Hejmara nû ya Newaya Jin derket

  • jin
  • 11:25 2 Hezîran 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara meha hezîranê ya Newaya Jin bi manşeta 'Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve" derket. 

 
Hejmara meha hezîranê ya Rojnameya Newaya Jin derket. Rojname, di vê mehê de bi manşeta “Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve” gihişt ber destê xwînerên xwe. Di hejmara vê mehê de Ronahî Serhad di gotara xwe de pêngava beriya 8'ê Adarê ya ji aliyê Tevgera Jinê ya Kurd ve hatiye destpêkirin, nirxand. Ronahî Serhad di gotara xwe de pêngavê weke hêz û îradeya çareserkirina pirsgirêkên civakî dinirxîne. 
 
Berdevka Kongreya Star Rihan Loqo jî di hevpeyvînekê de qala bandora pêngavê ya li Rojava kir. Havîn Guneşer jî encamên konferansa 4'emîn ku ji aliyê Tevna Lêgerîna Alternatîf ve hate lidarxistin bi rengê dosyayeke berfireh parve kir.
 
Rojnameyê cih da daxuyaniyên Koordînasyona PAJK'ê yên têkildarî ji fermandarên têkoşerên azadiyê Gulçiya Gabar ku di 29'ê nîsana 2019'an de li Garê jiyana xwe ji dest dabû û Leyla Amed ku di 23'yê çileya 2023'yan de li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû.
 
Di beşa portreyê de bi wesîleya meha hezîranê çîroka jiyanê, têkoşîna Zîlan (Zeynep Kinaci) û wateya çalakiya wê ji aliyê Berjîn Têkoşer ve hate vegotin. Analîzên têkildarî encamên hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê di hejmara hezîranê de cih girt. Rojnameyê cih da hevpeyvîna bi Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû û analîza Roza Metîna ya li ser encamên hilbijartinê.
 
Analîza têkildarî ekofemînîst, sosyalîst û ekolojîst Marîa Mîes ku 15'ê gulana 2023'yan jiyana xwe ji dest da, ji aliyê Hêja Zerya ve bi sernavê 'Fêhmkirina Marîa Mîes' hate şîrovekirin. Fîdan Yildirim jî bi sernavê 'Pêşenga ekofemînîzmê' biyografiya Mîes parve kir.