Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • jin
  • 16:41 28 Gulan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Bendêmayîna ber demborînê nakeve; kuştinên kiryarnediyar” derket. 

 
Hejmara nû ya Kovara Jinê ya webê ku her hefteyê di roja yekşemê de derdikeve, vê hefteyê bi manşeta "Bendêmayîna ber demboriyê nakeve; kiryarnediyar” derket. Di hejmara 13'emîn a Kovara Jinê de Ezgî Sila Demîr di nivîsa xwe ya bi sernavê "Jinên hatin windakirin, jiyana hat windakirin" de balê dikişîne ser jinên hatine windakirin, Esma Kaya Ceylan jî di nivîsa xwe ya bi sernavê "Bîr” de behsa bîrên mirinê yên JÎTEM'ê dike.
 
Salîha Ayata bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Tişta baş û xweşik hunerî ye" têgihiştina jinên kurd a çandê û Sorgul Şêxo jî "Jin di zindanên Serêkaniyê ya dagirkirî de çi dijîn?" balê dikişîne ser serpêhatiyên jinên Serêkaniyeyê.
 
Li aliyê din Bruna Provazî bi gotara xwe ya "Li moristana moriyan temaşe bikin: Şoreşa rojane ya jinan" balê dikişîne ser têkoşîna jinan a li Brezîlyayê.
 
Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:
 
Jinên hatin windakirin, jiyanên hatine windakirin / Ezgî Sila Demîr
 
Bîr / Esma Kaya Ceylan
 
Tişta baş û xweşik hunerî ye / Saliha Ayata
 
Jin di zindanên Serêkaniyê ya dagirkirî de çi dijîn? Sorgul Şêxo
 
Morîstana moriyan temaşe bikin: Şoreşa Rojane ya Jinan / Bruna Provazi
 
Ji bo xwendina gotarên di hejmara nû de bikirtînin: http://jindergi.com/anapage/