Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire

  • jin
  • 09:06 29 Mijdar 2022
  • |
img

AMED - Li meclisê hevdîtinên budçeya ji bo 2023’yan temam bûn. Akademîsyen Yasemîn Ozgunê ji bo budçeya nû got: “Di budçeyê de ne pêdîviyên jinan ne jî dengê jinan heye. Em bi budçeyeke ku jin tê de nîne in re rû bi rû ne.”

 
Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê hevdîtinên ji bo budçeya 2023'yan temam kir. Di encama hevdîtinan de ku nêzî mehekê dom kirin, hesabên qethî yên serokkomartiyê, meclisê, hemû wezaret û sazî û dezgehên girêdayî wezaretan ji aliyê komîsyona budçeyê ve hatin qebûlkirin. Lê daxwazên jin, zarok û kedkaran esas nehatin girtin. 
 
Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Ozgun têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'DI BUDÇEYÊ DE DAXWAZÊN JINAN TUNE NE'
 
Ozgunê anî ziman ku budçeya ku ji aliyê komîsyonê ve hatiye diyarkirin jinan esas negirtiye û wiha got: “Em bi budçeyeke ku guh li daxwazên jinê û dengê jinê nekiriye re rû bi rû ne. Di pêvajoyeke wisa ku ku têkoşîna jinê xurt bûye û jin bi dengekî hîn bilindtir daxwazên xwe tînin zimên, ji bo jinan neveqetandina budçeyeke baş pirsgirêkeke mezin e." 
 
MEKANÎZMAYÊN KEDXWARIYÊ'
 
Ozgunê destnîşan kir ku jin di gelek qadan de bi kedxwariyê re rû bi rû dimînin û got: "Jin gava bi heq dixebitin bi kedxwariyê re rû bi rû dimînin. Ji ber ku keda wan a li nava mal nayê dîtin, careke din bi kedxwariyê re rû bi rû dimînin. Ji zû de ye jin di karên wekî 'karên jinan' hatine binavkirin de tên şixulandin û bi vî awayî tên paşguhkirin. Jin di nava mekanîzmayeke kedxwariyê ya bi vî rengî de ne. Lê em dibînin ku ji bo vê tu gav nayên avêtin. Têkoşîna jinan a li hemberî vê didome. Heya guh li van meseleyan neyê kirin, çi bikin jî dê neyê wateya ku ji bo jinan tiştekî dikin." 
 
Ozgunê bibîr xist ku di hevdîtinên budçeyê de saziyên jinan jî esas nehatine girtin û wiha got: "Kirdeya meseleyê jin, rêxistin û saziyên jinan in. Ên di vî warî de xwedî gotin bin jin in. Lewma diviyabû guh li daxwazên wan bihatana kirin. Li cihekî ku jin lê tune bin, mêr radibin li ser navê jinan diaxivin. Ji ber vê jî bi piranî biryarên şaş digirin. Li cihekî ku jin lê esas neyên girtin, ne bawer im gavine rast bên avêtin." 
 
Ozgunê destnîşan kir ku lê tevî vê tabloya neyînî jî jin dest ji têkoşînê bernedane û axirê bi ser ketine. Ozgunê got: "Lê mêze bikin dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' êdî bûye dirûşmeyeke gerdûnî. Ev bi têkoşîna jinê wisa bû. Jinên li Îranê ev yek ragihandin tevahiya cîhanê. Jixwe tevgera jina kurd ev dabû destpêkirin. Em li vê axê di 8'ê Adaran, di 25'ê Mijdaran de berz dikir, lê niha bûye dirûşmeyeke gerdûnî ya herî populer. Ev hêz û têkoşîna jinê ye. Hûn nikarin vê hêzê ji nedîtî ve bên." 
 
MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleç