ENQERE - Nivîskar û aktîvîst Anne Ohne destnîşan kir ku di salên dawî de di Qraltiya Yekgirtî de tundiya li dijî jin û zarokan zêde bûne û got: “Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe.”
Jinên Ingîlistanê yên kevneşopiya têkoşîna xwe ji Sufrajet a ji bo hemû jinên cîhanê bûye mînaka lêgerîna maf girtine, gelek mafên xwe mîsoger kirine. Lê belê ji bo jinan bi destxistina van mafan qet hêsan nebû. Jinên bi salan ji bo mafê bijartin û hilbijartinê têkoşiyane, têkoşîna herî zehmet bi Qraltiya Yekgirtî re dan. Di encama têkoşîna 105 sal berê de ku jin bi canê xwe dan meşandin, yekem carê jin mafê tevlîbûna hilbijartinê bi dest xistin û di sala 1903’yan de Yekitiya Civakî û Polîtîk a Jinan hat damezirandin û bingeha Tevgera Sufrajet (Suffrage/mafê hilbijartinê) hate avakirin.
Dema kû rûpelên dîrokê 4’ê hezîrana 1913’an nîşan da, endama Tevgera Sufrajet’ê Emily Davison li Londonê wek temaşevan tev li pêşbirka hespan a bi navê “Epsom Derby” a Qral û Qralîçe tev li dibûn bû. Devison di kêliyên ku pêşbirk dom dikir de xwe avêt qada pêşbirkê, xwe avêt pêşiya hespê Qral Georgê 5’emîn û qêriya: “suffrage” (mafê hilbijartinê). Devison di bin hespê ku bi lez debeziya ma û bi giranî birîndar bû. Devison a rakirine nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da. Piştî çalakiya Devison jin tev li çalakiyên herî bingehîn bûn û di encama van çalakiyên xwe de hatin girtin û derbkirin. 5 sal piştî têkoşînê, kêm be jî jin hin mafan bi dest xistin. Di 6’ê sibata 1918’an de qanûnek derket û jinên temênê wan li ser 30’an û heta astekê xwedî dewlemendî mafê hilbijartinê bi dest xistin. Jinên ji çîn û pîşeyên cûda li hev civîyane û hêza xwe kirine yek, piştî têkoşîna bi salan gelek mafên xwe bi dest xistin.
LI INGÎLISTANÊN TÊKOŞÎNA JINAN
Jinên li Ingîlistanê hem ji bo mafên xwe biparêzin hem jî li dijî polîtîkayên kêm ên li dijî tacîz û tecawizê, ji bo mafên penaberan û ji bo karê wekhev mûçeyekî wekhev bistînin, têdikoşin.
Nivîskar û aktîvîsta ji Ingîlistanê Anne Ohne di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Jinê ya Navneteweyî, der barê pirsgirêkên jinên li Ingîlistanê û giringiya azadiyê de ji ajansa me re axivî.
TUNDÎ ZÊDE BÛ
Ohne destnîşan kir ku hê jî jinên li welat ji bo heman karî heman mûçeyê nagirin û bi gotina ku dibe sedema têkoşîna wan a “Heya hemû jin azad nebin dê tu jin azad nebe” wiha axivî: “Lênêrîna zarok û karên malê ji ber ku ji jinê re hiştine, jin hem nikarin cewherên xwe derxin holê hem jî ev yek bandorê li ser karên wan dike.
Ohne bilêv kir ku di salên dawî de li dijî jin û zarokên keçik, tundî zêde bûye û got: “Rêjeya tundiyê li dijî jin zarokên keçik zêde dibe. Ev yek bi xwe re tundiya cinsî û di nava malê de îsîsmarê, tîne. Ji bo jinên reşik û penaber jiyan di hêla xizmetên tenduristî, xwegihandina kêmaniyên aborî de gelek zehmettir e.
PENABERTIYA LI INGÎLISTANÊ
Ohne balê kişand ser şerên berdewam dikin û anî ziman ku welatê wê li dijî penaberan bi helwesteke dijminane tevdigere û ev tişt gotin: “Tevî ku piştgiriya aborî ya ji bo penaberan tê veqetandin hindik e, dema îltîcayê jî gelek dirêj dibe. Ankû di pêvajoya bibe penaber de li şûna penaberiyê statuya mayînê didin penaberan. Ev rewş rê li ber îstîsmarina keda jinan vedike, ji ber ku dewlet pere û piştevaniyeke têr nade. Hin qanûnên penaberan dijminane digirin dest hene. Wekî ku ji bo penaber neyên welat her riyekê digirin. Ev yek jî ji bo bazirganên mirovan dibe qadeke îstîsmarê. Bazirganên mirovan baş dizanin ku, jin kêm pereyan qezenc dikin û bi mûçeyeke kêm, tên xebitandin. Ji ber wê di dema pêvajoya serlêdana penabertiyê de îhtîmala revandin û weke ‘kedkara seksê’ dana xebitandin pir zêde ye. Jin di peydakirina kar de jixwe zehmetiyê dikêşin û di Qraltiya Yekgirtî de hemû jin rastî cihêkariya mûçeya kêm tên.”
BANDORA ŞERAN
Ohne diyar kir ku şer mirovan ji welatên wan dur dixin û dibin sedema sûcên şer, bandora Ingîlistanê gelek e û tevî vê yekê berpirsyariya rastiya penabertiya bi destê xwe dide avakirin jî qebûl nake û got: “Em çekan difiroşin welatên ku şer dikin lê belê em ji bo mirovên ji ber van şeran welatê xwe diterikînin, naxwazin xaniyekê peyde bikin. Berpirsyariya vê yekê nagire (Ingılîstan) lê belê ji firotina çekên Tirkiye û Îsraîlê gelek pereyan qezenc dike. Berî niha jî em tev li şerê Iraq û Sûriyeyê bûn. Anku di şerên pêk tên de rola me heye lê em ji ber mirovên me wan bêwar hiştiye berpirsyariyê qebûl nakin.”
‘JI BO HEMÛ JINAN EM TÊBIKOŞIN’
Ohne têkildarî geşedanên der barê têkoşîna jinan de ev tişt anî ziman: “Têkoşîna tê dayîn, di astên cuda de bin jî di bingeha xwe de heman têkoşîn in. Her çiqas Qraltiya Yekgirtî ne di astekî baş de be jî, rewşa jinên li vê derê li gorî jinên li welatên din baştir e. Ji ber vê yekê, komên kampanya û lobiyên me yên ku piştgiriyê didin têkoşînên jinan hene û em van derfetên xwe ji bo piştgiriya wan didin xebitandin. Di dema nêz de şahidiya vê yekê jî hate kirin û ji bo şoreşa Îranê li Qraltiya Yekgirtî piştgirî hate dayîn. Piştgiriyeke mezin ji bo çalakiyên protestoyê yên piştî mirina Jîna Emînî, hate dayîn. Heya ku hemû jin azad nebin dê tu jin azad nebe. Dibe ku zext û astengkirin, bandorê li ser me nekin lê belê em di cîhaneke ku ji bo jinên li welatên din ne adîlane de najîn.”
KURDISTAN, FILISTÎN, ÎRAN Û EFXANISTAN
Ohne diyar kir ku piştgiriya jinan, dê dîsa ji jinan were û wiha got: “Mînak ji bo sivîlên ji şerê Îsraîl û Filistînê bandor bûne, alîkarî ji xwişkên wekî rêxistinên femînîst ên ji bo hemû jinên cîhanê têdikoşin, hat. Lê belê ez wisa difikirim ku, tu alîkarî ji hikûmeta me nehat. Hemû alîkarî ji dewletê bêhtir, ji welatiyên wek takekesî dikevin liv û tevgerê hat. Dibe ku li vir di gelek mijaran de ji bo jinan rewş baştir belê li Kurdistan, Filistîn, Îran û Efxanîstanê, rewşa jinan gelek xerabtir e. Armanca me azadiya hemû jinan e. Medya û hikûmet dixwaze nîşan bide ku gelê Qraltiya Yekgirtî weke xemsar nêz dibe lê belê ev ne rast e. Jinên li Qraltiya Yekgirtî de dijîn, ji bo jinên li her dereke cîhanê dijîn tevdigere, têdikoşe û dê her tim jî wisa be.”
MA / Stêrk Sutcu - Zemo Aggoz