 caran koç kiriye. Lê Aslan dîsa jî xwedî li zimanê xwe derketiye û dibêje "Zimanê min nasnameya min e."
Aslan bal kişand ser girîngiya zimên û diyar kir ku piştî koçî metrepolên Tirkiyeyê kiriye herî zêde bi pirsgirêka ku nikaribûne bi rihetî bi zimanê xwe biaxivin re rû bi rû maye. Aslan got: "Xizmeta bi zimanê zikmakî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me yê bingehîn e. Ev ji bo her kesî derbasdar e, lê kurd nikarin sûdê ji vî mafî bigirin."
NETAMÛLKIRINA KURDÎ
Aslan, anîî ziman ku bi taybetî li metrepolên Tirkiyeyê polîtîkayên bişavtinê pir hîs kirine û got: "Axa me Kurdistan e û zimanê me jî kurdî ye. Wekî hemû gelan em jî dixwazin rêz û hurmet ji bo zimanê me û çanda me hebe. Em ne li dijî tirkî an jî zimanên din in, lê em jî perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin."
Aslan, binpêkirina zimanê zikmakî wekî" bêtamûliya li hemberî ziman" wesifand û wiha pê de çû: "Kurd ne kêm netewe ne, lewma divê ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî neyên bêparkirin. Îro kesên ji ber şer an jî sedemên din hatine welêt, bi zimanê xwe perwerde dibin, îngilîzî li dibistanan dersa mecbûrî ye, lê ev maf ji bo kurdan esas nayê girtin. Ma em kurd ku bi hezaran sal in li vê axê ne, qey gava bi zimanê xwe diaxivin welat perçe dibe? Kurdî tamûl nakin. Her kes bi zimanê xwe, bi rengê xwe dijî, lê di vî warî de pêşî li ber kurdan hatiye girtin. Em vî tiştî qebûl nakin."
'KURD HEMÛ DIVÊ KURDÎ HÎN BIBIN'
Aslan, destnîşan kir ku kurd bi salan e ji bo zimanê xwe û çanda xwe têdikoşin û ji bo vê bedêlên giran dane. Aslan, bilêv kir ku ji bo Tirkiye bibe welatekî demokratîk û zimanê kurdî azad bibe û astengiyên li ber bên rakirin divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê û got: "Ez Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikim. Ez dixwazim dibistanên kurdî bên vekirin û kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Li dijî bişavtinê jî dixwazim hemû kurd bi kurdî biaxivin û bixwînin."
'PEYWIREKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ DAYIKAN'
Yusra Yalçinkaya (38) a ji Mêrdînê ku li navçeya Beyoglû ya Stenbolê dimîne, anî ziman ku bi kurdî bi zarokên xwe re diaxive, lê kuçeyê û dibistanan bi tahdeya tirkî re rû bi rû dimînin. Yalçinkaya, bilêv kir ku tirsa wê ew e ku piştî wextekê zarokên wê asîmle bibin. Yalçinkaya, destnîşan kir ku bişavtin tenê li dibistanan çênabe û got: "Zarok gava tên malê jî ji ber ku zimanê televîzyonê û înternetê bi tirkî ye, kurdî ji bîr dikin. Zarokekî bi zimanê xwe nizanibe kîjan zimanî hîn dibe bila hîn bibe dê nikaribe wî zimanî bi temamî hîn bibe. Lewma peywireke mezin dikeve ser milê me dayikan. Teqez divê em bi zimanê zikmakî bi zarokên xwe re biaxivin."
DIVÊ XWEDÎ LI ZIMAN Û NASNAMEYA KURDÎ BÊ DERKETIN
Kadriye Korkmaz (70) ku ji zû de ye ji Mêrdînê hatiye Stenbolê û li navçeya Beyoglûyê dimîne, bal kişand ser ziman û nasnameya kurdî. Korkmaz bang li jinan kir ku xwedî li kurdî derkevin û got: "Dewletê gundê me şewitand û em ji bêgavî hatin Stenbolê. Me û cîranê xwe yê derî di derî de xeber nedida. Ji lew re me bi tirkî û wan jî bi kurdî nizanibû. Gava me bi kurdî xeber dida digotin 'Em fêm nakin. Bi kurdî xeber nedin.' Heya demeke dirêj me bi kesî re xeber neda. Ji ber ku bi tirkî nizanim hê jî bi îşaretan derdê xwe dibêjim û danûstendinê dikim. Li Stenbolê bijîşkên bi kurdî dizanin pir kêm in. Ji ber zimanê xwe li hemû qadên jiyanê bi çavine din li me dinerin."
'QEDEXEKIRINA ZIMAN QIRKIRINA GEL E'
Korkmaz ku got "Qedexekirina zimanekî tê wateya tunekirina gelekî" û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: "Daxwaza min ji dayikên kurd li dijî vê feraseta qedexeker kurdî rê zarokên xwe bidin. Ez naxwazim tu kes zimanê xwe ji bîr neke û wekî ker û lalan bijî."
MA/ Esra Solîn Dal