TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin

  • jin
  • 16:02 4 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN  - TJA’yê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşên ku li ser platformên medya sanal li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan tên kirin da û diyar kir ku wê li dijî zimanê mêr têbikoşe.
 
Ji hilbijartinên 14'ê Gulanê ve, li ser platformên medya sanal, ji aliyê hin derdoran ve di bin navê "rexnekirinê" de li dijî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan êrîş û heqaretên mezin tên kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî van êrîş û heqaretan da û destnîşan kir ku jinên kurd bi felsefeya “Jin jiyan azadî” têkoşîna xwe didomînin û tevgera jinên kurd bi sîstema “Hevserokatiyê” li qada siyaseta demokratîk ji jinan re rêyeke nû vekiriye. 
 
TJA'yê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:
 
“Piştî hilbijartinê em rû bi rûyê êrîşên ku hema bibêje gihiştî asta lînçê, man. Helbet em dizanin ku ev êrîş bi zanebûn hatine organîzekirin û armanca wê çî ye. Divê li ser medyaya dîjîtal ziman û ûslubê tahrîbkirinê nebe. Di serî de hevala me ya têkoşînê Pervîn Bûldan ku di şert û mercên zehmet de di qada siyaset û mafên jinan de meşiya, pêşengî kir û ked da, em destûr nadin ku bi ziman û mejiyê mêr êrîşê jinan were kirin. Em bi biryardarî dibêjin ku em ê weke her car vê carê jî li dijî vê zimanê mêr têbikoşin. Li ser vî bingehî em bang li hemû jinan dikin ku têkoşîna azadiya jinê bilind bikin.”