NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji sembolên berxwedana Şengalê Kinê Xidir diyar kir ku dê axa xwe teslîmî dagirkeriyê nekin û wiha got: “Tenê yek ji me bibîne û dilopeke xwînê jî di laşê me de bimîne, em ê dev ji vî çiyayî bernedin û xaka xwe neterikînin. Em ê axa xwe bo xayin û xwefiroşan nehêlin."
Kurdên êzdî ku weke “kurdên resen” tên qebûlkirin, ji dîrokê ve her tim rastî fermanan hatin. Di van fermanan de bi hezaran êzdî hatin qetilkirin. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de jî bi qirkirina çeteyên DAIŞ’ê re rû bi rû man. Di dema êrişê de gelek êzdiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê. Li Çiyayê Şengalê gelek jê ji tî û birçan jiyana xwe ji dest dan. DAIŞ’ê di şeva 2-3’yê tebaxê de êrişî Şengalê kir. Wê demê 17 hezar pêşmergeyên PDK’ê li bajêr hebûn û bêyî ku agahiyê bidin gel, xwe ji Şengalê vekişandin. Vê yekê jî rê li ber komkujiyeke mezin vekir. Vekişîna pêşmergeyan di nava gelê kurd weke xiyanet hat pênasekirin. Di qirkirina DAIŞ’ê de gelek jin û zarokên êzdî dîl hatin girtin û li bazaran hatin firotin. Bi hezaran êzdî jî hatin qetilkirin.
Di demekî ku her kesî pişta xwe dabû kurdên êzdî, 12 endamên PKK’ê ji bo rizgarkirinê berê xwe dan Şengalê. Lê ji hêla PDK’ê ve hatin girtin û ji wan tenê 9 jê man. PKK’iyên ku xwe gihandin Çiyayê Şengalê, deriyê çiyê ji DAIŞ’iyan stand û pêşî li komkujiyeke mezin girtin. Piştre jî hêzên YPG û YPJ’ê ji Rojava ber bi çiyayê Şengalê ve korîdorek vekirin û civaka êzdî derbasî Rojava kirin. Bi rizgarkirina Şengalê re jî civaka êzdî xwe birêxistin kir û hêzên wek Asayîşa Êzidxanê, YBŞ û YJŞ’ê ava kirin. Li dijî vê yekê, li ser daxwaza Tirkiyeyê di navbera Bexda û Hewlêrê de Peymana 9’ê Cotmehê hat îmzekirin. Di çarçoveya peymanê de jî artêşa Iraqê di 1’ê Gulanê de êrişî Şengalê kir. Lê sekna xelkê êzdî kir ku ev plan heta demekî vala derkeve.
DAYIKA BERXWEDÊR: KINÊ XIDIR
Yek ji dayikên ku di vê berxwedanê de pêşengtî dikir jî Kinê Xidir (50) e. Kinê Xidir, di 1972'yan de li gundê Simêhêstir ê Şengalê ji dayik bû. Di nava malbateke xîzan de mezin dibe û di temenekî biçûk de tê zewicandin. Lê piştî fermana 3'yê Tebaxa 2014'an, jiyana wê bi temamî diguhere. Piştî ku şahidiya hovîtiya DAIŞ’ê kirî, soz dide ku beşdarî eniyên berxwedanê bibe. Bi rizgarkirina Şengalê re di Meclisa Giştî ya Serdeştê de weke hevserok tê hilbijartin. Dayika Kinê Xidir 4 salan di nava xebatên meclisê de cih girt û piştre jî tev li xebatên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bû. Dayik Kinê ku 8 sal bûn bi awayeke çalak dixebitiya, bi êrişa artêşa Iraqê ya di 1’ê Gulanê re radihêje çeka xwe û li dijî dagirkeriyê derdikeve. Dayika Kinê Xidir bi ajansa me re axivî.
'DÊ EW ROJ NEYÊN JIBÎRKIRIN'
Kinê Xidir, diyar kir ku dê tiştên di dema fermanê de tu carî ji bîr neke û wiha dest bi serpêhatiya xwe kir: “Ez ji gundê Simêhêstirê me û zarokên min tune ne. Lê niha bi hezaran zarokên êzdî, zarokên min in. Di 22 saliya xwe de zewicîm. Min gelek zehmetî kişandin. Me debara malê dikir. Derfetên xebatê pir kêm bûn. Dewletê ji bo xebatê tu alîkarî nedida. Li ser xwîna me dixwarin. Ser re ferman anî serê me. Lê dîsa jî me xwe li ser pêyan girt. Bi qeweta Melekê Taws em ê her tim hebin. Di dema fermanê de li Çiyayê Şengalê bûm. Tevî hemû zehmetiyan jî me cihê xwe berneda. Bavê min birîndar bûbû. Ji bo parastina xwe em çûn li zinarê jor sekinîn. Rojên ewqas zor bûn ku xwîn ji hesirên me dibariyan. Hovîtiyeke mezin li ser zarok, birîndar û miriyan hebû. Ne av û ne jî nan hebû. Ferman hat lê kesek xwedî li me derneket. Êşa ku me kişandî kesekî nedîtiye û nekişandiye. Heta dawiya emrê xwe jî ev dîmen ji bîra min naçin.”
Bi domdarî Kinê Xidir qala jinek û kalemêrekê hatiye cem wan kir û wiha got: “Temenê wan mezin bû. Hatin ber zinar û got ku dema keça wî dixwest wan xelas bike, winda bûye. Malbatekê jî dema nan di peht, DAIŞ hatibû. Hewl dan zarokên xwe rizgar bikin. Hevîrê xwe bi laşê xwe ve kiribû da ku zarokên wê ji birçan nemirin. Ew hevîr dipeht û dida wan. Me bi genimê neşûştî lib lib lêvên zarokên xwe şil dikirin. Ji bo ku zarokê ji tînan nemire, yekî jî mîza xwe da vexwarin. Heta dawiya emrê me dê ev dîmen li pêş çavên me bin.”
'BI FIKR Û FELSEFEYA OCALAN HAT AVAKIRIN'
Xidir, anî ziman ku di dema fermanê de her kesî pişta xwe da êzdiyan û wiha qala rizgarkirina Şengalê kir: “Piştî fermanê, birayê min tev li hêzên parastinê bû. Dayikên êzdiyan bi berxwedanê, Şengal ji nû ve avakirin. Fikrê birêz Ocalan ji me re hat. Şagirtên Abdullah Ocalan bi hawara me hatin. Zarok, jin û kalên me ji fermanê xelas kirin. Wan, zarokên êzdiyan rizgar kirin. Piştî ku em ji fermanê xelas kirin, ji me re gotin, ‘xwe birêxistin bikin.’ Me jî jin, zilam û ciwanan xwe bi rêxistin kir. Bi saya vî fikrî sazî hatin vekirin. Perwerdehiyên xwe yên leşkerî dest pê kirin. Me bi her awayî xwe birêxistin kir. Bi fikreke nû me xwe jî nû ve zindî kir.”
'YEK GULE NETEQANDIN Û REVIYAN’
Bi domdarî Xidir destnîşan kir ku di dîroka êzdiyan de îxaneta herî mezin PDK'ê li wan kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya fermanê çekên gel kom kirin. Yek çek di malekê de nehiştibûn. Bi vê re tekerên wesayîtên me teqandin ku kesek xwe rizgar neke. Her wiha 2 hezar peşmêrge hatin û ji me re gotin; ‘Em ê we biparêzin û netirsin. Hûn şerefa me ne.’ Lê belê yek gule jî neteqandin û beriya me reviyan çûn. Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûnlê hê niha jî nahêlin ku em birînên xwe bipêçin. Her sal birînên me nû dikin û li ser vê rûreşiya xwe, dibêjin; ‘Şengal a me ye.’ Heta ku yek ji me hebe û heta ku dilopeke xwînê di laşê me de hebe, em ê dev ji vî çiyayî bernedin û xaka xwe neterikînin. Em ê axa xwe ji wan xayin û xwefiroşan re nehêlin. Yên ku em wê demê neparastin, niha jî nikarin biparêzin.”
'EW Ê NIKARIN HÊZA ME TUNE BIKIN'
Dayika Kinê bi lêv kir ku polîtîkayên qirkirina civaka êzdî berdewam in û wiha derbirî: “Iraq jî dewlet bû, tanq û topên wê hebûn. Lê çi kir? Em terk kirin. Niha jî artêşa xwe tînin li ser me. Ew berhemê ku bi xwîna şehîdan hatiye çêkirin dixwazin hilweşinin û tune bikin. Lê ew ê nekarin vê hêza me tune bikin. Heke Şengal tune bibe, dê êzdî jî tune bibin. Banga min ji hemû jinên êzdî re ew e ku di nava berxwedanê de cih bigirin. Şengal hebûna êzdiyan e. Şengal nasnameya me ye. Şengalê bi hezaran salan berxwe da û serê xwe netewand. Şengal serê xwe natewîne. Li vir mirovê bixîret li ber xwe da. Em dibêjin heger Şengal nebe, em tune ne. Heger Şengal nebe kurd jî nînin. Jinan pêşengtiya berxwedana Şengalê kirin û hêza YBŞ’e ava kirin. Bi vê yekê tola jinên êzdî dihilînin. Heger em xwe neparêzin, kesek nikare me biparêze. Pêwîste ku her jineke êzdî bi vî rengî nêz bibe.”