STENBOL - Jinên ku li Qada Mecîdiyekoyê hatin gel hev, li dijî tundiya mêr-dewletê, şer û polîtîkayên tecrîdê bal kişandin ser yekitiyê û wiha gotin: “Em çareya hev û du ne.”
Yek ji navendên ku jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî lê herikîn qadan jî Stenbol bû. Jinên ku bi dirûşma “Faîl li malê ne, li kargehan e, li dibistanan in. Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li kolanan e” daketin Qada Mecîdiyekoyê, ji bo jiyaneke wekhev, azad û bêtundî û ji bo têkoşînê dengê xwe bilind kirin.
Di çalakiyan de li dijî tundiya mêr-dewletê peyama “Dê serhildana me neqede” derket pêş û jin têkildarî wate û girîngiya rojê ji ajansa me re axivîn.
JI BO CÎHANEKE BÊTUNDÎ
Sena Çat da zanîn ku çalakiyên 25’ê Mijdara îsal ji ber jin û zarokên di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane, diyarî jinê filistînî hatine kirin û wiha got: “Heta ku tenê yek jin jî rastî tundiyê neyê dê ev têkoşîna me bidome. Mafê her jinê heye ku li cîhaneke bêkedxwarî û bêşer bijî. Têkoşîna jinan di heman demê de têkoşîna mirovahiyê ye. Banga min a ji bo jinan ew e ku azadiya xwe bi hêviya tu kesî nehêlin û dakevin qadan.”
BANGA TÊKOŞÎNÊ
Ece Bulut jî got ku 25’ê Mijdarê roja têkoşînê ye û wiha got: “Em jin, çareseriya hevdu ne. Banga min ji bo hemû jinan ew e ku tev li refên têkoşînê bibin.”
‘JI BO HESABPIRSÎNÊ HATIM VÊ DERÊ’
Ji jinan Hazal Anil jî diyar kir ku tundiya li dijî jinan roj bi roj zêdetir dibe û wiha pê de çû: “Ji bo ku serhildana li dijî vê tundiyê biqîrim tev li meşê bûm. Îktîdara heyî ji bo pêşîlêgirtina tundiyê tu polîtîkayan pêş naxe. Faîlên cînayetên jinan jî bi îdiayên ‘delîl kêm in’ an jî ‘halbaşî’ tên berdan. Lewma gelek zilamên faîl weke ‘ji xwe ceza li min nayê birîn’ difikirin. Em jî ji bo hesaba jinên di encama tundiyê de hatine qetilkirin bipirsin û mezinkirina têkoşînê li vir in. Ji bo pêşîlêgirtina tundiya ser jinan, em dixwazin Peymana Stenbolê û Qanûna hejmar 6284 bikeve meriyetê.”
‘JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN’
Têkildarî mijarê Fatma Yilmaz jî got ku 25’ê Mijdarê roja têkoşîn û berxwedanê ya tevahiya jinên cîhanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ji bo girtiyan û dayikan li vir im. Divê tu kes êdî ji ber ziman, nasname û fikrên xwe rastî neheqiyê neyên. Em dixwazin aştî û wekhevî çêbibe. Dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Bi hezaran zarokên me di girtîgehan de ne û dixwazim ew azad bibin lewma li vir im. ‘Jin jiyan azadî’ ji bo me tê wateya azadî û aştiyê. Em ji vê bibawerin, ji bo ve têdikoşin û dê bi ser kevin.”
Ayşe Cengîz jî destnîşan kir ku ji bo tevahiya jinên hatine qetilkirin li qada ye û wiha derbirî: “Kesê herî zêde maf û azadiya jinan diparêze, Abdullah Ocalan e. Lewma ji bo azadiya wî ya fîzîkî li vir im.”
‘DÊ KESEKA DIN JI ME KÊM NEBE’
Fatma Demîrbaş jî daxuyand ku ji bo bibe dengê siyasetmedarên jin ên girtî li qadê ye û wiha axivî: “Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tu kesek nikare rê li ber têkoşîna jinan bigire.” Ayşegul Kulakoglû jî nêrîna xwe wiha parve kir: “Em îro ji bo hemû xwişkên xwe yên me winda kirin li qadan e. Em ê tu qurbanên din nedin pergala baviksalar. Ji kampûsan heta kolanan em di serhildanê de ne, em ê xwişkeke xwe ya din winda nekin. Banga min ji bo hemû jinan ew e ku serhildana xwe veguhêzin kolanan û dengê xwe bilind bikin.”