Perîhan Koca: Mohra hilbijartinê di destê me de ye

  • jin
  • 12:13 26 Gulan 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Palamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Perîhan Koca diyar kir ku dê di serdema nû de bi têkoşîna azadiya jinê û tecrûbeya wan di meclisê de cih bigirin û wiha got: “Banga min ji bo gel ew e ku biçin ser sindoqê. Mohra vê hilbijartina qederê di destê me de ye.” 
 
Tevî hemû manîpulasyon û hîleyan jî Partiya Çepên Kesk di hilbijartina parlamenteriyê ya 14’ê Gulanê de 61 parlamenter bi dest xist. Di vê hilbijartinê de hejmara parlamenterên jin derket 120’an û ji wan 30 jê ji Partiya Çepên Kesk e. 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Perîhan Koca têkildarî encamên hilbijartinê û tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi ajansa me re axivî. 
 
‘TÊKOŞÎNA DOMDIRÊJ’ 
 
Koca, got ku Mêrsîn mozaîka gel û kedkarane û ev tişt anî ziman: “Di dema xebatên hilbijartinê de me dît ku her jin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye. Mêrsîn, bajarekî kedê ye lê ji ber polîtîkayên şaş ên çandiniyê, bêkarî lê mayînde bûye. Li Mêrsînê jin, ji ber jinbûna xwe pirsgirêka îstîhdamê dijîn. Di xebatan de me dît ku gelek zarokên keç dixebitin. Ev demekî dirêje jin li vî bajarî têkoşînê didin. Li Mêrsînê tevgereke jinan a xurt heye. Yek ji bajarên ku li dijî faşîzmê disekine jî Mêrsîn e. Me dît ku li dijî tifaqa bi kujerên Konca Kurîş re pir bihêrs in. Di xebatên hilbijartinê de jin li pêşiya her kesî bûn. Bûn kirdeya kampanyaya hilbijartinê. Em ê pirsgirêkên jinên mêrsînî bibin meclisê û ji bo wan xebatan bimeşînin.” 
 
‘TEHEMÛLA ME NEMA’ 
 
Koca, anî ziman ku dê weke bi tecrûbe û têkoşîna azadiya jinê di meclisê de cih bigirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê ji bo avakirina komara demokratîk, çêkirina destûreke bingehîn a demokratîk û mîsogerkirina mafên jinan têbikoşin. Di vê serdemê de meclis bi dijminên jinan tije bûye. Di dîroka Tirkiyeyê de tifaqa herî faşîst, paşverû û tarî hatiye avakirin. Dê têkoşîna me ya li dijî wan bidome. Em ê li meclisê bibin dengê jinan. Tûra duyemîn a hilbijartinan dê bibe referandûmek. Dê siberoja me bi dengên me bê diyarkirin. Em nikarin sedsaleke din jî bi komareke despotîk derbas bikin. Êdî tehemûla me nema ye. Lewma em ê xwedî li dengê xwe derkevin. Banga min ji bo gelê me ev e; em dikarin qedera xwe bi destên xwe diyar bikin. Divê em biçin ser sindoqê û helwesta xwe zelal nîşan bidin. Mohra vê hilbijartina qederê di destê me de ye.”