ENQERE - Endama NAR'ê Rosy Monakiyê diyar kir ku li dijî diyarkirina çarenûsa xwe ya jinan polîtîkayên tirsnak tên sepandin û got: "Li Yewnanistanê tevgera femînîst a radîkal bihêz dibe. Tehemûla me ji bo çanda destdirêjiyê, ji bo tundî, îstîsmara zayendî û tacîzê tune ye. Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin."
Ji welatên ku jin li dijî pergala mêrsewer têdikoşin yek jê jî Yewnanistan e. Jin, li dijî zêdebûna tundiyê, girankirina pêvajoya devjihevberdanê, şert û mercên karî yên bêewle, xwedî li jiyana xwe derdikevin. Di salên dawî de xala werçerxê têkoşînê jî, çalakiyên girseyî yên di sala 2018'an de bûn ku destdirêjî xwendekara zanîngehê Elenî Topalûdî hatibû kirin û hatibû kuştin. Di van çalakiyan de de koma Sifir Toleransê ku di sala 2016'an de ji aliyên jinên partiyên çepgir-sosyalîst ve ji bo parastina mafên LGBTÎQ û penaberan hat avakirin, roleke girîng lîst.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ PÊNASEKIRINA DESTDIRÊJIYÊ
Li welêt têkoşîneke girîng jî, ya li dijî pênaseya destdirêjiyê ya di xala 336'an a Qanûna Ceza de bû. Ji ber pênaseyeke sînordarkirî, sûcên destdirêjiyê bê ceza diman. Komên jinan ku li dijî vê xwe birêxistin kirin, bi bertek û protestoyên xwe kirin ku ev xal bê betalkirin. Bi vê têkoşîna Qanûna Yewnanistanê di sala 2019'an de hat guherandin û destdirêjî wekî "têkiliya zayendî ya ya bêrizayê" hat pênasekirin.
LI DIJÎ SÎNORAN FEMÎNÎZM
Her wiha jinan çalakiyên xwe yên ji bo parastina penaberan jî domandin. Jin bi dirûşma "Li Dijî Sînoran Femînîzm" li hev kom bûn û polîtîkayên hikûmetê yên der barê penaberan de protesto kirin û piştevaniya xwe ya ji bo jinên penaber ragihandin.
ÇALAKIYÊN JIN, JIYAN, AZADÎ
Çalakiyên "Jin, Jiyan, Azadiyê" ku piştî qetilkirian Jîna Emîniyê li Îranê dest pê kirin, li Yewnaniostanê jî olan dan. Jinên ku qetilkirina Emîniyê protesto kirin, li paytext Atînayê bi rojan çalakî li dar xistin.
Endama Bizava Çepgir a Nû ya Ji Bo Azadiya Komunîst (NAR) Rosy Monakî, pirsgirêkên li Yewnanistanê û têkoşîna tê dayîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
NEWEKHEVÎ
Monakî diyar kir ku li Yewnanistanê gelek merhaleyên mêrserweriyê hene û wiha got: "Ev, tundiya li ser esasên zayendiyê, cînayetên jinan û îstismar in. Her sal bi hezaran jin tên kuştin û bi hezaran jê jî rastî tacizên li ser esasên zayendiyê tên. Di mehên ewil ên sala 2023'yan de 6 hezar jin rastî tundiya zayendî hatine. Tew ez behsa taciz û tundiya derûnî û li kargehan di warê heqdestê de newekheviya zayendî nakim."
MAFÊ DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE
Monakî, bilêv kir ku li Yewnanistanê her ku qanûnek tê çêkirin bandorê li jinan dike û got: "Armanca van qanûnan ew e ku hêza jinê bê qelskirin û keda wê bê xwarin. Her wiha hin qanûn hene mafê dayiktiyê jî ji nedîtî ve tên. Helbet ev hemû polîtîkayên dewletê ne. Dêr û komên muhafizekar, bi polîtîkayên tirnsk li hember mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya jinan diskminin. Lê femînîstên radîkal û tevgera çînî her diçe xurttir dibin. Em li dijî mêrserweriyê û kapîtalîzmê têdikoşin. Em dizanin ku ev pergala rezîl di nava krîzê de ye û mixabin ev pergal herî zêde êrişê dibe şeran û kedxwariyeke hovane."
‘HEYA EM HEMÛ AZAD NEBIN KES JI ME AZAD NABE'
Monakî bal kişand ser polîtîkayên der barê penaberan de jî û wiha domand: "Penaber û LGBTÎQ, mexdûrên sereke yên van şeran û bazirganiya mirovan e. Divê em di 25'ê Mijdarê de peyamekê bidin jinên cîhanê; tevgerên femînîst û karkeran xwedî hêz in ku dikarin vê çerxê bidin sekinandin. Divê em ji bo wekhevî û azadiyê bitêkoşin. Ji bo xelasiya ji her cure tundiya zayendî têkoşîn divê. Ev rêya me ye ku me ew hilbijartiye. Tehemûla me ji bo çanda destdirêjiyê tune ye. Tehemûla me ji bo tundiya li jinê, ji bo îstîsmara zayendî û tacîzê tune ye. Divê em ji bo karê wekhev û ehqdesta wekhev bitêkoşin. Em ji bo her kesî doza karê wekhev û heqdesta wekhev dikin. Em doza hemû mafên penaberan dikin û ya herî girîng jî gava naqosên qirkirinê lêkevin divê em bêdeng nemînin. Em li dijî kedxwariyê û qirkirinç ne. Heya em hemû azad nebin kes ji me azad nabe."
MA / Sterk Sutcu - Zemo Aggoz