Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 16:15 5 Hezîran 2023
  • |
img
WAN - Jina bi navê Mansoure Segund ku bi mebesta protestokirina êrişên rejîma Îranê yên li ser gel ji polîstiyê îstîfa kir, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Çalakiyên protestokirina qetilkirina Jîna Emînî yên li rojhilatê Kurdistanê hêj didomin. Jina ciwan a 20 salî Mansoure Segund ku endama rûmetê ya rêxistina polîsan a Khorram Abadê bû, demek berê ji peywira xwe îstîfa kir. Segund, duh bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Segund a li bajarê Abdanan ê Eyaleta Îlamê dijiya, ji ber xeteraya kuştinê hatibû hişyarkirin. 
 
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengavê; Segund li Zanîngeha Abdanan Azadê beşa hiqûqê dixwend. Piştî bûyerên li welêt dest pê kirin, ji bo ragihîne ku tev li gel bûye û êrişên ser gel protesto bike, îstîfa kir. Aktîvîstên sivîl dan zanîn ku faîlê mirina biguman a Segund, saziyên dewletê ne. 
 
Segund, beriya mirina xwe li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal qetilkirina çalakvanan protesto kiribû. 
 
GEF LÊ HATIN XWARIN
 
Hat zanîn ku saziyên dewletê ji ber parvekirinan û îstîfakirinê ji xizmên hinek aktîvîstan û Segund re gelek caran name şandin û gef lê xwarin. Ev name jî li Ha-Ngao'yê ne. Di nameyeke xwe de Segund hêzên hikûmeta rejîma Îranê berpirsyar dibîne û wiha dibêje: “Min xwe niha li cihekî veşartiye lê zû yan jî dereng dê min bibînin. Ji rêxistina îstîxbaratê gefên kuştinê tên kirin...” 
 
DAXUYANIYA TÊKILDARÎ MIRINA BIGUMAN
 
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê îdia kir ku Serokê Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Zanistên Tipê ya Îlamê Saydînûr Alîmorad têkildarî mirina biguman a Segund daxuyanî daye û gotiye ku “Ji ber dilê wê sekinî ye û bêhna wê kurt bûye” jiyana xwe ji dest daye.