Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin

  • jin
  • 20:07 22 Gulan 2022
  • |
img
ENQERE - Konferansa Jinan a HDP'ê ya Asayî ya 4'emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat destnîşankirin ku dê jin têkoşîna xwe mezin bikin û bi awayek mezin bi ser bikevin.
 
Meclisa Jinan a Partiya Demorkatîk a Gelan Konferansa Asayî ya 4'emîn ku bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr in, d têkoşînê de bi biryar in" ev du roj bû li dar xist, bi dawî bû. Civîn ango konferans di encama nîqaşên dirêj û kûr ên du rojan de qediya. 
 
Konferansa li Odeya Endezyarên Înşaetê a Şaxa Enqereyê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endamên Meclisa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz, Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr û gelek jinên pêkhateyên HDP'ê, aktîvîstên TJA'yê û Dayikên Aştiyê di nav de 300 delege tev li konferansê bûn. 
 
BI 18 ZIMANAN 'JIN JIYAN AZADÎ' 
 
Wêneyê girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tugluk, wêneyê Denîz Poyraz û gelek pankartên din û her wiha pankarta "Jin jiyan azadî" ya bi 18 zimanan hatibû nivîsandin li eywana konferansê hatibû daliqandin. 
 
NÎQAŞÊN KÛR HATIN KIRIN 
 
Duh piştî axaftina destpêkirina konferansê, civîn du roj bû ji çapemeniyê re girtî dom kir. Di civînê de li ser geşedanên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin nirxandin hat kirin. Her wiha jinan tecrîdkirina Ocalan, êrişên li dijî axa Başûrê Kurdistanê, girtiyên nexweş, zextên li ser jiyana civakî hatin nîqaşkirin. Di civînê de carek din perspektîfa komara demokratîk hat destnîşankirin û her wiha li ser pêşxistina siyaseta rêya sêyemîn û destkeftiyên jinan ên di bin êrişan de axafttin û nîqaş hatin kirin. 
 
MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ 
 
Jinan di nîqaşên xwe de biryar girt ku têkoşîna xwe ya rêxistnkirî li dijî zextan û êrişan mezin bikintir bikin û biryar hat dayîn ku dê jin têkoşîna xwe mezin bikin û bi awayek mezin bi ser bikevin. 
 
Biryarên di konferansê de hatin girtin hat qebûlkirin û jinan bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" konferansê qedandin. Dê encamnameya konferansê di rojên pêşiya me de bi raya giştî re bê parvekirin.