Li Efxanistanê mirina biguman a jinan zêde dibe: Di 4 salan de 4 hezar û 300 jinan jiyana xwe ji dest dan

  • jin
  • 09:39 7 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Tevgera Şemiya Mor Aîshayê bal kişand ser mirina biguman a jinan ku li Efxanistanê di nava 4 salên dawî de 4 hezar û 300 jin bi awayekî guman mirine û got: "Rewşa jinan li welêt gelekî bi fikar e. Rêjeya 'xwekuştinê' ya jinên afxan nîşana zehmetî û binpêkirinên mafên mirovan e ku ew bi wan re rû bi rû dimînin.”
 
Talîban di sala 2001’ê de, piştî êrişên 11’ê Îlonê, bi destwerdana hêzên koalîsyonê ya bi pêşengiya DYA’yê ji desthilatdariyê hat dûrxistin. Piştî ku Amerîka di sala 2021'ê de biryar da ku leşkerên xwe ji Efxanistanê vekişîne, Talîbanê dîsa kontrolê bi dest xist. Piştî ku Talîban rêveberiya welat xist bin kontrola xwe, ji bo jin û keçan jîngeheke pir zordar çêbû. Her roj qedexeyên nû li ber jin û keçan tên danîn. Di 17'ê îlona 2021'ê de, yanî piştî bidestxistina rêveberiya welêt bi mehekê, Talîbanê Wezareta Jinan girt û Wezareta Belavkirina Fezîlet û Pêşîgirtina li Bêexlaqîtiyê ava kir. Piştî vê biryara Talîbanê gelek mafên wekî perwerde, tenduristî û jiyana civakî ji dest jin û keçan hatin girtin.
 
DI 3 SALAN DE HEZAR Û 300 MIRINÊN BIGUMAN
 
Her ku pirsgirêkên jinan ên li welêt bi hatina Talîbanê re kûrtir bûn, mirina bi guman a jinan jî ku wekî "xwekuştinê" tê nîşandan, zêde bû. Her çend piştî ku Talîban rêveberiyê bi dest xist, di warê mafên jinan de kêmbûnek çêbûbe jî, lê nêrîna serdest a mêr û rêgezên şerîetê yên beriya Talîbanê jî, mafê jiyanê yê jinan esas nedigirt. Li gorî rapora Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan a Efxanistanê (AIHRC); hat diyarkirin ku tenê di sala 2020'an de zêdetirî 3 hezar jinan xwe kuştiye. Lêbelê, hejmara tê texmînkirin ji ya hatiye diyarkirin gelekî zêdetir e. Ji lew re gelek bûyerên xwekujiyê nayên ragihandin. Piştî ku Talîbanê dest danî ser desthilatdariyê, di nava du salan de herî kêm hezar jin bi awayekî biguman mirin. Li gorî daneyên Tevgera Şemiya Mor, di sala dawî de zêdeyî 300 jinan jiyana xwe ji dest dane û ev mirin wekî “xwekuştinê” hatin ragihandin. 
 
Ji Tevgera Şemiya Mor Aîsha ku hê jî li Efxanistanê di warê mafên jinan de dixebite û ji ber ewlehiyê em ê nikaribin paşnavê wê diyar bikin, anî ziman ku rewşa jinên afxan êşbar e.
 
'HIQÛQA ÎSLAMÎ' YA TALÎBANÊ
 
Aîshayê bal kişand ser wê yekê ku ji aliyê Talîbanê ve ji nû ve desteserkirina rêveberiya welêt bandoreke neyînî li ser jiyana jinan kiriye û got: "Di bin desthilatdariya Talîbanê de mafên jinan bi awayekî cidî hatine astengkirin. Destûr nayê dayîn ku jin bixebitin û zarokên keç jî perwerde bibin. Ji jinan tê xwestin ku gava ji mal derkevin divê xizmekî wan ê mêr bi wan re be. Her wiha lixwekirina burqayê li jinan tê ferzkirin." 
 
Aîshayê diyar kir ku Talîbanê ji bo ku rêgezên xwe yên tund ferz bike "hiqûqa îslamî" derpêş kiriye û got ku şîroveya Talîbanê ya ji bo "hiqûqa îslamî" nayê qebûlkirin û cihê nîqaşê ye.
 
SEDEMA XWEKUŞTINAN JIYANA SÎNORDARKIRÎ YE
 
Aîshayê bal kişand ser zêdebûna mirinên bi guman ên jinan jî  ku wekî "xwekuştinê" tên binavkirin û wiha pê de çû: "Sedemên li pişt van xwekuştinan piralî ne; ji zewacên bi darê zorê heta tundiya nav malê, ji xizaniyê heta xwenegihandina xizmetên perwerdehî û tenduristiyê. Li vî welatî pevçûn didomin ku ji ber wan bi milyonan mirov koçber û xizan bûne. Gava Talîbamê rêveberiyê bi dest xist, xetereya di warê mafên jinan d ejî rû da, lê helbet gava mirov xwekuştinan tenê bi rêveberiya Talîbanê re sînordra bike şaş e. Hêlên komplîke, tevlihev, civakî û aborî yên xwekuştinan jî hene."
 
Aîshayê diyar kir ku ji ber kêmragihandina Talîbanê û veşartina agahiyan zehmet e ku mirov xwe bigihîne hejmara rastî ya xwekuştina jinan û got ku daneyên rêxistinên sivîl gelekî zêde ne. Aîshayê wiha dewam kir: "Li gorî daneyan her meh herî kêm 9-11 raporên der barê xwekuştina jinan de tên amadekirin ku piraniya wan keçên ciwan in. Lê em di wê baweriyê de ne ku hejmara rastî gelekî zêdetir e, dibe ku bi sedan be jî. Sedema ku di raporan de hejmara rastîn nayê dayîn jî, lêkolînên kêm, helwesta malbatan û astengkirina belavkirina wan a di çapemeniyê û zextên Talîbanê ne." 
 
GIRÎNGIYA HEVGIRTINÊ
 
Aîshayê bal kişand ser wê yekê ku gelek faktor di zêdebûna bûyerên xwekuştinê de rola xwe dileyzin û got: "Sedema sereke ya zêdebûna bûyerên xwekuştinê li Afxanistanê, xirabûna standardên jiyanê ye, bi taybetî standarta jiyanê ya jinan ne. Qedexekirina perwerde û îstihdamê ya ku ji aliyê Talîbanê ve hatiye sepandin, rê li ber depresyoneke berbelav vekir û rewşa aborî ya malbatên xizan xirabtir kir. Zewacên bi darê zorê, tundiya nav malê û nebûna derfetên civakî bêçaretî û bêhêvîtiya jinên efxan hîn zêdetir dike. Ji bo bal bê ser vê mijara cidî û mîsogerkirina aramî û mafên jinên efxan, hevgirtineke navneteweyî bivê nevê ye." 
 
EŞKEREKIRINA DANEYÊN XWEKUŞTINÊ HAT QEDEXEKIRIN
 
Aîshayê diyar kir ku ji havîna 2021'ê vir ve parvekirina daneyên xwekujiyê ji aliyê Talîbanê ve hatiye qedexekirin û wiha got: "Rayedarên tenduristiyê dibêjin ku Talîban parvekirina statîstîkên heyî qedexe kiriye. Lê ji bo balê bikişînin ser krîza tenduristiya gel, pisporên tenduristiyê rêjeya xwekujiyê ya di navbera Tebaxa 2021 û Tebaxa 2022'an de eşkere kirin. Ev rêje jî nîşan didin ku li seranserê cîhanê herî zêde li Efxanistanê ji mêran bêtir jin xwe dikujin."
 
Aîshayê anî ziman ku mirina biguman û xwekuştina jinan li Afxanistanê pirsgirêkeke cidî ya mafên mirovan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîst e ku civaka navneteweyî rewşê li ber çavan bigire û ji bo ewlehiya jinên afxan, rûmet û mafên wan bixebite." 
 
MA / Berîvan Kûtlû