ENQERE - Jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistinbûyîna xwe xurt dikin, bi Hiqûqa Malbatê ya ji 6 sernavan û 41 xalan pêk tê, malbatê ji nû ve pênase kirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li dijî pergala netew-dewletê jiyaneke alternatîf hatiye avakirin, bi pêşengiya jinan gelek tiştên bêhempa tên kirin. Yek ji gavên pergala bi paradîgmaya "demokratîk, azadiya jinê û ekolojiyê" hatiya avakirin jî, hiqûq e.
Rêveberiya Xweser ku di 21'ê Çileya 2014'an de li Herêma Cizîrê û paşê di 27'ê Çileyê de li Kobanê û di 29'ê Çileyê de jî li Efrînê hat ragihandin, bi armanca xuyangiya jinê di tevahiya pêvajoyên avakirinê de pergala hevserokatiyê sepand. Li ser vî esasî li dijî modela "destûra bingehîn" netew-dewletê, bi "Peymana Civakî" re modeleke hiqûqê ya li ser esasê azadiya jinê, mafên zarokan, jiyana ekolojîk û wekheviyê hat pêkanîn.
MECLISA EDALETA CIVAKÎ
Ji bo vê jî di detspêkê de Komîteyên Sulhê hatin avakirin û di sala 2015'an de Dîwana Edaletê hat avakirin. Bi vê re tuzuka Meclisa Edaleta Civakî hat amadekirin. Bi vê gavê re di sala 2017'an de bingehan Meclisa Edaleta Civakî hat danîn û di bin banê vê Meclisê de Komîteya Sulhê ya Mala Jin, Dîwana Edaletê ya temyîzê û sepanên wê dihewîne hat avakirin.
MALA JINÊ
Mala Jin ku di bin banê Meclisa Edaletê ya Civakî de hat avakirin, ewilî di 20'ê Adara 2011'an de li Qamişloyê hat birêxistinkirin. Bi demê re li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaxên wê hatin vekirin. Mala Jin, felsefeya jiyana wekhev, çanda malbata demokratîk û jiyana wekhev a azad esas digire û li dijî sepanên dijmirovahiyî disekine. Mala Jin, hewl dide tundiya li nav malê û tundiya li nav civakê ya li jinê bi rêyên komîteyan çareser bike û di hemû saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser û daraza wê de tê temsîlkirin. Mala Jin, pêşî pirsgirêkan di nava xwe de çareser dike. Pirsgirêkên nayên çareserkirin jî, wekî rapor ji Meclisa Edaletê ya Jinan re tê şandin.
XEBATEKE NÛ: HIQÛQA MALBATÊ
Jinên ku bi "Şoreşa Rojavayê" re rêxistinbûyîna xwe xurt dikin, ji bo mîsgogerkirina mafên xwe xebatên xwe yên di warê hiqûqî de didomînin. Jinên ku di hemû merhaleyên Rêveberiya Xweser de cih digirin, mafên edenî mîsoger dikin û pirzewacî û zewaca di temenekî biçûk de qedexe kirin. Xebateke nû ya jinan jî Hiqûqa Malbatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Hiqûqa Malbatê ku piştî xebateke sê salan hat pêkanîn, li Herêma Cizîrê hat pesendkirin.
Hiqûqa Malbatê ji 6 sernavên wekî "Zewac, Devjêberdan, Bandorên Zewacê, Debara Xizman, Xizmantî û Sûcên Girêdayî Malbatan" û ji 41 xalan pêk tê.
Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Rojavayê Rîma Berkatê têkildarî Hiqûqa Malbatê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
HIQÛQA BERIYA ŞOREŞÊ
Berekatê diyar kir ku piştî erdhejê mafên jinan li gor herêman cuda bûn û got: "Di war zewicandin, devjêberdan û zarokan de neheqî li jinan dihat kirin. Hiqûq ne li gor qanûna medenî, li gor pîvanên dînî bû. Mesela; zewaca di temenekî biçûk de, zewaca yekalî hebû. Tundiya li jinê, wekî 'li nav gel hatiye kirin an li malê' dihat şîrovekirin û bê ceza dima. Cezayê dihat birîn jî li gor cihê tundî lê dihat kirin û li gor qan»nên îslamî bû. Zilam dikaribûn bi du jinan re bizewicin. Jin, di rêveberiyê de cih nedigirtin. Mafên siyasî û hiqûqî yên jinan tune bûn. Jinan nikaribû xwe bîne ziman û di rêveberiyê de ne xwedî maf bû. Nikaribû bi awayekî çalak di nava siyasetê de cih bigire. Lewma pêdivî bi şoreşê hebû."
QANÛNA JINAN
Berekatê destnîşan kir ku bi şoreşê re têkoşîna jinê bi awayekî piralî didome û got ku her yek ji van jî di qada tenduristî, perwerdehî û parastinê de ye. Berekatê wiha domand: "Xebatên di warê bandorên eşîran û dîn ên li ser jiyanê de hatin kirin. Ji bo vê hin rêxistinên jinan hatin avakirin. Bi hin xebaan hin maf bi dest ketin. Ji van mafan ê ewil di sala 2014'an de Qanûna Jinê bû. Ev qanûn li ser zewacê û mijarên wekî tundiyê disekine û li Cizîr, Kobanê û Efrînê hat pesendkirin."
QANÛNA KU JINAN DIPARÊZE
Berekatê bal kişand ser Qanûna Malbatê ku hê qebatên wê didomin û got ku Hiqûqa Malbatê xebateke xweser a jinan e. Berekatê ji bo Hiqûqa Malbatê ev agahî parve kirin: "Ji 41 xalan pêk tê. Tê de mijarên wekî zewac, devjêverdan, şertên devjêberdanê, têkiliya ku bi zarokan re bê danîn, parvekirina mal û milkan, mafên zarokan, zewaca bi darê zorê, pirzewacî, zewaca di temenekî biçûk û bêbextî."
Berekatê bilêv kir ku Qanûna Malbatê di zewacê de jinê li dijî zorbetiyê diparêze û got: "Li dijî devjêberdana yekalî jinê diparêze. Berê mêr dikaribû bi awayekî yekalî dev ji jinê berde. Lê ev êdî bi Qanûna Malbatê ne pêkan e. Devjêberdan dê li Dîwana Edaletê çêbibe, divê sedemên wê yên hiqûqî û maqûl hebin. Her wiha jinê ji bêbextiyê diparêze. Cezayên wê hene. Gava jin dev ji mêr berdana, zarokên wê jê dihatin stendin, lê dê bi vê qanûnê re ev yek jî biguhere."
Berekatê destnîşan kir ku Qanûna Malbatê Bandoreke mezin afirandiye û got ku dê di demên pêş de vê qanûnê li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin pesendkirin.
LI DIJÎ TUNDIYÊ SERÎ LI ÇI TÊ DAYÎN?
Berekatê bilêv kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gava jin rastî tundiyê tên dikarin serî li gelek mekanîzmayan bidin û got: "Dikarin serî li asayîşa jinan jî bidin. Asayîşa jinan, jinan diparêze û dikare yên tundkar bigire. Her wiha saziyên hiqûqê jî hene. Saziyên ku di warê hiqûqî û parastinê de xizmeta jinan dikin hene. Her wiha dikarin serî li Mala Jinê jî bidin. Li her kuçeyê, li her gundî, li her bajarê Mala Jinê hene. Her wiha jin dikare serî li Dîwana Edaletê jî bide û dozê jî veke."
MA / Zemo Aggoz