Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?

  • jin
  • 15:19 5 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Jinên ku beriya doza girtinê ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin li pêşiya edliyeyê kom bûn, diyar kirin ku dê têkoşîna xwe biisrar bidomînin. Danişîn, piştî guhdarîkirina şahidan hate taloqkirin.  
 
Derheqê Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin de bi îdiaya “Xebatên li dijî exlaqê dimeşînin” doz hatibû vekirin. 3’yemîn danişîna dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Hiqûqî ya Stenbolê hate lidarxistin. Jinên ku beriya danişînê hatin pêşiya edliyeyê, daxuyanî dan. Endamên Meclisên Jinan ên Zanîngehê li pêşiya Deriyê C ê edliyeyê hatin ba hev û bi dirûşmên “Em ê cînayetên jinan bidin sekinandin” û “Dê tu carî bi tenê nemeşî” meşek li dar xistin û tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dê platform nesekine, em ê cînayetên jinan bidin sekinandin” hatin vekirin û wêneyên jinên di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin hilgirtin. 
 
Ji KCDP’ê Ayşen Ece Kavas bertek nîşanî dozê da û wiha got: “Heke jin nehatibûn qetilkirin, dê ev komeleye jî nehata avakirin. Em dizanin ku ji van dadgehan tu edalet dernakeve. Lewma jî biryara dadgehê çi dibe bila bibe, dê têkoşîna jinan biisrar bidome.” 
 
JIN BIBIRYAR IN
 
Piştre jî Nûnera Giştî ya KCDP’ê Gulsum Kav axivî û da zanîn ku jin di mijara pêşîlêgirtina cînayetên jinan de biisrar in. Ji parêzerên dosyayê Sevda Bayram jî pirsa “Gelo xebatên li dijî exlaqê çi ye? Tişta li dijî exlaqê, girtina kujeran e? An jî em cînayetên ku hewl tê dayîn bi ser were girtin teşhîr dikin lewma li dijî exlaqî ye? Ev doz, ji bo bêdengkirina jinan e. Bila bibêjin ‘me xeletî kir’ û vê dozê paşve bikişînin.” 
 
‘EV KÎJAN FERASETE?’
 
Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm jî got ku doza hatiye vekirin, dozeke derhiqûqî ye û wiha bertek nîşan da: “Têkoşîna me ji bo wê ye ku jin bi awayekî azad û wekhev bijîn. Ji bo ku cihêkarî li LGBT+’yan neyên kirin û nebin qurbaniyên cînayetê nefretê em vê têkoşînê dikin. Ji bo ku li cem her kesên rastî neheqî û newekheviyê tên, em vê têkoşînê didin. Gelo hûn bi kîjan ferasetê hewl didin komeleya dixwaze rê li ber cînayetên jinan bigire digirin? Bi kîjan ferasetê hûn hewl didin qanûna hejmar 6284’an betal bikin? Bi kîjan ferasetê we Peymana Stenbolê betal kir? Ev feraset, feraseta Talîban e, feraseta molayên rejîma Îranê ye. Em ê vê ferasetê bişînin sergoya dîrokê.” 
 
Daxuyaniya jinan bi dirûşman bi dawî bû û jin derbasî eywana danişînê bûn. 
 
Bi hinceta ku hejmara parêzer û beşdaran zêde ye, danişîn veguhestin 15’emîn Dadgeha Cezayên Giran. Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî di nav de, gelek rêxistin û saziyan xwestin daxilî dozê bibin. Konsolosxaneyên Fransa, Fînlandiya, Îrlanda, Hollanda û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî jî danişîn şopandin. Her wiha Nûnera Giştî ya KCDP’ê Gulsum Unal û Sekretera Giştî Fîdan Ataselîm jî tev li danişînê bûn. 
 
PIRSGIRÊKA TENDURISTIYÊ YA GEL E 
 
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Ji ewil nûnera KESK’ê Bîrcan Dal axivî û da zanîn ku cînayetên jinan, pirsgirêkeke tenduristiya gel e û got ku bi vê sedemê dixwazin mudaxilî dozê bibin. Parêzer Banû Çîftçî jî li ser navê Baroya Enqereyê axivî û got ku ew piştgiriyê didin komeleyê û dixwazin ku doz were betalkirin. 
 
DAXWAZA REDKIRINA DOZÊ HATE KIRIN
 
Li ser navê TÎHV’ê jî Polat Yamaner axivî û got ku girtina komeleyê dê bandoreke giran li ser jin û civakê bike û xwest ku doz were redkirin. Li ser navê Baroya Stenbolê jî Nazan Moroglû diyar kir ku doza heyî dozeke nerewa ye û xwest ku were redkirin. 
 
Her wiha Saadet Îrem Karlidag jî da zanîn ku xaltiya wê li pêş çavên wê hatiye qetilkirin, bi saya platformê xwe bi tenê hîs nekirine û xwest ku doz were redkirin. Bavê Ceren Damar a hatibû qetilkirin, Mûstafa Damar jî di danişînê de weke şahid lê hat guhdarîkirin û girîngiya xebatên komeleyê vegot. Ji şahidan Fîgen Yetîşkîn jî destnîşan kir ku keça wê di 4’ê adara 2015’an de ji hêla polîsekî ve hatiye qqetilkirin û ev tişt anî ziman: “Vê komeleyê nîşanî min da ku jin im û mafên min hene. Ew bi min re meşiyan û ez jî dê heta dawiyê bi wan re bimeşim.” Li ser vê yekê şandeya dadgehê pirsa “Haya te ji xebatên komeleyê hene yan na?” kir. Li ser vê yekê Yetîşkîn ev bersiv da: “Min tu carî nedîtiye ku komeleyê bêexlaqitî kiribe. Min nedîtiye ku jinek ji ber komeleyê hatibe kuştin.” 
 
DANIŞÎN TALOQÎ 13’Ê ÎLONÊ HATE KIRIN
 
Piştre li şahid Arzu Sena Topuz hate guhdarîkirin. Bi bidawîbûna axaftinên şahidan re parêzeran dest bi parastinê kirin û dan zanîn ku 9 şahidên din hene û xwestin ku lê were guhdarîkirin. 
 
Dadgehê biryara xwe ya navberê da. Dadgehê daxwazên ji bo mudaxilbûnê red kir û daxwaza guhdarîkirina li şahidan jî qebûl kir. Danişîn, taloqî 13’ê îlonê hate kirin.