Li Antalyayê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 18:26 20 Adar 2023
  • |
img
ANTALYA - Li navçeya Mûratpaşayê jina bi navê Zehra Çatal ji aliyê Yilmaz Fahrîoglû ve bi çekê hate qetilkirin. 
 
Li navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê kesê bi navê Yilmaz Fahrîoglû Zehra Çatal (40) bi çekê qetil kir. Tîmên tendûristiyê yên ku li ser îxbarê hatin, diyar kirin ku Çatal jiyana xwe ji dest daye.
 
Cenazeyê Çatal ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî. Polîsan ji bo Fahrîoglû yê ji ber sûcên “birîndarkirina bizanebûn” , “xestp” û “şelandinê” qeydên wî hene, bigirin dest bi xebatan kirin.